Mîr Muhemmed Paşa
Mîrê Kor | |
|---|---|
Mîr Muhemmed Paşa yê Rewandizê | |
Statûya Mîr Kor li Rewandizê | |
| Mîrê Mîrektiya Soran | |
| Wezîfedarî 1813-1838 | |
| Berê | Mistafa Beg |
| Paşê | Resûl Beg |
| Jiyan | |
| Jidayikbûn | c. 1783 Rewandiz, Mîrektiya Soran |
| Mirin | 26ê berfanbar 1838an Herêma Deryaya Reş |
| Dê û bav |
|
| Xizmetên leşkeriyê | |
| Şerên tevlêbûyî | |
| biguhêre | |
Mîr Mihemed Paşa an jî Mihemed Paşayê Rewandizê (kurdiya navendî: محەمەد پادشای ڕەواندز, Mihemed Padişay Rewandiz, jdb. 1783 - m. 1838), bi kurtasî jî wekî Mîrê Kor (soranî: Mîrî Kore) tê zanin, hikumdarê mîrektiya Soran bû (1813–1838) ku navenda wê li Soranê bû.[1]
Mîrê Kor bi nav û deng ê "Mîrê mîran" dihate nas kirin.[2] Di bin serokatiya Mîrê Kor de, mîrektiya Soran artêşeke bihêz pêş xistibû ku hejmara şervanên artêşê ji 30.000 heta 50.000 şervanên eşîrî pêk dihat ku mûçeyên wan ên birêkûpêk dihate dayîn û dişibiyan artêşeke neteweyî.[3][3] Gelek eşîrên cuda yên wekê Rewendek, Sîdek, Şîrwanî, Rûsûrî, Malîbas, Mizûrî, Şêxab, Nûrîk, Xelanî, Xoşnav, Hnearaî, Herkî, Şêx Mehmûdî, Kassan, Dericîkî, Bamamî, Sekw, Şikulî, Mendîk, Baimar, Balek û Pîracî tevlî artêşa wî bibûn.[3]
Deststhildarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mîr Mihemed di sala 1813an de, di temenê 30 saliya xwe de, li cihê bavê xwe Mistefa Paşa wek hikûmdarê Soran hatiye hilbijartin.[4] Muhemmed Paşa wek kesekî zalim tê nîşandan ku muhtemelen ji kuştina endamên malbatê ji bo ku li ser desthilatdariyê bimîne netirsiyaye.[4] Ji ber vê yekê guman jî hebû ku wî bavê xwe kor kiriye da ku bi xwe bibe mîr.[4] Lê ev yek ji hêla doxtorekî inglîzî ve hatiye redkirin ku bavê wî derman kiribû.[4]
Piştî ku hat ser desthilatdariyê, reqîbên wî yên potansiyel ji holê hatine rakirin.[4] Ji ber vê yekê wî xezîndarê xwe Abdullah Axa bi komployê tawanbar dike û wî bidarve kiriye. Piştre Mihemed Paşa li dijî apên xwe dest bi şer kiriye.[4] Di 14ê kanûna pêşîn a 1814an de, wî Keleha Şteyn dorpêç kir, ku apê wî Teymur Axa lê bû.[4] Piştî çar hefteyan dorpêçkirinê, apê wî û pismamê wî di 10ê çileya 1815an de hatine bidarve kirin.[4] Piştî demek kurt, wî apê xwe yê din, Yahya Beg, têk bir û wî bidarve kir.[4]
Kampanyayên leşkerî û serxwebûnî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Piştî ku bi vî awayî reqîbê navxweyî ji holê radike dest bi berfirehkirina mîrektiya xwe kiriye. Pêşî dîwarên bajarê Rewandizê xurt dike û li ser girêkî li derveyî bajêr kelehek ava kiriye.[5] Piştre li dijî eşîrên cîran derdikeve. Ew wekî mîrekî diwar dihat hesibandin ku hemî dijberên xwe yên têkçûyî bidarve kiriye. Wî hewl daye ku herêma di navbera Zap a Mezin û Zap a Biçûk de bidest bixe.[4] Ji bo vê yekê ew diviyabû li dijî mîrektiya Baban şer bike. Di îlona sala 1823an de bajarên Herîr (1822), Koye (cotmeha 1823), Ranye (sibata 1824) û Mexmûr û Pirdê bidest xistiye.[4] Bi vî awayî wî Baban ji cih derxist û Zaba biçûk êdî sinorê di navbera mîrektiyên Soran û Babanê de bû. Waliyê osmanî li Bexdayê, Elî Rîza Paşa, nekarî tiştekî li ser bike.[5] Digel vê yekê, Muhemmed Paşa xwe serbixwe ragihand û wekî nîşana serweriya xwe di xutbeyên roja îniyê daye xwendin.[4] Wî dest bi avakirina artêşeke mezin û dest bi avakirina kargehan ji bo hilberîna çekan kiribû.[4] Herwiha wî pereyên ku li ser wan xwe wekî el-Amîr el-Mansûr Muhemmed Bîk bi nav dikir, dabû derxistin.[5]
Ji ber hilweşîna mîrektiya Babanê, şerê rûs û osmanî ji sala 1828 heta sala 1829an û şerê misir û osmanî ku ji sala 1831 heta sala 1833an berdewam kiribû li herêmê valahiyek di desthilatdariyê çêdibe. Di vê heyamê de Mîr Mihemed hêzeke eşîrî ber bi Rewandizê ve dibe û di heman demê de artêşeke ava dike. Di navbera salên 1831 û 1834an de çend bajar û bajarokên mîrektiyên din ên kurd bi dest dixe. Di sala 1831ê de ew deverên wekê mîrektiya Behdînan a Amêdiye bi dest dixe.[5] Kor bandora xwe berfirehtir dike ku heta deverên Mêrdîn, Cizîrê û Nisêbînê berfireh dibe û hikumdarê Botan Mîr Sevdîn neçar dike ku desthilatdariya wî qebûl bike ku ev yek li paytexta osmanî Konstantînopolîsê fikarên cidî çêdike. Piştre re Kor Akrêyê bi dest xistiye û êzîdiyên li herêmên nû hatine fetihkirin zilm kiriye.[5]

Paşê derfetek hat dayîn ku Muhemmed Paşa ku axa xwe berfireh bike. Mele Yehya ku endamekî eşîra Mizûrî ji mîrektiya Behdînan bû, di dijminatiyekê de ji Muhemmed Paşa alîkarî xwest. Serokê eşîra Mizûrî Elî Axa ji aliyê serokê eşîra êzîdî Mîr Elî Beg ve hatibû kuştin.[5] Lêbelê Mîrê Behdînanê Seîd Paşa qebûl nake ku mizûrî tolê hilînin. Ji ber vê yekê Mele Yehya serî li Muhemmed Paşa da û jê xwest ku tola xwe ji êzîdiyên li çiyayên Şingalê hilîne.[5] Piştre Muhemmed Paşa vê sefera cezakirinê pêk tîne ku mîrektiya Behdînanê desteser bike.[5] Wî bi rêya miftiyê xwe Mela Muhemmed Xaltî fetwayek li dijî êzîdiyan "kafir" da û di 1831/32an de li Zapa Mezin derbas dibe ku ber bi êzîdîyan here.[5]
Di sala 1832an de, Muhemmed Paşa û leşkerên wî li xetarê li dijî êzîdiyan şerekî pêk anîn. Piştre, wan êrîşî êzîdiyan li herêma Baedre-Şexanê kirin û gelek ji wan kuştin.[6] Di hewldanek din de, wî û leşkerên wî zêdetirî 300 gundên êzîdiyan dagir kirin. Di bin fermana Mîr Kor de, zêdetirî 10.000 êzîdî hatin sirgûnkirin û wan şandine Rewandizê û ferman didr ku an bibin misilman an jî bêne kuştin. Piraniya êzîdiyan bûn misilman û yên ku red kirin bibin misilman hatin kuştin.[6]
Mihemed Paşa bi hovîtîyeke mezin li dijî êzîdiyan tevgeriya û bi hezaran ji wan qetîl kir.[7] Hin ji êzîdiyên mayî ber bi Tor û Mûsilê ve reviyan.[7] Gund û keşîşxaneyên xiristiyan jî rastî êrîşê hatin û talan kirin. Piştî "tolhildana" serokê eşîrê, wî bajarê Akrê girt.[8] Piştî bidestxistina Akrê, paytexta mîrektiya Behdînan, Amêdî dikeve û Mîr Seîd Paşa direve. Bi ketina Amêdiyê re, tevahiya mîrektiyê bi tevahî ket bin desthilatdariya Muhemmed Paşa. Di vê demê de wî herêmê ji Zapa Biçûk heta çemê Xabûrê kontrol dikir.

Paşê Muhemmed Paşa ber bi bakur ve diçe û Cizîrê bidest dixe. Ji wir wî gef li bajarên Mêrdîn û Nisêbînê kir.[5] Lê gava Seîd Paşa ji nebûna wî sûd wergirt û serî hilda, neçar ma ku vegere Amêdiyê.[5] Muhemmed Paşa Seîd Paşa paşve xist û tolhildana xwe ya dijwar li ser bajêr girt.[5]
Osmaniyan ji ber tirsa hevkariya di navbera mîrektiya Soran û Muhemmed Elî Paşa yê Misirê de, di sala 1834an de artêşek şandin Soranê.[5] Mîr Kor karîbû van hêzan ji holê rake û ber bi Îranê ve here.[5] Ev yek bû sedem ku navdarên kurd ên ji Biradost, Akrê û Amêdiyê gilî û gazinan ji hikumeta osmanî li cem Reşîd Mehmed Paşa bikin û îdia bikin ku ew ji aliyê Mîr Kor yê Soranê ve hatine zilmkirin.[5]
Osmaniyan têgihîştina xwe ya li ser hêza mîrektiyê ji nû ve nirxandin û ji bo bindestkirina wê planeke pêşxistin.[9][10][11] Di sala 1836an de êrîşeke osmaniyan dest pê kir ku Mîr Kor neçar dimîne ku vekişe Rewandizê ku bi giranî ji ber nebûna piştgiriyê ji hevalbendên eşîrî paşve vedikişe.[12]
Têkçûna wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Siltanê osmanî li Konstantînopolîsê êdî nikarîbû bêçalak bimîne û li dijî Muhemmed Paşa seferber bû. Muhemmed Elî Paşa yê serhildêr ji osmaniyan re eşkere kiribû ku divê Muhemmed Paşa yê aciz neyê kêmkirin.[13] Gumanbariya ku herdu serhildêr di têkiliyê de ne pirsgirêkê girantir kir. Di sala 1834an de, artêşeke osmanî bi serokatiya Reşîd Mehmed Paşa ber bi Soranê ve hate şandin. Leşkerên ji parêzgarên osmanî yên Mûsil û Bexdayê tevlî artêşa wî bûn.[14]
Muhemmed Paşa di sala 1838an de li Rewandizê hat dorpêçkirin û têk çû.[5] Herwiha hêjayî gotinê ye ku Reşît Mehmet Paşa berê fetwayek dabû ku şervanên misilman ên Muhemmed Paşa qedexe dikir ku li dijî artêşa xelîfê osmanî şer bikin. Muhemmed Paşa bo Konstantînopolîsê hat gazîkirin û ji aliyê siltan Mehmûd II ve bi merasîmî hat pêşwazîkirin. Biryar hat dayîn ku Muhemmed Paşa bo Trebzonê bê sirgûnkirin. Lê di rê de, ew li herêma Deryaya Reş winda bû û împeratoriya osmanî birayê wî Resûl Beg wek mîrê mîrektiyê piştgirî kir. Mîrektî di dawiyê de dê bibe qurbanê siyaseta navendîbûna zêde ya împeratoriya osmanî.[13]
Tesîr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Muhemmed Paşa yê Rewandizê, ligel Bedirxan Beg, wekî yek ji pêşengên kurdperweriyê tê binavkirin.[15]
Muhemmed Paşa xwedî jêhatîbûnek bû ji bo hevrêzkirina artêşan û yekkirina eşîrên cûrbecûr ên kurd di bin yek sîwanê de tevî nakokiyên wan, wan li dijî hikûmeta navendî ya osmanî radikir.[16] Jêhatîbûnên wî yên leşkerî li dijî dijmin hişk û hovane bûn, ku ev yek bû sedema serjêkirina gelek girtiyan bi fermana Muhemmed Paşa.[16]
Ew bi berdewamî dijminatiya kêmneteweyên olî yên xiristiyan û êzîdî dikir ku di dawiyê de di gelek kampanyayên wî yên leşkerî de eşkere bû û berpirsiyarê mirina çend hezar êzîdî û xiristiyanan bû.[5][7] Wî êzîdiyan wekî perestvanên şeytan bi nav kir. Wî di sala 1833an de ferman da gelek meşên îstismarkirinê li dijî gundên xiristiyan ên wekî Elkîş.[7] Di dema serweriya xwe de, wî van kêmneteweyan wekî welatiyên pola duyem bi nav kir. Gelek girtinên ku wî ferman da bi taybetî li dijî parêzgarên êzîdî yên di bin desthilata wî de bûn. Armanca hişk a Muhemmed Paşa avakirina hebûneke serbixwe ya kurd-îslamî bû.[1]
Mîrasê wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Taybetmendiyên hişmendiya kurd a mîrektiya Soran hebûn, di nav de xwesteka yekkirina hemû deverên kurdî di bin yek desthilatdariyê de û bikaranîna cilên kurdî ji bo artêşa xwe. Li ser vê yekê, birayê Mîr Kor, Resûl, ji nivîskar û rêwiyê brîtanî Frederick Milingen re got:[17]
Bi jêhatîbûneke mezin, wî fikra mezin a rizgarkirina welatê xwe ji desthilatdariya siltanan û xurtkirina hêza malbata xwe anî bîra xwe. Bi yekkirina taybetmendiyên fetihkar û qanûndanêr, Muhemmed Paşa di berfirehkirina desthilatdariya xwe li ser wîlayetên cîran Kerkûk û Mûsil de û komkirina hejmareke mezin ji leşkerên kurd di bin ala xwe de karîbû.
Wekî din, lêkolîner Xalîb dinivîse:[18]
[Di] nav gelek sedsalan de di desthilatdariya osmanî de, [kurd] nekarîn hestek civakî di navbera kurdan û desthilatdarê serdest de ava bikin. Kurdan bextewariya xwe di bin Soran û mîrektiyên din ên kurd de bi bîr dianîn. Ji ber vê yekê, wan pêşwaziya rayedarên osmanî nekir. Bîranîna rabirdûyê ji bo bîranîna dîroka xwe girîng e.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b NEBEZ, Jemal (14 tebax 2017). Der kurdische Fürst MĪR MUHAMMAD AL-RAWĀNDIZĪ genannt MĪR-Ī KŌRA: Ein Beitrag zur kurdischen Geschichte (bi almanî). epubli. ISBN 978-3-7450-1125-8.
- ^ Ceylan, Ebubekir (30 tebax 2011). The Ottoman Origins of Modern Iraq: Political Reform, Modernization and Development in the Nineteenth Century Middle East (bi îngilîzî). Bloomsbury Publishing. rr. 49–50. ISBN 978-0-85772-041-2.
- ^ a b c Muhammad, Qadir Muhammad (14 kanûna pêşîn 2017). Kurds and Kurdistan in the View of British Travellers in the Nineteenth Century (thesis thesis) (bi îngilîzî). University of Leicester. pp.94–98.
- ^ a b c d e f g h i j k l m Muhammad, Qadir Muhammad (14 kanûna pêşîn 2017). Kurds and Kurdistan in the View of British Travellers in the Nineteenth Century (thesis thesis) (bi îngilîzî). University of Leicester. pp.94–98.
- ^ a b c d e f g h i j k l m n o p q Ates, Sabri (2021), Gunes, Cengiz; Bozarslan, Hamit; Yadirgi, Veli (edîtor), "The End of Kurdish Autonomy: The Destruction of the Kurdish Emirates in the Ottoman Empire", The Cambridge History of the Kurds, Cambridge: Cambridge University Press, r. 76, ISBN 978-1-108-47335-4, roja gihiştinê 15 kanûna pêşîn 2021
- ^ a b Jwaideh, Wadie (2006). The Kurdish National Movement: Its Origins and Development (bi îngilîzî). Syracuse University Press. ISBN 9780815630937.
- ^ a b c d Steinvorth, Daniel (22 kanûna pêşîn 2016). "Jagd auf den Engel Pfau | NZZ". Neue Zürcher Zeitung (bi almaniya bilind a swîsrî). ISSN 0376-6829. Roja gihiştinê 30 îlon 2019.
- ^ "The Assyrians in the Christian Asia Minor Holocaust". www.atour.com.
- ^ Aboona, Hirmis (2008). Assyrians, Kurds, and Ottomans: Intercommunal Relations on the Periphery of the Ottoman Empire (bi îngilîzî). Cambria Press. r. 173. ISBN 978-1-61336-471-0.
- ^ Ross, Henry James (1902). Letters from the East (bi îngilîzî). J. M. Dent & Company. rr. 62–63.
- ^ Laurie, Thomas (1853). Dr. Grant and the Mountain Nestorians (bi îngilîzî). Gould and Lincoln. r. 262. ISBN 978-0-7905-5103-6.
- ^ Eppel (2018), rr. 42-43.
- ^ a b Eppel (2018), r. 43.
- ^ Eppel (2016), r. 56.
- ^ Jwaideh, Wadie (19 hezîran 2006). The Kurdish National Movement: Its Origins and Development (bi îngilîzî). Syracuse University Press. r. 99. ISBN 978-0-8156-3093-7.
- ^ a b Eppel (2016), r. 48-49.
- ^ Millingen (1870), r. 184.
- ^ Ghalib (2011), r. 111.
Bîbliyografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ebraheem, Sharameen (2013), The Impact of Architectural Identity on Nation Branding: The Case Study of Iraqi Kurdistan. (PDF), Manchester Metropolitan University's Research Repository
- Eppel, Michael (2016), A People Without a State, The Kurds from the Rise of Islam to the Dawn of Nationalism, Routledge, ISBN 978-1-4773-0911-7
- Eppel, Michael (2018), "The Kurdish emirates", Routledge Handbook on the Kurds, Routledge Handbooks Online, rr. 35–47, doi:10.4324/9781315627427-4, ISBN 978-1-138-64664-3, S2CID 186808301, roja gihiştinê 1 gulan 2020
- Ghalib, Sabah Abdullah (2011), The Emergence of Kurdism with Special Reference to the Three Kurdish Emirates within the Ottoman Empire, 1800-1850 (PDF), University of Exeter, ji orîjînalê (PDF) di 17 kanûna pêşîn 2022 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 1 gulan 2020
- Millingen, Frederick (1870), Wild Life Among the Koords, Hurst and Blackett, roja gihiştinê 1 gulan 2020
- Mustafa, Amanj Ahmad (2019), سیاسهتی دهوڵهتی عوسمانی بهرانبهر میرنشینی سۆران له سهردهمی میر محهمهدی ڕەواندزید (-) (bi kurdî û îngilîzî), Soran University, doi:10.31918/twejer.1923.10 (neaktîv 1 tîrmeh 2025), ji orîjînalê di 30 hezîran 2022 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 1 gulan 2020
{{citation}}: CS1 maint: DOI inactive as of 2025 (lînk)