Here naverokê

Mûşspor 2015

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mûşspor
Agahiyên gelemperî
Navê tev Klûba Mûşsporê (Yaneya Mûşsporê)
Sala damezirandinê 2015
Reng  Zer  Spî 
Yarîgeh (stadyum) Yarîgeha Mûşê
Mûş
(6.000 temaşevan)
Serok Fatih Cengiz
Rahêner Fatih Çardak
Mayo
Mal
Mêvan
Sêyem

Mûşspor yek ji yaneyên futbolê yên bajarê Mûşê ye ku di sala 2015an de hatiye avakirin ku niha di Lîga duyem de dilîze.

Tîm ji 2022an heta sala 2024an di Lîga sêyem de lîstiye piştre di dansala 2023 û 2024an de dibe şampîyona koma xwe û derdikeve Lîga duyem.

Tîm di sala 2015an de bi navê Muş Menderesspor hatiye damezrandin.[1] Di dansala 2015 û 2016an de dema ku di Koma Aya Lîga yekem a amator a Mûşê de bû, dest bi têkoşîna xwe kiriye. Piştî ku heta dansala 2017 û 2018an di lîgên amator ên Muşê de dilîze, cara yekem di dîroka xwe de bi serketina xwe yê li hemberê Muratsporê di maça play-off a lîga amator a herêmî de bi skora 1-0 ku maçê hildide, derbasî lîga amator a herêmî dibe.

Di dansala 2021 û 2022an di maçên koma herêma 1em de ku li Stadyuma Ortahisar Yavuz Selim hatibû lîstin, bi çar puanên berhevkirî Mûşspor di gera play-off dibe şampiyon û cara yekem di dîroka xwe de derbasî Lîga sêyem dibe.

Di dansala 2023 û 2024an de di Lîga sêyem de, rêza sêyem de bi serketî temam dike û beşdarî play-off a Lîga duyem dibe. Muşspor di maçên play-off de derbasî fînalê dibe lê di maça dawî de bi penaltiyan bi awayeke dramatîk maçê winda dike û li gel hemî têkoşîna xwe şansê xwe yê derketina Lîga duyem winda dike.

Muşspor di heman dansalê de di koma 1em ya Lîga sêyem de dilîze di rêza sêyem maçên komê bi dawî dike û di gera play-off de Silifke Belediyespor, Belediye Kütahyaspor û Karşıyaka piştre jî di fînalê de Balıkesirspor têk dibe bi vî awayî şampiyoniya xwe bi dest dize û cara yekem di dîroka xwe de derbasê lîga duyem bûye.[2]

  1. ^ haber.kurumsalx.com. "Navê Menderessporê guherî" (bi tirkî). Roja gihiştinê 28 îlon 2025.
  2. ^ "Muşspor piştî 31 salan di lîga 2yem de ye". Sabah (bi tirkî). Roja gihiştinê 28 îlon 2025.