Here naverokê

Mücahit Bilici

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mücahit Bilici
Jidayikbûn1973
Farqîn, Amed
PîşeNivîskar, sosyolog, rojnamevan, akademîsyen
Zimanê nivîsinêZimanê tirkî, îngilîzî
NeteweKurd
Berhemên navdar
  • Hamal Kürt (2017)
  • İslam'da Savaş Bitmiştir (2016)
  • Bir İsme Tutunmak (2017)
Malperhttp://mucahitbilici.net/
biguhêreBelge

Mücahit Bilici (z. 1973, Farqîn, Amed[1]) civaknasekî kurd e. Ew li Zanîngeha New York, John Jay College, dersên civaknasiyê dide.[2]

Di 1973an de li Farqînê ji dayîk bûye. Wî ji Dibistana Amadehî ya Farqînê mezûn bû, beşa civaknasiyê li Zanîngeha Bosforê xelas kir û doktoraya xwe li Zanîngeha Michigan Ann Arbor temam kir. Bîlîcî, ku berê ji bo rojname û kovarên wekî, Taraf, Yeni Yüzyıl, Kovara OT de qunciknivîsiyê dikir. Bîlîcî, di navbera 2013-2015an de di rojnameya Tarafê de, di navbera 2015-2016an de di rojnameya Yeni Yüzyılê de û di navbera salên 2018-2019an de di OT Dergi’yê de nivîsandiye. Ji 2019an û pê ve di Gazete Duvar’ê de qunciknivîsiyê dike.

  • Hamal Kürt, Weşanên Avestayê, 2017.
  • İslamda Savaş Bitmiştir (2016).
  • Bir İsme Tutunmak (2017).
  • Amerikan Rüyası - Yeni Başlayanlar İçin (2006).
  • Kırk Aynadaki Güneş [2006, çapa berê Gökçekimi (1999)].
  • Finding Mecca in America: How Islam Is Becoming an American Religion, (University of Chicago Press, 2012)
  1. ^ "Mücahit Bilici" (bi tirkî). Ji orîjînalê di 15 tebax 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 tebax 2020.
  2. ^ "Mucahit Bilici". Malpera Zanîngeha John Jay (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 2 tîrmeh 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 tebax 2020.