Maria Corina Machado
| Member of the National Assembly of Venezuela (d) | |
|---|---|
| - |
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Navê rastî |
María Corina Machado |
| Hevwelatî | |
| Cîwar | |
| Perwerde | |
| Pîşe |
Siyasetmedar, aktîvîsta mafên mirovan, industrial engineer |
| Dê |
Corina Parisca (en) |
| Hevjîn |
Ricardo Sosa Branger (d) (ji heta ) |
| Karder | |
| Partiya siyasî |
Vente Venezuela (en) (dp. ) |
| Endama |
Súmate (en) (- |
| Tevger |
Venezuelan opposition (en) |
| Xelat | Lîsteya berfireh Xelata 100 Jin a BBC () Václav Havel Human Rights Prize (en) () Xelata Saxarov () |
Maria Corina Machado (jdb. 7ê cotmeha 1967an) siyasetmedar û endezyarekî pîşesaziyê ya venezuelayî ye. Maria Corina serokeke girîng a opozîsyona Venezuelayê ye ku ji sala 2011an heta sala 2014an endama Parlamena Neteweyî ya Venezuelayê bû. Di cotmeha sala 2025an de, Xelata Nobelê ya Aştiyê "ji bo xebata wê ya bêwestan a pêşxistina mafên demokratîk ji bo gelê Venezuelayê û ji bo têkoşîna wê ya ji bo bidestxistina veguherîneke dadperwer û aştiyane ya ji dîktatoriyê ber bi demokrasiyê" ve wergirtiye.[1]
Machado di sala 2002an de wekê damezrînerê rêxistina çavdêriya dengan Súmate ket siyasetê.[2] Ew Koordînatora Neteweyî ya partiya siyasî ya Vente Venezuela ye. Di sala 2012an de, ew di hilbijartinên serokatiyê yên opozîsyonê de namzed bû lê li hember Henrique Capriles winda kiriye. Di xwepêşandanên Venezuelayê ya 2014an de, ew kesayetiyek pêşeng bû ku xwepêşandanên li dijî hikûmeta serok Nicolás Maduro organîze dikir.[3]
Di sala 2023an de Machado di hilbijartinên seretayî yên opozisyonê de bi ser ket û ji bo hilbijartinên serokatiya Venezuelayê ya sala 2024an de bûye namzedê yekîtiyê. Lêbelê di hezîrana sala 2023an de ji aliyê Kontrolkerê Giştî yê Venezuelayê ji wezîfeya wê ya giştî hatibû dûrxistin ku bi biryarek di çileya sala 2024an de ji aliyê Dadgeha Bilind a Edaletê ya Venezuelayê ve hatibû pejirandin.[4] Di encamê de, pêşî Corina Yoris û paşê jî Edmundo González Urrutia ji namzediye vekişiyabûn.
Di tebaxa sala 2024an de, Machado ragihandibû ku ew xwe veşartiye û diyar kiriye ku ew ji bo jiyan û azadiya xwe yê di bin serweriya hikûmeta Maduro de ditirse.[5]
Machado ji ber aktîvîzma xwe navdariyeke navneteweyî wergirtiye.[6] Ew di sala 2018an de di nav 100 Jinên BBCyê de wekî yek ji wan hatiye hilbijartin û di sala 2025an de di nav 100 kesên herî bi bandor ên kovara Time de hatiye navnîş kirin.[7]
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Machado di 7ê cotmeha sala 1967an de li Karakas, Venezuelayê ji dayik bûye.[8] Ew ji dûndana Marquis 3ê Toro, Sebastián José Antonio Rodríguez del Toro y Ascanio (1739–1787) ye û keça herî mezin ji çar keçên derûnnas Corina Parisca (1940) û karsazê pola Henrique Machado Zuloaga (1930–2023) ye ku biraziyê Armando Zuloaga bû ku di serhildana li dijî dîktatorê Venezuelayê Juan Vicente Gómez de hatibû kuştin.[9][10][11]
Machado xwediyê dîplomaya endezyariya pîşesaziyê ya Zanîngeha Katolîk a Andrés Bello û dîplomeya masterê di warê darayî de ye ku ji Instituto de Estudios Superiores de Administración (IESA) li Karakasê wergirtiye. Di heman demê de di sala 2009an de beşdarî bernameya bûrsvanên Cîhanê ya Zanîngeha Yaleyê bûye.[12][13]
Di sala 1992an de dema ku Machado dayika sê zarokan bû weqfa Fundación Atenea (Weqfa Atenea) damezirandîye ku weqf ji bo lênêrîna zarokên bê dê û bav ên ku li kolanên Karakasê dimînin dixebitî. Machado di heman demê de wekê seroka Weqfa Opportunitasê xebitiye.[13]
Piştî ku li Valenciayê di sektora otomobîlan de dixebitî, di sala 1993an de koçî Karakasê dibe. Ji ber rola xwe yê di Súmate de, Machado ji bo ku weqf neyê siyasîkirin, weqfê terikandiye.[13]
Kariyera wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Namzediya serokatiyê ya 2011an
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Machado di sala 2011an de ji bo hilbijartinên serokatiyê ya sala 2012an namzediya xwe dabû ragihandin.[14] Rojnameya Los Angeles Times diyar kiribû ku navê wê wekî namzedeke potansiyel hatiye bilindkirin û Michael Shifter diyar kiriye ku ew namzedek serokatiyê ya pêşerojê ye "ku dikare bi bandor vîzyonek ji bo Venezuelayek piştê Chávez ragihîne ku dikare têra xwe alîgirên Chávez bikişîne".[15][16] Li gorî Financial Times, Machado "wekê rûyê nû yê opozîsyonê hatiye binavkirin. Heta Serok Hugo Chávez jî behsa rûbirûbûna wê di hilbijartinên serokatiya sala 2012an de kiriye."[17]
Di 13ê çileya sala 2012an de, di gotara rewşa neteweyî ya salane ya Chávez de ku ji bo meclîsa neteweyî pêşkêş kiriye, Machado li derbarê kêmbûna kelûpelên bingehîn, sûc û netewekirina pîşesaziyên bingehîn de bi Chávez re dikeve nav nîqaşan. Machado di nîqaşên bi Chávez re wiha dibêje: "Hûn çawa dikarin bibêjin ku hûn milkê taybet diparêzin dema ku hûn karsaziyên piçûk desteser dikin; desteserkirin û nedana pereyan diziya mal û milkên xelkê ye."[18] Di hilbijartinên serokatiya cotmeha sala 2012an de, namzedê opozîsyonê ya li dijî Chávez Henrique Capriles Radonski serketî bûye; li gorî Associated Press, Machado "berî ku encam werin ragihandin, têkçûna xwe qebûl kiribû û gotibû ku ew ê bi awayekî çalak piştgiriyê bide Capriles".[19]
Parlemena neteweyî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Namzedî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di sibata sala 2010an de, Machado dest ji karê xwe yê Súmateyê berdide û namzediya xwe ji bo Meclîsa Neteweyî ya Venezuelayê ragihandiye.[20][21] Wê ji bo şaredariyên Chacao, Baruta, El Hatillo û Parroquia Leoncio Martínez de Sucre nûnertî ya Mirandayê kiriye.[21] Ew endama partiya Yekemîn Dadmendî, (Primero Justicia) Maseya Dor ya Yekîtiya Demokrat (Mesa de la Unidad Democrática - MUD) bû ku li dijî partiya Chávez, Partiya Sosyalîst a Yekbûyî ya Venezuelayê (Partido Socialista Unido de Venezuela - PSUV) siyasetên xwe dimeşandin.[22] Di dema ragihandina namzediya xwe de, wê diyar kiriye ku venezuelayî mirovên baş, bi ehlaq û azad in ku naxwazin bi tundûtûjî an nefretê re bijîn; wê soz dabû ku mafê venezuelayîyan ê ramana azad û jiyana bê tirs biparêze.[23][24] Di nîsana sala 2010an de, Machado di hilbijartinên pêşdem de bi ser ketiye.[25] Wê bi awayekî çalak li "taxên xizan ên ku berê wekê deverên xurt a alîgirê Chávez dihatin dîtin" dest bi xebatên xwe kiribû û hewl dabû ku "ji pirsgirêkên navxweyî ku di nav de sûcên tundûtûjiyê yên berbelav, qutbûna elektrîkê li hinek herêman, kêmbûna giran a xanîyan û enflasyona ji sedî 30, sûdê werbigire".[26]
Machado gazinan kiriye ku namzedên MUD bi "tiştê ku wê bi makîneyeke propagandayê ya ji aliyê hikûmetê ve hatiye organîzekirin ku reklamên ku rexnegirên Chávez henekan dikin derdixe" re rû bi rû mane ku bernameyên axavtin ên ku namzedên partiya desthilatdar serdest in dimeşîne û hemî axantinên serokkomar diweşînin".[26] Li gorî The Economistê destûra bingehîn a Venezuelayê "qedexe dike ku rayedarên hikûmetê, tevî serokomar, pozîsyona xwe ji bo piştgirîkirina meyleke siyasî bi kar bînin. Lê belê dezgeha hilbijartinê ku desteya wê ji çar alîgirên Chavez û tenê ji desteyeke opozîsyonê pêk tê, dibêje ku ew dikarin her çi dibe bila bibe bikin."[27]
Chavez bi bikaranîna televîzyona dewletê ji bo "hevrikên xwe rexne bike û hevalan pesnê wî bide" di dema kampanyaya hilbijartinê de bi binpêkirina qanûnên kampanyayê hatiye tawanbarkirin; wî binpêkirina qanûnê red kiriye û pêşniyar kiriye ku yekane rêveberê ji pênc rêveberên Konseya Hilbijartinê ya Neteweyî ku ne alîgirê Chávez e û mijarî anî ziman ku dikare ji ber kirina tohmetan were darizandin.[28] Li gorî nûçegihanekî Associated Pressê meclîsa hilbijartinê ya Venezuelayê "bi salan e qanûnên ku serok û berpirsên din ên hilbijartî ji kampanyaya çalak a ji bo namzedan asteng dikin, paşguh kiriye."[26] Chavez gefa lêpirsîna qanûnî li dijî Vicente Diaz ku endamê yekane ya konseya hilbijartinê ku rexne li bikaranîna wî ya zêde ya medyaya dewletê berî dengdanê girtiye, xwariye. Machado gotiye: "em ji bo kampanyayên xwe serdana dengdêran dikin, ji malekê diçin malekê lê kampanyaya partiya desthilatdar bi rêya axavtinên televîzyona dewletê tê birêvebirin."[26] Dema ku kanala televîzyonê ya dewletê hevpeyvîn bi Machado re dike, wan wêneyên civîna wê ya Ofîsa Dorveger di sala 2005an de bi George W. Bush re ku ji aliyê nûçegihaneke Associated Press ve wekê "dijminê demdirêj ê Chavez" hatibû binavkirin, weşandibû.[26] Wê got: "Her çend destûr qedexe bike jî, Me kampanyayeke bi serokatiya PSUV heye ku gelek çavkaniyên ku em dizanin çavkaniyên giştî ne." PSUV ji cadenas nacionales (axaftinên Chávez ên ku hemî her kanala televîzyonê ya Venezuelayê mecbûr bû biweşîne) sûd wergirtiye di heman demê de "kanala sereke ya hikûmetê rêzeçalakiyên mîtîng û reklaman ên ku namzetên Chavez ên bi cilên sor nîşan didan weşandibû".[26] Dema ku kanala dewletê hevpeyvîn bi Machado re pêk dianî, hevpeyvîn "ji nişkê ve hate qutkirin" û "veguherî mîtîngeke kampanyayê ku Chávez li ber şanoyeke tijî alîgiran diaxivî".[26]
Hilbijartin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Machado di 25ê îlona sala 2010an de di hilbijartinên Meclîsa Neteweyî de wekî kesê ku herî zêde deng wergirtiye ew û hevnamzedê Justice First Miranda Enrique Mendoza bû ku "du kesên ku herî zêde ku li seranserê welêt deng wergirtibûn" bi ser ketibû.[17][15] Machado gotiye ku serok "bi veguherandina hilbijartinê ji bo referandûmekê li ser xwe şaşiyeke mezin kir..." Ev nîşanek eşkere ye ku venezuelayî hikûmetek otorîter, hikûmetek leşkerî, hikûmetek navendî û hikûmetek ku dixwaze Venezuelayê veguherîne Kubayê naxwazin... Qonaxeke nû îro dest pê dike û me gaveke mezin ber bi roja ku nirxên demokratîk, azadî, edalet û rêveberîya baş serdest bibin avêtiye."[29] Di heman demê de wê gotiye: "Niha me rewatiya dengê welatiyan heye. Em nûnerên gel in."[30] Wê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pir eşkere ye. Venezuelayê ji komunîzma mîna Kubayê re got na."[31]
Di 21ê adara 2014an de Machado li ser daxwaza Panamayê li Rêxistina Dewletên Amerîkî (OAS) wekî nûnerê alternatîv beşdar bûye ku di nav xwepêşandanên li Venezuelayê de, li ser rewşa Venezuelayê biaxive.[32] Li gorî The Wall Street Journal, piştî beşdarbûna wê li OASê, "parlamenterên alîgirê Maduro ku li Meclîsa Neteweyî serdest in", îdia kirin ku beşdarbûna wê li OASê ji aliyê destûra Venezuelayê ve qedexe ye û wê ji Meclîsa Neteweyî derxistine.[33] Machado bi sûcdarkirina Diosdado Cabello (serokê Meclîsa Neteweyî) bi "dîktatoriya li Meclîsa Neteweyî" bersiv daye û gotibû ku dûrxistina wê ji Meclîsa Neteweyî neqanûnî bû.[34][35]
Aktîvîstî û xwepêşandanên 2014an
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Machado di xwepêşandanên sala 2014an de di nav rêberên xwepêşandanên opozîsyonê ya li dijî Nicolás Maduro de bû. Parlamentoya Neteweyî ji ber sûcên wekî xiyanet, ji ber tevlêbûna wê yê di xwepêşandanên li dijî hikûmetê de di 18ê adara sala 2014an de daxwaza lêpirsîneke cezayî li dijî Machado kiribû.[36] Machado bersiv da tohmetan û gotibû: "Di dîktatoriyê de, rejîm çiqas qels be, zordarî jî ewqas mezintir dibe."[37] Piştî dûrxistina wê yê di 21ê adara 2014an de, Machado û alîgirên wê di 1ê nîsana sala 2014an de ber bi navenda bajarê Karakasê ve dest bi meşekê kirin ku li dijî dûrxistina Machado xwepêşandan lidarbixin ku li wir Machado hewl dabû ku vegere kursiya xwe yê li meclîsa neteweyî. Parêzvanên neteweyî rê li ber xwepêşanderan girtin ku ji wir derkevin û bi gaza rondikrêj xwepêşandaran belav kiribûn.[38]
Di gulana sala 2014an de, rayedarê hikûmetê Jorge Rodríguez îdiayên komployeke ji aliyê siyasetmedar û rayedarên opozîsyonê ve anîbû ziman ku di nav wan de Machado jî hebû ku îdia kiribû ku wan hewl dane ku hikûmeta Maduro hilweşînin.[39] Delîlên ku ji aliyê hikûmeta Venezuelayê ve hatine pêşkêşkirin, e-name bûn ku hatibû îdia kirin ku ji Machado û Pedro Mario Burelli re hatine şandin.[40][41] Burelli bersiv da ku e-name ji hêla Servîsa Îstîxbarata Bolîvarî (SEBIN) ve hatine guhertin û diyar kiriye ku e-nameyên orîjînal di destê wî de hene.[42] Di hezîrana sala 2014an de, Dozgerê giştî Luisa Ortega Díaz bi Burelli, Diego Arria û Ricardo Koesling re gazî Machado jî kiribû.[43] Di 11ê hezîrana 2014an de, fermana girtinê hatibû dayîn.[43] Burelli Kivu, pargîdaniyeke ewlehiya sîberê li Dewletên Yekbûyî kirê kiribû ku e-nameyên îdiakirî analîz bike. Kivu gihîşt wê encamê ku "ti delîl tune ku di navbera hesabên e-nameya Google ya Pedro Burelli û wergirên gumanbar de e-name hebin" ku e-nameyên gumanbar ên ku ji aliyê hikûmeta Venezuelayê ve hatine pêşkêş kirin "gelek nîşanên manîpulekirina bikarhêneran" hebûn û ku "karbidestên Venezuelayê e-nameyên sexte bikar anîne ku dijberên hikûmetê bi komploya kuştina serok Nicolas Maduro tawanbar bikin".[44][45][46]
Di mijdara sala 2014an de, rayedarên hikûmetê ragihandin ku Machado dê di 3ê kanûna 2014an de bi fermî were tawanbarkirin.[33][47] Machado û yên din diyar kirin ku tohmet derew in û ji aliyê hikûmetê ve hatine afirandin ku balê ji pirsgirêkên aborî yên welêt û rapirsîyên ku rêjeya pejirandina Maduro di asta herî nizm a rekorên ji %30 nîşan didin dûr bixin.[33] Di navbera salên 2014 û 2021ê de, Machado wekê weşanger li radyoya Radio Caracasê de xebitî ku li wir wê bernameyeke heftane ya saetekê û analîzên siyasî bi navê Contigo: Con María Corina Machado pêşkêş kiriye.[48][49][49]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Nobel Peace Prize 2025". NobelPrize.org (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 10 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Comunicado de Súmate sobre renuncia de María Corina Machado - Nacional y Política - EL UNIVERSAL". www.eluniversal.com. Roja gihiştinê 10 çiriya pêşîn 2025.
- ^ Anatoly Kurmanaev and Corina Pons. "Middle Class Protesting Venezuela Shortages Drive Poor to Maduro". Businessweek.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Venezuela bars leading opposition candidate Machado from holding office". Reuters (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 10 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Venezuela's Supreme Court disqualifies opposition leader from running for president" (bi îngilîzî). 27 kanûna paşîn 2024. Roja gihiştinê 10 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "BBC 100 Women 2018: Who is on the list?" (bi îngilîziya brîtanî). 19 çiriya paşîn 2018. Roja gihiştinê 10 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "María Corina Machado: The 100 Most Influential People of 2025". TIME (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 12 çiriya pêşîn 2025 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Es Ahora = Maria Corina Machado". www.mariacorina2010.com. Ji orîjînalê di 22 adar 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "María Corina". Vente Venezuela (bi spanî). 14 îlon 2016. Roja gihiştinê 10 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Signing On To Challenge Hugo Chavez (washingtonpost.com)". www.washingtonpost.com. Roja gihiştinê 10 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "The Rose That Is a Thorn in Chávez's Side (Published 2005)" (bi îngilîzî). 19 çiriya paşîn 2005. Roja gihiştinê 10 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Maria Corina Machado – Maurice R. Greenberg World Fellows Program" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 10 çiriya pêşîn 2025.
- ^ a b c "Preview unavailable - ProQuest". www.proquest.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Diputada Machado anunciará su precandidatura el próximo domingo - Nacional y Política - EL UNIVERSAL". politica.eluniversal.com (bi spanî). Ji orîjînalê di 12 tîrmeh 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ a b "Venezuela elections weaken Chavez's hold". Los Angeles Times (bi îngilîziya amerîkî). 28 îlon 2010. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ The Washington Times, The Washington Times. "Chavez opponents make gains". The Washington Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ a b "Client Challenge". www.ft.com. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ Esposto, Alexis (11 nîsan 2013). "Amid the spoils of oil, challenges await post-Chavez Venezuela". doi.org. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Venezuela's opposition picks Chavez's challenger". USATODAY.COM. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Comunicado de Súmate sobre renuncia de María Corina Machado - Nacional y Política - EL UNIVERSAL". www.eluniversal.com. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ a b "El-Nacional.com". www.el-nacional.com (bi spanî). Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Divulgación Elecciones Parlamentarias - 26 de Septiembre de 2010". www.cne.gob.ve. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ ""Hay que transformar las instituciones públicas" - Nacional y Política - EL UNIVERSAL". politica.eluniversal.com (bi spanî). Ji orîjînalê di 10 tîrmeh 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "eluniversal". deportes.eluniversal.com (bi spanî). Ji orîjînalê di 8 tîrmeh 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Comisión Técnica anuncia resultados de primarias con 98% de votos escrutados - Nacional y Política - EL UNIVERSAL". www.eluniversal.com. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ a b c d e f g "Chavez foes face obstacles ahead of crucial vote". The Seattle Times. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Chávez grapples with a 50/50 nation". The Economist. ISSN 0013-0613. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "The Associated Press: Election official: Chavez breaking campaign rules". www.google.com. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ washingtontimes, The Washington Times. "Chavez opponents make gains". The Washington Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ Forero, Juan (28 îlon 2010). "Chavez fails to solidify control" (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0190-8286. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Candidate María Corina Machado: Venezuela said no to communism - Daily News - EL UNIVERSAL". english.eluniversal.com. Ji orîjînalê di 6 nîsan 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Martinelli pide a la OEA que se ponga los "pantalones largos" y a Venezuela que libere a los presos". www.el-nacional.com (bi spanî). Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ a b c Vyas, Kejal (27 çiriya paşîn 2014). "Venezuela to Charge Opposition Leader in Alleged Plot to Kill President". Wall Street Journal (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0099-9660. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Venezuela opposition congresswoman's mandate revoked". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 25 adar 2014. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Venezuela: Opposition legislator Machado returns to Caracas". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 27 adar 2014. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ Israel, Brian Ellsworth and Esteban (19 adar 2014). "Venezuelan Congress seeks probe of protest leader". The Star (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ Lapatilla (20 adar 2014). "María Corina: En dictadura, mientras más débil esté el régimen, mayor será la represión". LaPatilla.com (bi spanî). Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ Buitrago, Deisy. "Venezuela troops block opposition leader from parliament". U.S. (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "En fotos y video: presentan "escandalosos correos" que muestran el plan de magnicidio contra Maduro". Noticias24. Ji orîjînalê di 11 gulan 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Burelli difundió correo que "utilizó el Sebin para falsificar prueba"". www.eluniversal.com (bi spanî). Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "JUDICIAL: dictan orden de captura a Burelli, Arria y Koesling | Reportero24" (bi îngilîziya amerîkî). 11 hezîran 2014. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Fiscalía libró órdenes de comparecencia para Burelli, Machado y Arria". www.eluniversal.com (bi spanî). Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ a b "Ordenan captura de Diego Arria y otros dos opositores venezolanos - Venezuela - ElNuevoHerald.com". El Nuevo Herald. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Evidence in English - Evidencia en Castellano | PDF | Email | Computer File". Scribd (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ Córdoba, José de (30 hezîran 2014). "Expert Says Emails Used to Accuse Maduro Opponents of Assassination Plot Are Fake". Wall Street Journal (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0099-9660. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ Editorial. "Venezuela accused of forging Maduro assassination plot evidence". Reuters (bi îngilîziya brîtanî). Ji orîjînalê di 5 adar 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ Staff. "Venezuela to charge opposition leader over alleged plot to kill Maduro". U.S. (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "María Corina Machado estará "Contigo" todos los martes en RCR 750 AM - La Region" (bi spanî). 22 îlon 2014. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.
- ^ a b Lapatilla (24 îlon 2014). "María Corina Machado ahora tiene programa de radio". LaPatilla.com (bi spanî). Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2025.