Mîtoz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mîtoz beşek ji çerxa jiyana xaneyê ye.

Mîtoz an jî dabeşbûna mîtozî (bi înglîzî: mitosis) pêvajoya dabeşbûna xaneyê ye ko kromozom duhende dibin û bi awayekî yeksan di navbera du xaneyên keç de tên parvekirin.

Di zimanê yewnanî de ji bo dezî peyva “mitos” tê bikaranîn.[1] loma dabeşbûna mîtozî wekî “dezîyedabeşbûn” jî tê navkirin

Mîtoz beşek ji çerxa xaneyê (bi înglîzî: cell cycle) ye. Çerxa jiyana xaneyê ji du qonaxên serekî pêk tê, qonaxa înterfaz û qonaxa mîtozî (bi înglîzî: M phase).[2] Herwisa qonaxa mîtozî jî ji du beşan pêk tê, mîtoz û sîtokînez.[3] Di pêvajoya mîtozê de, kromozom û sentrozomên makexaneyê parve dibin. Parvebûna kromozoman wekî karyokînez tê navkirin. Di dawiya karyokînezê, sîtokînez dest pê dike. Di pêvajoya sîtokînezê de sîtoplazma û endamokên makexaneyê di navbera herdu xaneyên keç de tên parve kirin.[2]

Bi dabeşbûna mîtozî her ko hejmara xaneyên zîndewer zêde dibe, zîndewer jî geşe dibe. Herwisa xaneyên ziyangirtî jî bi mîtozê tên nûkirin. Li gor cora xaneyê û cora zîndewerê, dibe ko maweya dabeşbûna mîtozî çend xulek an jî çend saet be.[4]

Hemû zîndewerên firexaneyî, di despêka jiyana xwe de tekxaneyî ne. Ev yek xane bi dabeşbûna mîtozî dibe 2,4,8,16,32,64.....

Wekî mînak, jiyana mirov bi yek xaneyek, xaneya zîgot dest pê dike. Zîgot bi dabeşbûna mîtozî hejmara xaneyan zêde dike. Di laşê mirovê temenê pêgihîştî de 10 trîliyon heta 50 trîliyon xane heye.[5] Evan hemû xaneyan bi dabeşbûna yek xaneyek peyda dibin. Her çiqas erk û pêkhateya şane û endamên laş ne yek bin jî, hemû xaneyên laş ji aliyê zanyariyên bomaweyî de heman in. Ji xeynî sperm û hêkexaneyê, hemû xaneyên mirov 46 kromozom lixwe digirin. Di kromozomên hemû xaneyên laş de hejmar û cihên genan heman in. Ango hemû xane kopyayê hev in.[5]

Dabeşbûna mîtozî ne karekî hêsan e. Dema xane dabeş bibe, divê hemû endamok, sîtoplazma û kromozomên xaneyê, bi herdu xaneyên keç ve bi yeksan were parvekirin. Bi dabeşbûna mîtozî ji makexaneyê (dayikêxane) du xaneyên keç çêdibe. Xaneyên keç di derbarê zanyariyên bomaweyî (genetîkî) de wekhev in û kopyayên makêxaneyê ne.

Di pêvajoya dabeşbûna mîtozî de evan gavên sereke yên li jêr li du hev rû didin.[6]

1. Hilweşîna parzûna navikê ya makexaneyê

2. Rêzbûna kromozoman li ser xêza ekvatori ya makexaneyê

3. Ji hev cihêbûn û parvebûna kromozoman

4. Ji nûve çêbûna parzûna navikê li dora herdu komên kromozoman

5. Parvebûna sîtoplazma û endamokên makexaneyê.

Mîtoz ji 5 qonaxan pêk tê.[7] Profaz, Prometafaz, Metafaz, Anafaz, Telofaz .

Di zîmanê yewnanî de φάσις (fasîs) ji bo peyva qonaxê tê bi kar anîn. [8]

Ji bilî vê,

wateya πρό (pro) pêşî[9]

a μετά(meta) li navber, paşê [10]

a ἀνά (ana) ji her yekê [11]

a τέλος (telos) dawî ye. [12]

Di rastiyê de navbera van qonaxan da bêhnvedan (sekinandin) tune ye, ji serî hetanê dawî, dabeşbûn bê navber didome.[13] Evan qonaxan ji bo gav bi gav çavderîkirina tevgera kromozom û endamokên xaneyê tên bikaranîn.

Bi dabeşbûna mîtozî ji makexaneyek, du xaneyên keç peyda dibe.

Profaz (Qonaxa amadeyî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema xane ne li ser karê dabeşbûnê da be, kromozomên xaneyê wekî kromatîn bi nav dibin. Kromatîn mîna rîşalkên dirêj û zirav in, bi duhendebûna ADNyê kopiyekî ya her kromatînê tê çêkirin. Di dema dabeşbûnê de, divê her kopiyekî kromotîn biçê xaneyek. Lê kromatîn pir dirêj in, rîşalkên kromatînan mîna rîsên gilokên vekirî li nav hev dikevin, di vî rewşê de ji hev cihêbûna kromatînan gelek zor e. Di qonaxa profazê de rîşalên kromatînê, xwe li dor xwe dipêçînin, gilok dibin û hê pirtir kin û qalind dibin.[3] Sentromerên her du kromatîdên xwîşk xwe bi hev girê didin. Kromatîdên xwîşk bi alikariya proteînek, bi navê proteîna kohesîn (cohesin) xwe li hev digirin.[14] Di vê qonaxê de navikoka makexaneyê winda dibe. Sentrozom ji hev cihê dibin û her yek ber bi cemserek xaneyê ve diçin. Li navbera sentrozoman de çêkirina rîşalên teşiyê dest pê dike.[15] Rîşalên teşiyê ji mîkrotubulan pêk tê.[16]

Rîşalên teşiyê sê cor mikrotubul lixwe digire. Mîktotubulên kînetokorî, mîkrotubulên cemserî û mîkrotubulên stêrî.[3] Mîkrotubulên kînetokorî ji herdu cemseran dirêj dibin û xwe bi kînetokorên kromozoman ve girê didin, kromatîdên xwîşk ber bi cemserên makexaneyê dikişînin.[7] Mikrotubulên cemserî, di qonaxa anafazê de ji bo dirêjbûna xaneyê kar dikin.[14]

Mîkrotubulên stêrî mikrotubulên kurt in, di her cemserek de ji bo girêdana rîşalên teşiyê kar dikin. Herwisa aresteya rîşalên teşiyê ji aliyê mîkrotubulên sterî ve tê dîyarkirin.[17]

Xaneyên riwekan sentrozom lixwe nagirin, lê dîsa jî rîşalên teşiyê ava dikin.[18]

Xaneya ajal di qonaxa profazê de.

Prometafaz (Qonaxa pêşkemerî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Parzûna navikê dest bi parçebûnê dike. Mîkrotubul ji her du cemseran dirêj dibin û hinekê ji wan dikevin nav navikê. Kromozom hê pirtir gilokî dibe. Herdu kromatîdên kromozomê di sentromerên xwe de kînetokor cih dikin. Hinek ji mîkrotubulên kînetokorî xwe bi kînetekoran ve girê didin.[5]

Xaneya ajal di qonaxa prometafazê de.

Metafaz (Qonaxa kemerî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sentrozom li her du cemseran cih dibin. Kromozom hê pirtir xwe li dor xwe dipêçînin. Bi vî awayî kromozom kintir û qalindtir dibin, di bin mîkroskoba ronakî de baş xuya dibin. Kromozom li ser xêza ekvatorî ya xaneyê de rêz dibin. Ev xêza ekvatorî wekî ‘sêniya metafazê’ tê navkirin. Her yeka kromatîdên xwîşk bi mîkrotubulên kînetokorî yên dijber ve tê girêdan.[3] Metafaz qonaxa herî dirêj a mîtozê ye.[14]

Xaneya ajal di qonaxa metafazê de.

Anafaz (Qonaxa cihêbûnê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mîkrotubulên cemserî ji her du cemseran ve xwe dirêj dikin. Gava li hev diqelibin (rastê hev tên), hevdu tehn didin, bi vi awayî xane dirêj dibe û şiklê teşiyê digire. Bi qelişîna proteîna Kohesîn a navbera kromatîdên xwîşk, ji hev cihêbûna kromatîdan jî dest pê dike.[19] Mîkrotubulên kînetokorî di serê bi kînetokor ve girêdayî de xwe hildiweşînin û kin dibin, kromatîd li ser mîkrotubulan ber bi cemserê tevdigerin. Her yeka kromatîdên xwîşk ên ji hev qetiyanê, êdî wekî kromozom tên navkirin.[16]Anafaz qonaxa herî kin a mîtozê ye.

Xaneya ajal di qonaxa anafazê de.

Telofaz (Qonaxa kotahî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi vî qonaxê ve êdî di nav xaneyê de du navik çêdibin. Li derdora navikan parzûna navikê peyda dibe. Parzûna navikê kromozoman ji sîtoplazmayi cihê dike.

Hemû mîkrotubulên rîşalên teşiyê hildiweşin bo tubulîn. Tubulîn ji bo dirustkirina peykerexaneyên xaneyên keç tên bikaranîn.[13]

Di nav navikan da navikok cardin çêdibin. Kromatînên badayî yên kromozoman, xwe ve dikin, zirav û dirêj dibin.[20] Ber bi dawiya telofazê, dabeşbûna navikê (karyokînez) diqede û du navikên wekhev peyda dibe.[21]Telofaz qonaxa dawî ya mîtozê ye.

Xaneya ajal di qonaxa telofazê de.

Sîtokînez[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji xeynî çend coran, hema bigre tevahiya xaneyên navikrasteqîneyan (eukaryotan) piştê dabeşbûna navikê, hewl dide ko sîtoplazma û endamokên xaneyê jî parve bike. Sîtokînez bi qonaxa anafazê dest pê dike, di qonaxa telofazê de didome û berê înterfaza nû jî diqede.[19]

Gavên dabeşbûna sîtoplazmayê (sîtokînez) di xaneya ajal û a rîwekan da ne mîna hev e.

Sîtokîneza xaneya ajalan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xaneyên ajalan bi parzûnek gelek tenik û qayîşokî dorpêçî ne. Sîtokînez bi qelîştoka dabeşbûnê dest pê dike. Xane ji qada xêza ekvatorî ya metafazê girj dibe û gelîştoka dabeşbûne çêdibe. Girjbûna deziyên (rîşalkên) aktîn û miyozînê, parzûna xaneyê ber bi hundirê sîtoplazmayê ve dikişîne. Her ko girjbûna rîşalkên bin parzûnê zêde dibe, xelaka girjdar teng dibe dawiya dawî makexane dibe du parçe.[22] Ev herdu xaneyên keç, ji ber hêla genetîkî ve wekhev in, loma ev her du xane wekî xaneyên xwîşk jî tên navkirin. Lê mêjera sîtoplazma û endamokên xaneyan dibe ko ne yeksan be.

Sîtokînez di xaneya ajal de.

Sîtokîneza xaneyên riwekan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xaneyên riwakan jî mîna yên ajalan bi parzûnek tenik û qayîşokî dorpêçî ne. Lê parzûna xaneyên riwekan bi diwarê xaneyê dorpêçî ye. Dîwarê xaneyê mîna parzûna xaneyê qayîşokî nîn e, loma qelîştoka dabeşbûnê çênabe. Xaneyên riwek bi lewheya dabeşbûnê sîtoplazmayê parve dikin.

Dema hê qonaxa telofazê didome, ji heybera Golgîyê kîsikok çêdibin, mikrotubul van kîsikokana diguhezînin xêza ekvatorî ya xaneyê. Di nav kîsikokan de ji bo dîwarên xaneyê materyel hene.[23] Bi van kîsikokan levheya dabeşbûnê ji navenda xaneyê, ber bi parzûna xaneyê durist dibe û xwe bi parzûne ve dizeliqîne. Êdî lewhe wekî dîwar tê navkirin. Bi vî awayî ji makêxaneyê du xaneyên keçik çêdibin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ mitosis. (n.d.) Medical Dictionary for the Health Professions and Nursing. (2012). Retrieved June 29 2022 from [1]
  2. ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  3. ^ a b c d Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  4. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "mitosis". Encyclopedia Britannica, 5 Feb. 2020, [2]. Accessed 29 June 2022.
  5. ^ a b c Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  6. ^ Clark, D. P., Pazdernik, N. J., & McGehee, M. R. (2018). Molecular Biology (3rd ed.). London: Academic press,Elsevier.
  7. ^ a b Cell biology and histology / Leslie P. Gartner, James L. Hiatt, Judy M. Strum. — 6th ed.
  8. ^ Phase.” Merriam-Webster.com Dictionary, Merriam-Webster, [3]. Accessed 28 Jun. 2022
  9. ^ Webster’s New World College Dictionary, 4th Edition. Copyright © 2010 by Houghton Mifflin Harcourt.,
  10. ^ Meta.” Merriam-Webster.com Dictionary, Merriam-Webster, [4] Accessed 28 Jun. 2022
  11. ^ Most material © 2005, 1997, 1991 by Penguin Random House LLC. Modified entries © 2019 by Penguin Random House LLC and HarperCollins Publishers Ltd
  12. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 30 hezîran 2022 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 30 hezîran 2022{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  13. ^ a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  14. ^ a b c Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  15. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  16. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  17. ^ Felipe Mora-Bermúdez, Fumio Matsuzaki, Wieland B Huttner (2014) Specific polar subpopulations of astral microtubules control spindle orientation and symmetric neural stem cell division eLife 3:e02875. [5]
  18. ^ Berk, A., Kaiser, C. A., Lodish, H., Amon, A., Ploegh, H., Bretscher, A., & Krieger, M. (2005). Molecular Cell Biology (5th ed.). CA.
  19. ^ a b Alberts, B., Johnson, A., Lewis, J., Morgan, D., Raff, M., Roberts, K., & Walter, P. (2014). Molecular Biology of the Cell (6th ed.). NY: Garland Science.
  20. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  21. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  22. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  23. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.