Mafên siruştî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mafên siruştî, mafên xwezayî, mafên xweriskî mafên gerdûnî ne ko wesa dihên bawerkirin ko tiştekê gewherîn yê hebûna mirovan in û negirêdayî kiryar, biryar û baweriyên wan in.

Têgeheka mafên siruştî li dema rewşenhizriyê ji teoriya qanûna siruştî wekî dijîtiyeka Mafê Esmanî yê Şahî hat meydanê û jibo lîberalîzmê bû piştevaniyeka exlaqî.

Mafên xweriskî beranberî mafên qanûnî dihên: Mafekê siruştî bê ko hukmet an civak jî wê biparêzin her heye, lê mafê qanûnî ew e ko ji aliyê hukmetê an civakê ve jibo parastina berjewendiyên endamên civakê hatine diyarkirin. Ka kî maf siruştî û kî maf qanûnî ne mijara danûstanên gerim yên felsefî û siyasî ye.