Mîrzebegan

Mîrzebegan
Mîrzabega
Mirzabey
Mîrzebegan
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Diyarbekir
Navçe Bismil
Nahiye Seletê
Demografî
Gelhe (2009) 891[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°54′56″Bk 41°0′34″Rh / 37.91556°Bk 41.00944°Rh / 37.91556; 41.00944
Bilindayî 640 m
Koda postayê 21520
Koda telefonê (+90) 412
Mîrzebegan li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Mîrzebegan
Mîrzebegan
Mîrzebegan (Tirkiye)
Map

Mîrzebegan, an jî Mîrzebega (1946: Mirzebegan[2], bi tirkî: Mirzabey), gundekî ser navçeya Bismila Diyarbekrê ye. Aquba, Sinanê, Mezra Evdilqadir, Kalikiyê, Xincika, Kelpîço, Gundik û Indirîsa gundên cîranê wê ne. Yek ji wan gundên ku nêzîkê Êlihê ne.

Gundekî herî mezin e, 180 mal tê de heye. Sê bavikê mezin ku ji warê tê gotin: Mala Şêxa, Mala Mela, Mala Baraviya û çend bavikên din jî tê de dijîn weki Mala Bego, Mala Paşo, Mala Hecî Smail, Mala Sofiyê Kayê, Mala Hecî Brako; ji bilî van bavikan çend bavikên piçûk jî tê de hene.

Di gund de yekîtiyek herî xweş heye. Kêf û şahiyê bi hevre dikin û şîn û kesera bi hevre dikşînin.

Xwendevanên medresa û dibistana gellek in. Mele û mamosteyên herî hêja tê de hene ji bilî wan endazeyar, karsaz, parêzer, hosteyên avahiya, hosteyên baroyê avê ji tê de hene. Aboriya wan bi ajotina zeviyan e, çandiniyên bi pirahî: pembû, genim, ceh û nîsik in. Heywana ji xweyî dikin; mêşin, bizin û çêlekên wa hene. Mastê wan û nexasim penêrê wa bi navûdeng e. Lê mixabin van salên paşî xweyîkirina heywana kêm bûye. Li rojavayê gund çemê piçûk derbas dibe û li rojhilat jî çemê mezin (çemê Bişêriyê) derbas dibe.

Çun o hatına Batmané pır hesaye lewra rojén pénc cara serwisa Bedri dı çe o té. gündi hewceyiyén xwe lı Batmané bı ci tinın. Jı lazmatiyén jı nışkave dı heb dıkan ji hene dıkana Remezan o dıkana Hesen.

Çun o hatına navçeya Bısmılé tené jı bo karén fermî (resmi) karé Yeşilqerta, o perén zarokaye. jı bıli van tışta serdana mala xezura o jı bu serdana ziyareta Şéxé Erebkendé ji çunu hatın çé dıbe.

Şebeka avé heye Lé av tıneye, loxéré bıné erdé hatıne çékırın lé xıtmandine, sé heb trafo hene lé elatrik tıne, xeta doğalgazé dı günd de dıçe lé doğalgaz tınne, Qenala avé hatiye çékırın lé av nehatiye berdan, sağlık ocaği heye lé doktor tınne,darıstan heye lé lojman tınne, Lé belé hızur, yekiti, brati, o dıgelhevi heye. jıxwe ku ev tınebın é dın hebın ji qiymet jére tünneye.

Demén beré petêx o zebeşén pır xweş hebun, tırşi ji gava bı zebeşre dıhaté xwarın gellek xweşbu. Lé mıxabın vi zemani kes seréxwe pére na éşine.

Leystık ji hebun weki xar û pere, kap, darûqîtik, xezalê, zellê zellê, topaç, tefş û gok, kulîkan, kerkê reş û dirêj, leystika niftikê, sê gavê, kevrê qewetê û leystika bi elatrîkê (el feneri), tew, çı feyde yek jı van leystıka ji nema.

Bı şevé gohdariya çirokén Xalê Îsmet, Xalê Receb, o nérina şıbaké ka berf té an nay, jı her tışti xweştırbu... ne çirok man, ne berf té o ne ji Xalé Receb... xwedé rehma xwe léke. Xalê Îsmet ji extiyar buye lé héji dıbéje "eyniye" Hecî Nezir ji çirokén nuwaze dıgot, jı xwe, dı rojiya remezané de gohdari kırına azana Xalê Hecî Ehmed jı her tışti xweştır bu.

Xalê Evdirehmanê Hafiz dermané kurmanci dı ani günd ew ji édi nay, o dı servan tışta teva de kaçaxçi dı hatın günd çerma dı kırin o şekrê nanelî dıfrotın. Demma wan ji derbasbu...

Herêmên gund[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Guharkê Yasino, Bestê, Kanikê, Mexerê, Zillek, Girê Hewarê, Newala Kuştiya, Mexera Dêrsim, Kanî Tatîk, Kaniya Ebo, Cêwikê, Girê Ahmo, Qulê Rovî, Rêya Aş, Kaniya Qaso, Çettê û Darê Têlê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ tuik, 2009
  2. ^ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.
  • Hemwelatiyekê/a ji gundê Mîrzebegan.