Here naverokê

Medya (herêm)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Medya
Māda
𐎶𐎠𐎭
Herêm
Herêmî yê Medya
Herêmî yê Medya
Damezrandin700 b.z.
Dawî550 b.z.
DamezrînerDeyoses
Merkeza îdarîEkbatana
Îdarî
 • CureKeyanî
biguhêreBelge
Medya (herêm)

Medya[a] herêmeke ji serdema hesinê bû ku li Rojhilata Kurdistan a îro bû ku wekê warê bingeha siyasî û çandî ya medan hatiye naskirin. Di serdema hexamenişê de herêm deverên îro ya Rojhilatê Kurdîstanê û beşek ji Azerbaycan a Îranê û rojavayê Teberîstanê di nav xwe de vegirtiye. Di bin desthilatdariya Hexamenişiyan de wekî satrapiyekê, sinorên Medyayê berfireh bûye û li bakur heta başûrê Daxistanê dirêj bûye.[1]

Li Textê Cemşîdê de kevirşolê mêrekî medî

Di dema medan de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Siwariyeke bi "Cilê Medan"

Di 678ê b.z. de, Deyoses eşîrên medî yên Medyayê di bin sîwanekê de kom kiriye û yekem Împeratoriya Medyayê ava kiriye. Împeratoriya Med di serweriya nevîyê wî Kiyaksar (d. 625–585 b.z.) de û bi hilweşandina Împeratoriya Asûriyan (612 b.z.) re med bûye hêzeke girîng ê herêmê. Di sala 585ê b.z. de herêma medan zêdetirî du milyon kîlometreçargoşe dibe. Gava ku Kiyaksarî dimire Asteyax di 550ê b.z. de derdikeve texta împeratoriyê ku bi vê awayê bûye keyê dawî ya Împeratoriya Medyayê.

Di dema hexamenişî de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Nameya Gencê kevirekî nivîsk e li Ekbatana ye tê de dibe. Nivîskên bi aliyê Daryûs û lawê wî Xeşeyerşa I ê hatiye çêkirin
Salona Apadanayê, di xêzkirineke sedsala 5emîn b.z. de leşkerên Faris û Med bi cil û bergên xwe yên kevneşopî hatine xuya kirin. (Med kulîlkên girover û pêlav li xwe kirine.)

Di sala 553 yê b.z. de, Kûruşê Mezin, (qiralê faris), li dijî bapîrê xwe (qiralê Medî) Asteyax kurê Kiyaksar, serhildanek daye destpêkirin ku di dawiyê de wî di sala 550 b.z. de serkevtinek biryardar bi dest xistiye û di encamê de Asteyax ji aliyê esilzadeyên nerazî ve hatiye girtin û radestî Kûrûş kirine.[2][3][4]

Piştî serketina Kûruş li dijî Asteyax, rêveberiya medan hilweşiyaye û rêveberiya heyî ya împeratoriyê dikeve destê xizmên wan ên nêzîk, farisan.[5] Di împaratoriya nû de mediyan cihekî girîng girtin; di şer û pevçunan de li kêleka farisan sekinîn; beşdariyên wan ên ji bo di merasîmên qesrê, ji aliyê serwerên nû ve hate pejirandin ku di mehên havînê de li Ekbatanayê mane û gelek medên esilzade wekê karmendên, satrap û general hatine peywîrdar kirin. Di destpêkê de dîroknasên yewnanî Împeratoriya Hexamenişî re wekê Împeratoriya Med bi nav kirine.[2][6]

Piştî kuştina desteserkarê împeratoriyê Bardiya, fravartîşekî medî (Phraortes) ku hatiye îdia kirin ku kurê Kiyaksar e, hewl daye ku împeratoriya medan vegerîne lê ji aliyê generalên faris ve têk çûye û li Ekbatanayê hatiye bidarvekirin (Darius I di nivîsara Behistun de). Serhildaneke din ê di sala 409ê berî zayînê de ku li dijî Darius II qewimiye demek kurt berxwe daye. Lê eşîrên îranî yên li bakur, bi taybetî kadusî, her tim bi pirsgirêk bûne ku di tomaran de behsa gelek seferên bêencam ên padîşahên paşîn ê li dijî van eşîretan hatiye kirin.[7]

Di bin desthilatdariya Hexamenişî de welat li du sadrapitan hatiye dabeş kirin; li başur, Ekbatana û Rhagae (Rey îro li nêzîkê Tehranê), Medya an jî bi taybeti ku bi piranî wekê Medyaya Mezin dihat zanîn, digel Parîkaniyan û Ortokorîbantiyan di rêxistina Daryûsê Mezin de sadrapiya yanzdehem ava kiriye;[8] li bakur, herêma Matîenî, digel çiyayê yên Zagros û Asûrî (li rojhilatê Dîclê), bi Alarodiyan û Saspûriyan re li rojhilatê Ermenistanê bû yek û satrapiya hijdehem ava kiriye.[9]

Albanyaya Qefqasyayê (ku ji bakurê rojhilatê Azerbaycana îro û başûrê Daxistanê pêk hatiye) bi awayekê lez ji aliyê farisên hexamenişî ve hatiye îlheq kirin û di serdema paşîn de jî ketiye bin fermandariya satrapî ya Medyayê.[10]

Ji ber ku yewnanan, Împeratoriya Hexamenişî wekê berdewamiya medan dîtiye û gelek kevneşopiyên qesra medan, cil û berg û sîstema wan a îdarî girtibûn, dema ku Ksenefon hatiye Nînovayê (401 b.z.) di nivîsên xwe de bi piranî ji deverê wekê Medya binav kiriye.[11][12]

Di dema seleukî de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî Arrianusê Îskender, di havînê 330 b.z. de pîştî ku dagir kirina satrapiya Medyayê di 328 b.z. de generalê xwe yê kesekî bi navê Atropatê ku Daryûsê Mezinê IIIê bi satrap tayîn kir. Di parvekirina împeratorî de li Medyaya başûr ji Peithonê Makedonî re hate dayîn; lê bakurê ku ji bo generalên di nav mirasê Îskenderê de şer dikin ne pir girîng, Atropates re hate hiştin.

  1. ^ akadî: 𐎶𐎠𐎭, lat. Māda
  1. ^ "Media". Encyclopedia of Britannica. 23 nîsan 2024. Ji orîjînalê di 5 adar 2026 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 adar 2026.
  2. ^ a b "Medes". Worldhistory.org. Ji orîjînalê di 7 adar 2026 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 adar 2026.
  3. ^ "ABC 7 (Nabonidus Chronicle)". Livius.org. Roja gihiştinê 7 adar 2026.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  4. ^ Briant, Pierre (2006). From Cyrus to Alexander: A History of the Persian Empire. Eisenbrauns. r. 31.
  5. ^ Herodotus, The Histories, r. 93.
  6. ^ "The Persian Empire". Worldhistory.org. Roja gihiştinê 7 adar 2026. until the unification of the Persian empire under Cyrus the Great, all Iranians were referred to as "Mede" or "Mada" by the peoples of the Ancient World{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  7. ^ Fleming, John (1837). Molluscous animals, including shellfish ... Forming the article 'Mollusca' in the 7th ed. of the Encyclopædia britannica. Edinburgh: A. and C. Black.
  8. ^ "The History of Herodotus (Macaulay)/Book III (Beşa 92)". Roja gihiştinê 9 adar 2026.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  9. ^ "The History of Herodotus (Macaulay)/Book III (Beşa 94)". Roja gihiştinê 9 adar 2026.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk); "The History of Herodotus (Macaulay)/Book V (Beşa 49, 52)". Roja gihiştinê 9 adar 2026.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk); "The History of Herodotus (Macaulay)/Book VII (Beşa 72)". Roja gihiştinê 9 adar 2026.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  10. ^ Chaumont, M. L. "Albania". Iranica.com. Ji orîjînalê di 10 adar 2007 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 adar 2026.
  11. ^ Haupt, Paul (1 kanûna paşîn 1907). Xenophon's Account of the Fall of Nineveh. JSTOR. Journal of the American Oriental Society.
  12. ^ Xenophon; Harper, William Rainey; Wallace, James (1893). Xenophon's Anabasis, seven books . University of California Libraries. New York, Cincinnati [etc.] : American book company. r. 149.