Mûsil

Mûsil
Mûsil - Musul
Bajarê Mûsilê û çemê Dîcle
Mûsil li ser nexşeya Iraq nîşan dide
Mûsil
Mûsil
Mûsil (Iraq)
Kargêrî
Welat Başûrê Kurdistanê
Dûgel Îraq
Parêzgeh Neynewa
Demografî
Gelhe 2.600.000 (2008)
Erdnîgarî
Koordînat 36°21′00″Bk 43°09′00″Rh / 36.35000°Bk 43.15000°Rh / 36.35000; 43.15000

Mûsil navçe û bajarekî Başûrê Kurdistanê ye ku dikeve ser sinorê Bakurê Kurdistanê û Başûr-Rojavayê Kurdistanê. Mûsil yek ji bajarên herî mezin ên Iraqê ye. Li navçeya Mûsilê bi zaravayê kurmancî tê peyivîn. Şoreşa Mûsilê bi sebeba DAİŞ'ê bû

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî 5000 salan kurd li bajare Mûsilê hene[çavkanî hewce ye]. Di destpêkê de, di dema aşûriyan, navê bajar Nînewa (Neynewa) bû. Wexte mitaniyan kurd li Mûsilê hebûn[çavkanî hewce ye], navê bajar Muisil bû, ne Musil. Ereban navê Mûsilê gihorand bû Musil. Berê hatina Araban kurd li wi bajarî hebûn. Niha 50% ji xelkê bajêr kurd in. Wekî din li bajêr ereb, asûrî, ermenî, kurdên êzîdî, sunî, û kurdên şabak dijin.

Lîwaya Mûsilê di sala 1957an de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rewşa îro ya Mûsilê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sererray ew hemûwe derkirdin û kûştin û qedexe kirdin î ziman û gorrîn î nasname û... bellam ta êstaş kurd le şarî Muisil da her hen betaybetî le Rojhellat î em şare 50% bellam zor bedaxewe lelayen hendêk le kurdekanewe Musil wekû şarêk î Kurdistanî hisab nakirê.Legell hatin î Samîyekan wate Ereb derkirdin î kurd le Parêzga y Muisill û Şar î Muisill betaybetî zor buwe be şêweyek ke ta êstaş her berdewame we em siyasete dirêje y he ye tenanet le paş kotayî hatin î Rijêm î Be's î Ereb î Êraqî xellkan î ereb î têrorist î em şar e estawin be tirsandin î kurd û derkirdin î kurd takû şareke becê bihêllin le sallî 2003 we takû êsta 2000 mall î kurd î em şare em şareyan becê hêştuwe şayen î bas e ke lelayen hîç hizb û layenêk takû êsta bas û awirrêk le xellk î kurd î çewsawe y em şare nedirawetewe bigire be kurdistanîşî le qellem nayen.

Rewşa di sala 2014an de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di meha xizîrana 2014an de ji aliyê Hikûmeta Îraqa Federal ve hate ragihandin ku ketina bajarê Mûsilê bo jêr desthilata DAÎŞê bêdeng bû û civata parêzgeha Mûsilê jî daxwaz kir pêşmerge maytêkirinê bike û danûstandin bo vê pirsê hate kirin.

Li gorî çavkaniyan, "Mûsil bi temamî ketiye di destê (DAÎŞ)ê de, lê heta niha hikûmeta Îraqê li beramber alozyîn Mûsilê bêdeng e, niha danûstandin têne kirin ku hêzên pêşmerge bo wan deveran bêne hinartin ji ber ku bi tenê pêşmerge dikare rewşa Mûsilê aram bike[1]".

Xelkê Mûsilê bi kom yê ber bi herêma Kurdistanê û parêzgeha Dihokê ve tên û Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir hevkariya xelkê Mûsilê di vê rewşê de ji Hikûmeta Federal kiriye.

Di xizîrana 2014an li parêzgeha Dihokê sê kampên penaberên mûsilî hatin avakirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Beşar Kîkî, serokê civata parêzgeha Mûsilê, Rojnameya War, 11.06.2014.