Mêtingeh
Mêtingeh an jî kolonî, welatê ji aliyê biyaniyan hatî dagirkirin û ji aliyê ekonomîk û civakî û çandî ketî bindestê dewleteke din. Mêtingerî di sedsala 19an de destpê kiriye. Pêşkêşên vê di serî de Spanya û Portugal e lê dûvre bazar dikeve bin destê Ingilîstan û Frensa. Paşî Rûsya û Emerîka û Çîn û Japon û hin Ewropayî yê din jî tevlî vê karwana mêtingeriyê bûne.
Qada mêtingehiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Qada bûye mêtingeh Efrîqa û Rojhilata Dûr e.
Mêtingehên Spanyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gelek deverên bakur û başûrê emerîka, Meksîk, hin herêmên Karîban (Karayîb).
Mêtingehên Ingilîstanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Bakur û başûrê Efrîqayê bi piranî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
-Somaliya Ingilîzan
-Misr (çemê Nîlê bi timamî dikeve bindestê ingilîzan)
Mêtingehên Frensayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di navbera salên 1919 û 1939an de Frensa bûye mêtingerê duyem û xaka di bindestê wê de ji 13.000.000 km²'yê bihuriye. Ev dike 8,7%'ê cîhanê. Bêhtir li dijî Ingilîstanê ber bi rojhilat û rojavayê Efrîqayê ve belav bûye (Ingilîstan ber bi bakur û başûrê Efrîqayê ve belav bûye.)
Li ser dîroka mêtingeriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
-Çîn û Japonan ber bi rojava ve belav bûne ji ber vê pêşiyê şerê Çîn û Japonê rû daye dûvre şerê Japon û Rûsyayê rû daye.
-Ji ber van polîtîkayan li Ewropayê jî şerê di navbera Ingilîstan û Frensayê de jî heft salan domiyaye.
-Emerîka piştî dibe Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ango ji dewletên Ewropayê serbixwe dibe ew jî dikeve nav karwanê û dibe yek ji mêtingerên mezin.
-Piştî salên 1930/40/50yî pêla serbixwebûnê destpê dike û ev welatên mêtingeh yeko yeko serbixwe dibin. Lê hîna jî ji çanda dewletên mêtinger ji zimanê wan xilas nebûne.
-Xaleke din a girîng heye, ew jî welatê me Kurdistan e.
Kurdistan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Kurdistan bûye mêtingeha çar dewletan çar dewletên dilxwede misilman. Di sedsala 21ê de hê jî Kurdistan mêtingeha tirkan, farisan û ereban e.
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Wikipedia/Colonialism
- Wikipedia/Spanish Colonization
- Wikipedia/British Empire
- Hiqûqnasên Kurdistanê
- Hiqûqnas
Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev rûpel bêkategorî ye. Ji kerema xwe kategoriyan li vê rûpelê zêde bike û alîkariya Wîkîpediyaya kurdî bike. (kanûna pêşîn 2023) |