Marcel Marceau

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Marcel Marceau
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Mirin
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre (84 salî)
Cahors (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Cihê goristanê
Goristana Père-Lachaise, Grave of Marceau (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê jidayikbûnê
Marcel MangelLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Nasnav
Bip, Le mime MarceauLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Cîwar
Strasbourg (-), Limoges (en) (dp. ), Lille (dp. )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Perwerde
Lycée Fustel-de-Coulanges (Strasbourg) (d)
Lycée Gay-Lussac (d)
École nationale supérieure d'art de Limoges (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Mime artist, aktor, clown, circus performer, French Resistance fighter, wênesaz, lithographer, visual artistLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Salên çalak
Hevjîn
Ella Jaroszewicz (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Endamê
Akademiya Hunerê ya Komara Demokratîk a Almanyayê (en)
Bavarian Academy of Fine Arts (en)
Académie des beaux-arts (en) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Artêş
1ere armée (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şerê tevlêbûyî
Bejn
1,73 mLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bandorbar
Xelat
Lîsteya berfireh
Officer of the Legion of Honour (en)
Orden al Mérito Docente y Cultural Gabriela Mistral (d)
Knight of the French Order of Academic Palms (d)
Honorary doctorate from Princeton University (d)
Commandeur des Arts et des Lettres‎ (en)
Commander of the National Order of Merit (d)
Prix du Brigadier (en) ()
Q3319528 ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Wêneyê goristanê

Marcel Marceau an bi navê xwe yê fermî Marcel Mangel (jdb. 22ê adara 1923an - 22ê îlona 2007an) lîstikvan û hunermendê mîmiyêfransî bû ku bi kesayetiya xwe ya sehneyê "Bip the Clown" gelek navdar bû. Wî mîmê wekî hunera bêdengiyê bi nav kir û zêdetirî 60 salan li seranserê cîhanê bi awayekê profesyonel performans kir.

Wek ciwanekî cihû, ew bi veşartî dijiya û bi berxwedana fransî re di piraniya Şerê Cîhanê yê Duyem de xebitî. Piştî şer wî li Parîsê hunera dramatîk û mîmîkê xwend.

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Marceau ku wekî "rêberê hunera bêdeng" tê zanîn, li Strasbourg - Elsasê ji dayik bû wek zarokê Charles Mangel û Anne Werzberg.[1] Dema ku ew çar salî bû, ew û malbata xwe ya bi eslê xwe cihû koçî Lille kirin, tevî ku ew di destpêka xortaniya xwe de vegeriyan Strasbourgê. Di 16 saliya xwe de, dema ku leşkerên alman bi destpêka şerê cîhanê yê duyem êrişî Fransayê kirin, Marcel û malbata wî neçar man ku mala xwe biterikînin û reviyan Limoges. Bavê wî qesabekî cihû bû, ji aliyê Gestapoyê ve hat girtin û sirgûnî kampa komkirinê ya Auschwitzê hat kirin.[2]

Marcel û birayê wî Alain, biryar dan ku paşnavê Marceau bigirin da ku eslê xwe yê cihû veşêrin. Paşnav ji bo bîranîna François Séverin Marceau-Desgraviers, generalê Şoreşa Fransî hate hilbijartin. Herdu bira li Limoges beşdarî berxwedana Fransayê bûn û li wir gelek zarokên cihû ji kampên komkirinê rizgar kirin (li gor hin versiyonan 350 zarok).[3] Paşê, her du bira tevlî hêzên Fransaya Azad ên Charles de Gaulle bûn.

Marceau di sala 2007an de piştî kariyereke serketî wek hunermendê mîmiyê li Limogesê mir.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ administrador. "Marcel Marceau: el inolvidable mimo que salvó a mas de 400 niños judíos de los nazis". Centro Recordatorio del Holocausto de Uruguay (bi spanî). Roja gihiştinê 23 adar 2023.
  2. ^ "Marcel Marceau, el mimo que se rio del nazismo". www.larazon.es (bi spanî). 5 çiriya pêşîn 2021. Roja gihiştinê 23 adar 2023.
  3. ^ "A 12 años de la muerte de Marcel Marceau, el héroe que salvó de los nazis a más de 400 niños antes de convertirse en el mayor mimo de la historia". infobae (bi spanî (Ewropa)). Roja gihiştinê 23 adar 2023.