Makedonyaya Navîn (parêzgeh)
Makedonyaya Navîn Κεντρική Μακεδονία | |||
---|---|---|---|
| |||
![]() | |||
Rûerd | |||
• Giştî | 18,810,52 km2 (7262,78 sq mi) | ||
Gelhe (2011) | 1,882,108 | ||
Dem |
| ||
Malper | pkm.gov.gr | ||
biguherîne![]() |
Makedonyaya Navîn, (bi grekî: Κεντρική Μακεδονία, Kentrikí Makedhonía, [kedriˈki makeðoˈnia]) yek ji sêzdeh herêmên îdariyên Yewnanîstanê ye. Herêm, ji beşa navendî û dîrokî ya Makedonyayê pêk tê û li herêmê bi qasî 1.9 mîlyon kes lê jiyan dike.[1]
Erdnîgarî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Herêma Makedonyaya Navîn li bakurê Yûnanîstanê ye û bi herêmên Makedonyaya Rojava, Tesalyaya Başûr, Makedonyaya Rojhilat û Trakya ve girêdayî ye û li bakur li sînorên navneteweyî yên Yewnanistanê bi Komara Makedonyaya Bakur û Bûlgarîstanê ve hatiye dorpêçkirin. Aliyê başûr perav e û bi kendavên Thermaic, Toroneos, Singitic û Strymonic ve hatiye dorpêçkirin. Bajar û paytexta herî mezin a herêmê Tesalonîkî e. Serres duyemîn bajarê herî zêde hêjmara niştecihên wî zêde ye. Li pey wê bajarên Katerini, Veria û Giannitsayê tê.
Makedonyaya Navîn bi erdnîgariya xwe deşt e û bi gelek çeman ve, hem di sektora seretayî de û hem jî di sektora navîn de gelekî pêşketî ye. Deşta herî mezin a Yewnanîstanê, li Makedonya Navîn e. Thessaloniki ku metropolê Makedonyayê ye, duyemîn bajarê mezin ê Yewnanîstanê ye. Çiyayên herî bilind ên herêma Makedonyaya Navîn çiyayên Olympus 2.918 m, Çiyayên Voras 2.524 m, Çiyayên Pierian 2.193 m, Çiyayên Vermio 2.065 m, û Çiyayê Athos 2,033 mîtro bilindahiya wan heye. Çemên mezin jî Halîakmon, Axîos, Loudiya û Galîkos (Echedoros) in ku hemû çem diherikin Kendava Termayê. Golên Koroneya, Volvi, Doiran û Kerkini li Makedonyaya Navîn e.
Bajarên herêmê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Parêzgehên Yewnanistanê[çavkaniyê biguherîne]
| |
Nexşeya parêzgehên Yewnanistana îro |
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- ↑ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 8 îlon 2015. Roja wergirtinê: 7 sibat 2021. Cite uses generic title (alîkarî)