Here naverokê

Markel Fernández

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Markel Fernández Soto (jdb. 6ê sibata 2003an; li Sopela, Biskaye) atletêk spanî ye ku di bezên bilez de, bi taybetî di 400 mêtreyan direve.

Berî ku li ser atletîzmê bixebite, di zaroktiya xwe de, gelek werzîşên cihêreng kiriye. Di dawiyê de li Berango dest bi atletîzmê kiriye û paşê jî li ser bezên bilez, bi taybetî li ser reva 400 mêyreyê pispor bûye.

Di sala 2025an de, di Şampiyoniya Atletîzmê ya Ewropayê ya Navxanî de di pêşbirka 4 × 400 mêtreyan de madalyaya zîv bi dest xistiye.

Ew li Zorroza (Bilbao) bi rahênerê xwe Iago Hermida Benítez re perwerde dibîne û ji sala 2026an ve ji bo klûba FC Barcelona beşdarê pêşbirkên revê dibe.