Mao Zedong
Mao Zedong | |
---|---|
![]() | |
Navê rastî | |
Jidayikbûn |
26 kanûna pêşîn 1893 ![]() Mao Zedong's Former Residence (Xanedana Qing) ![]() |
Mirin |
9 îlon 1976 ![]() Zhongnanhai ![]() |
Sedema mirinê |
Mirina masûlkeyên dil ![]() |
Cihê goristanê |
Mausoleum of Mao Zedong ![]() |
Hevwelatî |
Çîn (1949, 1976), Komara Çîn (1912, 1949), Xanedana Qing (1893, 1911), Chinese Soviet Republic ![]() |
Perwerde | |
Pîşe | |
Xebat | |
Meqam | |
Partiya Siyasî |
|
Hevjîn | |
Zarok | |
Dê û bav | |
Xelat | |
![]() | |
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîne![]() |
Mao Zedong an jî Mao Tse-tung (bi çînî: 毛泽东/毛澤東; jdb. 26ê kanûna pêşîn a 1893an li Shaoshan; m. 9ê îlonê 1976an li Pekîn) damezrênerê Komara Gel a Çîn, rêberê dibistana sosyalîst a Maoîzmê ye.
Li parêzgeha Hunan di malbateke cotkar de ji dayîk bûye. Di zaroktiya xwe de perwerdeya olî dîtiye. Di ciwaniya xwe de di nava hêzên li dijî keyser de cihgirtiye. Piştî perwerdeya amadeyî li bajarê Pekînê di pirtûkxaneyekê de kar dibîne. Pirtûkxane dibe sedem ku Mao gelek bixwîne û bi kesayetiyên navdar ên sosyalîst re têkiliyan dayne. Herwekî Mao amadekariya şoreşekê çekdarî dike.
Di sala 1928î de êdî Mao dibe xwedî hêzeke xurt û bi deh hezaran partîzanan. Bi meşeke dirêj a bi deh hezaran kîlometre lidardixe û ev meşa han di dîrokê de bi navê "Meşa dirêj" cihdigire. Mao di şoreşê de biserdikeve û sazûmaniyeke sosyalîst dadimezirîne. Di nava salên 1956 - 1957î de bi navê "Tevgera sed kulîlkê" tevgereke pirralî organîze û li tevahiya welêt belavdike.
Mao xwe nade bin siya YKSSê û îdeologiya Stalîn. Ew bi navê "Pirtûka Sor" nêrînên xwe wekî manîfestoyek diweşîne. Nêrînên wî li gelek welatan alîgiran peyda dike û hêj jî hêz û rêxistinên ku bi di rêça wî de dimeşin hene.
Mao berevajiyê Stalîn, berê şoreşa sosyalîst ji beyaran berî bi bajaran dibîne. Ew bêtir qîmetê dide hêza gundiyan. Dema Mao li Çînê şoreşê biserdixe bi navê "Şoreşa çandî" programeke pirralî dike jiyanê. Ev program herçendî gelek alîgiran peyda dike jî, gelek jî rexne dikin.
Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Di Wîkîgotin da gotarek li ser Mao Zedong heye. |