Malbata Fermano

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Malbata Fermano (an Mala Fermano jî dihê gotin), malbatek Dengiz(ay)î ye. Li Dengizaya Stewrê niştecih in, bi dehan salan keyatî ya vî gundî kirine. Li derdora Stewrê xwe gelekî binavûdeng in. Nuha bi granî li Eynûnê, Îzmîr, Mêrsîn, Kirşehîr, Qoserê û Bismilê dijîn.

Di demên kevn de ji ber mêranî û serhildêriya wan bi navê Mala Rûmê dihat bi nav kirin. Ev nav di van salên dawî de bûye sedemên paşgotinan ku ew tirk in û ji Denizli ya Enedolê hatine li vî gundî bi cî bûne û navê gund ji Denizliyê girtine û kirine Dengiza. Lê bingeha vê yekê tune ye. Lewra mala Fermano bi orf û adetên xwe jî, bi şikl û şemalên xwe jî kurd in.

Mezinê Mala Fermano û keyeyê gund yê dawî Evcebar, piştî valakirina gund tevî malbata xwe koçî Îzmirê kir û li wir çû rehmetê.