Mahabharata
Mahabharata
| |
|---|---|
| Ziman | Sanskrît |
| Nivîskar | |
| Cure | Helbest |
| Şêwe | Helbesta epîk |
| Karekterên wê | |
| Pêk tê ji | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Mahabharata (bi sanskrîtî: महाभारतम्, Mahābhāratam; tê maneya 'Bharata Mezin') yek ji du epopeyên mezin ên sanskrîtî yên Hindistana kevnare ye ku di hinduîzmê de tê hirmet kirin, yê din jî Ramayana ye.[1] Her du metnên smrîtî ne, û bi hev re wan bi nav Itihasa têne zanin. Tê hesab kirin ku ew cara yekem di navbera 400ê b.z. û 400ê p.z. de hatiye nivîsandin, lê li ser adetên kevn ên berî winda ye. Ew bi xwe di heman çaxê de 100.000 beytên hevduha digire.
Mahabharata di hejdeh beşan de û bi yek pêvek de tê parçe kirin û li hevra bi çîrokê sereke destan çend sed çîroka derveyî û bûyerên biçûk ên din dihewîne. Bi seretayî, ev epoyê fireh bi gî mijarên re têkildar e ku di hinduîzmê de giring in: bi heyata xelatan, bi mirin û ji nû zayîn, bi Karma û Dharma (rastî û rêgez), dilşadî û êş nîşan dide, encamên eserên baş û nebaş, qurbankirinê, herwiha çaxên cuda, bi Xwedan re têkildar e û kilamên kevnar ên pîroz deynî dike.
Çîrok şerê navbera Kauravan û Pandavan diyar dike ku du malbatên ne ku mayrî hev in, di qada şerê Kurukşetra (bakurê Delhî) de. Pir ewle ye ku li bingeha wê bûyereke tarîxî heye; ji bo gelek hindiyan ew çîrok wî rast bûye. Şer wekî şerê birayên xurt tê pêşandin ku di nav de gelek însan mirin. Ew jî çarçoveya dramayî ya Bhagavad-Gîta (Xwedayê kilamê) dipêkîne.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Datta, Amaresh (1 kanûna paşîn 2006). The Encyclopaedia of Indian Literature (Volume Two) (Devraj to Jyoti). Sahitya Akademi. ISBN 978-81-260-1194-0.
Bîbliyografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- J. Brockington. The Sanskrit Epics, Leiden (1998).
- Keay, John (2000). India: A History. Grove Press. ISBN 978-0-8021-3797-5.