Martiya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Martiya navê serhildêrekî persî bû ku di dema Daryûsê Mezin de li Elamê serî hilda bû. Di nivîskên Bêstûnê de tê gotin ku navê bavê wî Zînzakrîş bû. Martiya li bajarê berê yê Îranê yê bi navê Kuganaka serî hil dide lê îxanet ji aliyê gelê wî ve li wî tê kirin û ew tê kuştin.

Di nivîskên Bêstûnê de qala Martiya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • ″Şah Daryûs dibêje: Zilamekî bi navê Martiya, kurê Zînzakrîş, li bajarekî ku bi persî jê re Kuganakâ tê gotin dirûnişt. Vî zilamî li Elamê serî hilda û gote mirovan: Ez Umanîş im , li Elamê key im.
  • ″Şah Daryûs dibêje: Ez wê demê bi Elamê re hevalbend bûm. Piştre, Elamiyên ku ji min ditirsiyan hebûn, wan Martiya ku keyê wan bû , zemtkirin û kuştin.″

Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]