Mamekî
Mamekî Tunceli | |
![]() Bajarê Mamekî
| |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Dêrsim (parêzgeh) |
Serbajar | Mamekî |
Hejmara nahiyan | 4 nahiye |
Hejmara bajarokan | 1 bajarok |
Hejmara gundan | 52 gund |
Gelhe (2009) | 35.909 [1] kes |
Rûerd | 882 km2 |
Berbelavî | 9,8 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2009) | 31.599 kes |
Koordînat | 39°06′23″Bk 39°32′33″Rh / 39.10639°Bk 39.54250°Rh |
Bilindayî | 914 m |
Koda postayê | 62000 |
Koda telefonê | (+90) 428 |
Mamekî, Mamekiye an jî Kalan (1928: ماميكى / Mamiqui; 1946: Mamiki (Kalan); bi tirkî: Tunceli) bajarekî li Bakurê Kurdistanê ye û serbajarê parêzgeha Dêrsimê ye. Li gorî serjimara 2009an 35.909 mirov li bajêr dijîn. Şaredara bajêr Edibe Şahin e ku ji BDP'ê hatiye hilbijartin. Mamekî dikeve navenda rojhilatê Tirkiyeyê.
Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
![]() |
Çand û huner[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di çavkaniyên sedsala 19. û 20. de tê xuyakirin ku Qizilbaşên kurd ên herêma Dêrsimê, ji Elewiyên Anatolyayê ji aliyê baweriya xwe ve gelekî cuda ne. Kurdên elewî, hertim berî ku roj hil were şiyar dibin û silavê didine Rojê. Pîrozbûna Rojê ya di nav kurdên elewî de dide xuyakirin ku herwiha têkiliya baweriya wan bi dînê kurdan Êzîdîtiyêyê ve heye.[çavkanî hewce ye]
Kurdên Dêrsimê ku di bin navê Elewîtiyê de baweriya xwe didomînin û di nav wan de baweriya wan weke Raa Haq ango Rêya Heq tê binavkirin, di koka xwe de xwediyê têkiliyên xurt ên bi Zerdeştîtiyê re hene. Dema li herêmê tê nêrîn, pîrozbûna agir, baldariya di derbarê kirin, gotin û fikra mirovan de (ev di Zerdeştîtiyê de weke gotina rind, karê rind û ramana rind tê zanîn), cilûbergên jinan ên bi şêweyê Zerdeştiyan, deqên li ser dest û rûyê mirovan, remzên Zerdeştîtiyê yên li ser merş û xalîçeyên wan, hinek ji têkiliyên di navbera Elewîtiya kurdên Dêrsimê û Zerdeştîtiyê de didine xuyakirin.
Baweriya ferîştehan li cem Elewiyên Dêrsimê heye. Ji van yê girîng Kalê Xizir e. Ev baweriya ferîştehan ji ya îslamiyetê cuda ye. Elewiyên kurd baweriya xwe bi ferîştehên ku Erd û ezman diparêzin tînin. Di diayên xwe de gotinên Ya Melekê Erd û Asîmanê bikartînin. Ev bawerî di nav kurdên êzîdî û yarsanî de jî heye.
Dersîm ji bo baweriya Elewiyên kurd cihekî pîroz e. Bi sedsalan serekên vê baweriyê ji vir derketine û li gorî kevneşopiyên kevn, rêberên ruhanî yên vê baweriyê her sal ziyareta bawermendên xwe yên herêmên din dikirin. Ev kevneşopî di Êzîdîtiyê de, bi gerandina li gundan a Tawûsê Melek diderkeve holê.
Li Dêrsimê her sal 13ê kanûna paşîn de şahiyên gaxandê tên lidarxistin. Gaxand weke sersala kurdên elewî tê dîtin (Di gotina gelê « Sersal padîşahê nû »). Yek (an sê[çavkanî hewce ye]) roj rojiya gaxandê tê girtin. Di heman demê de kurdên êzîdî jî 3 rojan rojî digirin û qurbanan digurênin. Dişibe noel a xirîstiyanan. Di baweriya Elewiyên Dêrsimê de ku gaxandê pîroz dikin, karakterekî folklorîk ê bi navê Kalo gaxand heye.[2]
Dû gaxandê ra meh ku şiva "meh Xizir" e (Di gotina gelê « Çile li der Xizir li ser »). Rojiya Xizir 3 roj e (2 roj jî bervê terin) û di meh sibat de li rojê înê baş diwî.
Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Mamekî bi hezar salan bûye warê kurdan. Di deman demê de gelên ermenî û piştre tirkmen jî li Mamekiyê bi cih bûne.[çavkanî hewce ye] Di dîroka Mamekiyê de ji sedema zordarî û komkujiyan, gelê herêmê hertim mişext bûye. Li gorî çavkaniyan her çiqas dem diçe, nifûsa Dêrsimê û bi vê re nifûsa Mamekiyê kêm dibe.[3]
Sal | 1940 | 1945 | 1950 | 1955 | 1960 | 1965 | 1970 | 1975 | 1980 | 1985 | 1990 | 1997 | 2000 | 2007 | 2009 | 2011 | 2015 | |||||||
---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Hejmara bajêr | 837 | 762 | 1883 | 2360 | 3818 | 5.825 | 9.366 | 11.637 | 12.859 | 18.471 | 24.513 | - | 25.041 | 27.091 | 31.599 | 32.815 | 34.461 | |||||||
Hejmara gundan | - | - | - | - | - | 14.736 | 15.573 | 17.454 | 16.998 | 17.484 | 13.142 | - | 5.282 | 4.056 | 4.310 | 4.308 | 4.417 | |||||||
Kom | - | - | - | - | 19.245 | 20.561 | 24.939 | 29.091 | 29.857 | 35.955 | 37.655 | 27.091 | 30.323 | 31.147 | 35.909 | 37.123 | 38.878 | |||||||
Çavkanî: Yerelnet, Tunceli Girêdana arşîvê 2013-03-23 li ser Wayback Machine / Uluslararası Bilimsel Araştırmalar Dergisi: Tunceli Kentinin Nüfus Özellikleri (IBAD, 2019; 4(2):183-200) |
Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gundên Mamekiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
4 nahiye û 52 gundên navçeya Mamekiyê hene:
Mamekî (navend) |
Çixêk |
Pax |
Tûlik (Sütlüce) |
Avhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Bajarê Dêrsimê xwediyê îklîma bejahiyê ye ku havînên wê gelekî germ û ziwa, zivistanên wê jî pirr sar û bi berf derbas dibin.
Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Mamekiyê (1975-2010)
Çavkanî: www.dmi.gov.tr
|
Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
![]() |
Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Çemê Mizûr (Mamekî)
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]