Marê avî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Marê avî an Marê giya
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Binefilûm: Vertebrata
Çîn: Reptilia
Kom: Squamata
Binekom: Serpentes
Famîle: Colubridae
Binefamîle: Natricinae
Cins: Natrix
Cure: N. natrix
Navê zanistî yê latînî
Natrix natrix
(Linnaeus, 1758)
Hevwate

Marî avî an marê giya (Natrix natrix), sernavê cureyên maran yên ku di avan de û kêlekên avan û ser giyanan dijî ne. Li Kurdistanê çend cureyên xwe hene hîn ne diyare.

Şayîs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Drêjahiya wan 120 cm an jî dibîne. Her çiqas cihikên jehriyê di çeneya wan de he be jî, diranên wan yên jehriyê tune ne. Jehriya wan bê bandor e. Rengê wan axilbe kesk, keskoşkî, gewroşkî û qahweyê zeroşkî ye. Li ser pişta wan deqên tîr he ne. Li pişt stûyê wan jî deqên weke "V" ya vajî nexişandî he ye. Di serê wan de deq tune ne. Nava wan ji aliyê pêş ve bi deqên biçûk yên reş, ji paş ve jî bi yên spî tije ne. Nava wan ji pêş ve zeroşkî yan jî sore ye, ji paş ve reşoşkî ye.

Reftar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi masîyên biçûk, beq û canewerên avê yên din xwedî dibin. Giş bi hev re li kêleka çeman dikevin xewa çile û bi mehan di xew de dimînin. Mêyên wan di carekê de di navbera 5 û 25 hêkan dikin. Çêlemar li gorê mercên derdorê di navbêna salek û sê salan de distewin.

Xwarin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Marê avî beq û beqên axê dixwe.

Belavbûna erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Marê avê xwecîyê welatên :Albanya; Cezayîr; Ermenistan ; Awistirya; Azerbeycan; Belarûs; Belgium; Bosniaû Herzegovina; Bulgaria; Çîn; Kroatiya; Kîpros; Çêk; Denmark; Estonia; Finland; Fransa; Georgia; Germany; Yewnan; Hungary; Îran, Îtalya; Qazaxistan; Latvia; Lithuania; Luxembourg; Macedonia, Moldova; Mongolia; Montenegro; Morocco; Holanda; Norway; Poland; Portugal; Romania; Rûs Serbia, Slovenia; Spain; Sweden; Switzerland; Sûrî; Tunîs; Tirkiye; Turkmenistan; Ukraine û Brîtaniya.

Galeriya wêneyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ European Reptile & Amphibian Specialist Group (1996). "Natrix natrix". IUCN Red List of Threatened Species. Version 2012.1. International Union for Conservation of Nature. Roja gihiştinê 16 tebax 2012.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]