Mîr (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çapa sala 1550'yî ya kitêba Il Principe (Mîr).

Mîr (bi îtalî: Il Principe) kitêba herî navdar a hizirvanê siyasî yê îtalyayî Niccolò Machiavelli (Nîkolo Makyavêlî bixwîne) e. Li berahiyê, navê wê bi latînî: De Principatibus anko Derheqa mîrgehan da bû. Mîr li sala 1513'ê hat nivîsîn, lê 5 salan piştî mirina nivîskarê wê, li sala 1532'ê hat weşandin. Kitêba belavbûyî ne ew e ya ko li dema jiyana wî da hebû, lê hemî navûbangê xirabê ko li pey Machiavelli maye ji ber vê kitêbê ye.

Kurtiya kitêbê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nihêrînên Machiavelli di kitêba Mîr da gelek tundrêyane dihên berçavan. Lê Machiavelli hemî jiyana xwe li Firenze derbaz kir ko tijî pevçûn û aloziyan bû. Ji ber hindê Makyavêlî hemî giringiyê didit tenahiyê û tebata siyasî li mîrgehê.

Pesna bîrdoz û teoriyên kitêbê dihêt kirin ko dikarin bi kêrî mîran bihên da bigehin desthilatê an li ser desthilatê bimînin. Li goreyê kitêba Mîr, binemayên exlaqî dibê li goreyê kawdan û rewşê bihên guhartin, nemaze dema karên nemirovane pêdivî bin. Tiştekê fer e ko mîr jibo mana li ser desthilatê her karekî bikit, lê Machiavelli tekez dikit ko mîr nabit karekê wiha bikit xelk jê nefret bikin. Ew bi kurtî bersiva wê pirsyarê didit ka xelk dibê ji mîrî bitirsin an hez bikin: "...Mîrekê jîr dibê xwe bi awayê xwe biselmînit ne bi awayê kesekê dî, ew dibê bixebitit ko kerb û kîn nemînit, her wekî me gotî." Herwisa ew dibêjit: "Baştir e ko xelk ji mîrî hez bikin û jê bitirsin. Lê eger herdu bihevra çê nabin, baştir e ko jê bitirsin ne jê hez bikin."