Miso

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Mîzo hat beralîkirin)
Mîzo bi tofû, wakame
Mîzo, çorsane hatiye amadekirin, mînak ji bo taştêyê

Miso (bi japonî: 味噌汁 mîsoşîrû) şorbeyeke japonî ya neteweyî ye. Yên ku tehma xwe didin vê xwarinê dashi (stoka masiyê) û miso (mergeya soyayê) ye. Berkeliya (melzemeyê) bingehîn jî tofu, wakame (kefzera, kevza deryayî ya tenik û kesk) û pîvaza biharê ye. Gorî demên salê (werz) kuvark (bo mînak Shiitake) jî tê tevlîkirin.

Ev şorbe wekî xurînî, pêşxwarinî û xwarina sivik di danên rojê de tê servîskirin. Pirranî taştêyê de dixwin. Serê salê bo nermijîkirina kulîçeya bi navê mochi jî bikartînin. Japon xwarinên xwe pirranî bi darikan dixwin, vê şorbeyê jî. Bi darikan ji nav berkeliya tîr digirin, ava wê jî firr dikin (vedixwin).