Marco Rubio
Administrator of the United States Agency for International Development (en) | |
---|---|
dp. | |
Jason Gray (en) | |
United States Secretary of State (en) | |
dp. | |
Antony Blinken (en) | |
Senatorê DYAyê Florida Class 3 senate seat (d) | |
3 - | |
Ashley Moody (en) | |
Senatorê DYAyê Florida Class 3 senate seat (d) | |
- | |
Senatorê DYAyê Florida Class 3 senate seat (d) | |
- | |
Senatorê DYAyê Florida Class 3 senate seat (d) | |
- | |
Senatorê DYAyê Florida Class 3 senate seat (d) | |
- | |
Senatorê DYAyê Florida Class 3 senate seat (d) | |
- | |
Senatorê DYAyê Florida Class 3 senate seat (d) | |
- | |
Senatorê DYAyê Florida Class 3 senate seat (d) | |
- | |
George LeMieux (en) | |
Speaker of the Florida House of Representatives (d) | |
- | |
Allan Bense (en) Ray Sansom (en) | |
Majority leader (en) | |
- | |
Member of the Florida House of Representatives (d) | |
- | |
Carlos L. Valdes (en) Erik Fresen (en) | |
Endam (d) Government commission (d) | |
- |
Jidayikbûn | |
---|---|
Navê jidayikbûnê |
Marco Antonio Rubio |
Hevwelatî | |
Cîwar | |
Perwerde | |
Pîşe | |
Hevjîn |
Jeanette Dousdebes Rubio (en) (dp. ) |
Zarok |
Anthony Rubio (d) |
Karder | |
Partiya siyasî | |
Bandorbar |
Oren Cass (en) |
Malper |
Senator Rubio's Letter to the National Institutes of Health, RE: "Woke Priorities" (d) |
Marco Antonio Rubio (28ê gulana 1971an) siyasetmedar, dîplomat û parêzerek amerîkî ye, ku ji 2025an vir ve wekî 72emîn wezîrê karên derveyî yê DYAyê kar dike.[1] Wek endamê Partiya Komarparêz, wî ji 2011 heta 2025 wekî senatorê DYAyê ji Florîda û ji 2006 heta 2008 wekî serokê Meclîsa Nûneran a Floridayê xebitî.
Kurtejiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Rubio wek zarokê malbateke koçberên kubayî ji dayik bû, yên ku di sala 1956 de hatine DYAyê. Ew di sala 1993an de ji Zanîngeha Florîda mezûn bû û di sala 1996an de ji Zanîngeha Miami doktoraya Juris stend. Dema ku dadê dixwend, ew ji bo Ileana Ros-Lehtinen xebitî, yekem jina yekem a hispanîk di Meclîsa Nûneran a DYAyê de. Rubio kariyera xwe ya siyasî wekî endamê Komîsyona Bajarê West Miami dest pê kir, berî ku di hilbijartina taybet a sala 1999an de ji bo Meclisa Nûneran a Florîda were hilbijartin. Wî ji 2000 heta 2008 li wir kar kir, ji 2003 heta 2006 rêberê piraniyê bû, û ji 2006 heta 2008 wek serokê Meclîsê kar kir. Piştî ku ji ber sînorên wezîfedariyê ji Meclîsa Nûneran a Florida derket, Rubio li Zanîngeha Navneteweyî ya Florida ders da.
Di sala 2010an de, Rubio di pêşbaziyek sê alî de ji bo Senatoya DYAyê hate hilbijartin û ji wê hingê ve nûnertiya Florida dike. Di nîsana 2015 de, wî berendamtiya xwe ji bo serokatiyê ragihand, lê biryar da ku ji bo dubare hilbijartina Senatoyê nebe namzed. Piştî ku di hilbijartinên seretayî yên Florida de ji Donald Trump re winda kir, wî di 15ê adara 2016an de kampanyaya xwe ya serokatiyê bi dawî anî. Dûre dîsa ji bo senatoyê bû berendam û cara duyemîn hate hilbijartin.
Her çend Rubio di dema pêşhilbijartinên serokatiyê yên Komarparêzan ên 2016an de Trump rexne kir jî, wî berî hilbijartina serokatiyê ya 2016an piştgirî da wî. Di dema yekem rêveberiya Trump de, bandora wî ya li ser siyaseta DYAyê li Amerîkaya Latînî mezin bû. Lewma jê re digotin "Wezîrê derve yê virtual ji bo Amerîkaya Latînî". Ew di Kongeryê de yek ji rexnegirên herî tund ên Çînê tê hesibandin. Ev bû sedem ku hukûmeta çînî di sala 2020an de du caran ceza li wî birî û têketina wî ya Çînê qedexe kir.
Di mijdara 2024an de, serokê hilbijartî Trump ragihand, ku ewê Rubio wekî Wezîrê Karên Derve di serdema xwe ya duyemîn de destnîşan bike. Senatoya DYAyê bi yekdengî bi dengên 99 ber 0 Rubio pejirand û wî di 21ê çileya 2025an de dest bi wezîfeyê kir.[2] Ew yekem kesê latîn-amerîkî û yekem floridayî ye ku vê wezîfeyê digire, ku wî dike karbidestê herî bilind ê Hispanîkî di dîroka Dewletên Yekbûyî de. Ev wî dike karbidestê herî bilind ê hispanîk di dîroka DYAyê de.
Di dema merasîma pejirandina xwe de, Rubio tekez kir ku wê bi tundî siyaseta Trump a "America First" bişopîne.[3] Wî bal kişand ser helwesta xwe ya tund a li dijî Çînê û ew wekî xetereya herî mezin a DYAyê bi nav kir.[4]
Rubio, ku bi spanî wekî zimanê xwe yê zikmakî diaxive, di dema sondxwarina xwe de bi spanî axivî û spasiya dêûbavên xwe kir, yên ku di sala 1956an de hatibûn DYAyê, ji bo ku derfetên baştir bidin zarokên xwe.[5] Tayînkirina Rubio ji aliyê her di partiyan hate piştgirî kirin û tecrbe û dadbariya wî hatin pesindan.
Piştevaniya kurdan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Marco Rubio ji berê ve wek piştevanê kurdan tê nasîn. Wî di cotmeha 2019an de vekişîna hêzên amerîkî ji bakurê Sûriyê bi tundî rexne kiribû û hişyarî dabû, ku heger Amerîka dev ji kurdan berde, wê wan bixe ber metirsiya tinekirinê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve.[6] Vê helwestê nîgeraniya Tirkiyê zêde kir, nemaze piştî tayînkirina Rubio wek Wezîrê Derve di Mijdara 2024an de jî.[7]
Rubio tevî piştgiriya xwe ya berê ya ji bo kurdan, di nîsana 2024an de li dijî pakêta alîkariyê ya 61 milyar dolarî ji bo Ûkraynayê deng da. Ev yek dikare wek nîşana guherîneke muhtemel di pêşiyên siyaseta wî yên derve de bê dîtin.[8]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Marco Rubio | Education, Trump, Nationality, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 22 kanûna paşîn 2025. Roja gihiştinê 22 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Kabinett Trump II: 99 zu null Stimmen: US-Senat bestätigt Marco Rubio als Außenminister - WELT". DIE WELT (bi almanî). Roja gihiştinê 22 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Marco Rubio became secretary of state without a hitch. Keeping Trump's favor may be harder". AP News (bi îngilîzî). 21 kanûna paşîn 2025. Roja gihiştinê 22 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Trump State pick Rubio praised in Senate, warns against China reliance". Reuters.com.
- ^ "Marco Rubio ehrt seine kubanischen Wurzeln, indem er auf Spanisch den Eid ablegt". CiberCuba (bi almanî). 21 kanûna paşîn 2025. Roja gihiştinê 22 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Warnung vor Vernichtung der Kurden: Führende Republikaner kritisieren Trumps Syrien-Entscheidung". Der Tagesspiegel Online (bi almanî). ISSN 1865-2263. Roja gihiştinê 22 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Ankara s'inquiète des prises de position passées de l'entourage de Donald Trump" (bi fransizî). 16 çiriya paşîn 2024. Roja gihiştinê 22 kanûna paşîn 2025.
- ^ País, El (13 çiriya paşîn 2024). "Marco Rubio, el latino que se perfila como jefe de la política exterior de Estados Unidos". EL PAÍS Exprés (bi spanî). Roja gihiştinê 22 kanûna paşîn 2025.