Mêşkok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mêşkok, stêrka teftikê, moriyên xemila dêmûrûyê navê cure makyajeke kevn a îraniyan e. Gelên îranî (kurd, belûcî, fars ûêd), bi taybetî jinên dewlemendan bikaranîne. Li Hindistanê, herwiha di nava suryanîyan de dihatibûye bikaranîn.

Çawa deq (tatoo) heye, ev jî wekî wê ye, lê li ser çerm nayê nexşandin, pê ve tê zeliqandin. Ango deqa seyar, kengî bê xwestin tê zeliqandin e.

Heya salên 1970'î yî jî li Kurdistanê çend ji wan dihate zanîn. Jinan hin ta û şirîtên rengîn dixistin nava por û biskên xwe. An bi toqe û benîştan, an jî bi rêbaza şilkirin-ziwakirinê dizeliqandin. Gelek xemilên asyayî derbasê ewropa bûne.

Formên wê yên sereke[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Moriyên xemilê
  • Ta û bendikên por
  • Stêrkên teftikê (tefte, tafta, bestirek e)
  • Pelgên zeliqoq ên hin riwekan (bi taybetî bo xemlên bûkê)
  • Benîştên kerengê
  • Deqên zeliqoq

Di hin versiyonên destana Zembîlfiroş de herwiha behsa wê heye. Ji ber ku îslamê xemil û estetîka jinê bisînor û gelek jî qedexe kiriye, ev makyajên kurdî hêdî hêdî heliyane, winda bûne.

Moriyên nezerê bi benîştan ve bi enî, serî yan dêmên zarokan ve dihatin zeliqandin. Ev ne ji bo xemilê bû jî, bingeha xwe ji xemilandinên kevn ên îraniyan digirt.

Jinan ji bestiran, zêr, zîv û gelek materyalanan di dirûvê xalxalok, beybûn, roj, heyv, morî, dûpişk hww de, deqok bi hinarik, girik, stû, por, pêsîr, zikên xwe ve dikirine.