Meha serbilindiyê
Meha serbilindiyê | |
---|---|
![]() | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Meha serbilindiyê, di heman demê de LGBT pride, Gay pride an jî tenê Pride, têgehek îngilîzî ye ku ji tevgera lezbiyen û hevzayendên amerîkî tê û li seranserê cîhanê tê bi kar anîn. Li gorî vê yekê, meha hezîranê wek meha serbilindiyê tê binav kirin. Armanca vê mehê, xwe qebûl kirin û serbilindya bi nasnameya xwe ya zayendî ye. Peyva serbilindî di wateya xwebaweriya li hember kesên din de tê bikar anîn,[1] ango xwebûn, bêyî ku xwe ji kesên din veşêrin an jî xwe wek kesekî din nîşan bidin - û heke hewce bike, ji bo mafên xwe bisekinin.
Peyva serbilindî her weha wekî kategorî an paşgira navek ji bo weşan û bûyerên ku vê xwebaweriyê bi rengekî siyasî an çandî bi bandor diyar dikin jî tê bikar anîn. Yên herî bi nav û deng Meş û Paradên Serbilindiyê ne, ku wek meşên xwenîşandanê ji bo dîtina LGBTiyan têne kirin. Di vê mehê de festîvalên fîlman, şahî, çalakiya rûniştinê, nobet û çalakiyên civakê jî bi ruhê Serbilindiyê pêk tên. Gay Pride di heman demê de îlhama tevgerên Mad Pride û Disability Pride jî da. Ala keskesorê sembola herî gelemperî ya Serbilindiyê ye.