Mînêrva

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Mînêrva (bi Inglîzî Minerva) yek ji êzidokên çîvanokî yên Romanên Kevin e. Li goreyê bawerî ya çîvanokî ya Romanên kevin, ew zaro a Jûpîter û Metîsê bû.

Mînêrva êzidoka pîşesaziyê, şerî û jîrî û aqilmendiyê ye. Ew afirînera mûsîqayê bû. Mînêrva bi awayê Mînêrva Medîka êzidoka pizişkiyê jî bû.Di bin bandora çîvanokên Yewnana Kevin da, Romanan ew bawerî hebû ko Mînêrva bi awayekê needetî bûye. Carekê serê Jûpîterî pir êşaye û Êzidok Volkanî kasika serê wî vekirîye û Mînêrva bi awayê kîjeka mertal didest û direh li ber jê derkevtîye.

Di çîvanokên Yewnana Kevin da ew bi Atînayê dihêt niyasîn.

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)