Malawî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Malawi hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Nexşeya Malawiyê
Alaya Malawiyê
Coat of arms of Malawi.svg

Malawî yan jî Komara Malawiyê, (Republic of Malawi/Dziko la Malaŵi), weletekî li başûr-rojhilatê Efrîqayê ye. Malawî bi Tanzanya, Mozambîk û Zambiya re cîran e. Gola Malawî (Gola Nyasa) ya ku li rojhilatê Malawiyê ye ji pêncî yek rûberê vî welatî digre û ji bakur ber bi başûr dadikeve. Gola Malawî sêyemîn mezintirîn gola Efrîqayê ye. Malawî di sala 1963an de ket nava Koma Gelên Îngilîz (Commonwealth) û di sala 1964an de bûye serbixwe. Aboriya Malawiyê bi piranî li ser çandiniyê ye. Herî zêde çay, titûn û şekir difroşe derve. Zimanên fermî chichewa û îngilîzî ye. Zimanên din herêmî ne.

  • Zimanê fermî: chichewa, îngilîzî
  • Paytext: Lilongwe
  • Rûber: 118.484 km²
  • Nifûs (1999): 10 640 000 kes
  • Serxwebûn: 1964
  • Nîşana înternetê: .mw
  • Koda telefonê: +265

Pêşangeh[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)