Here naverokê

Mehdî Zana

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Mehdi Zana hat beralîkirin)
Mehdî Zana
Image dans Infobox.
Şaredarê Diyarbekirê (d)
Amed
-
Okay Kalfagil (d)
Feyyaz Üzümcü (d)
Jidayikbûn
Mirin
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre (85 salî)
AmedLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Pîşe
Siyasetmedar, aktîvîstê mafên mirovanLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Leyla Zana (ji heta )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Partiya siyasî
Partiya Karkerên Tirkiyeyê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Mehdî Zana (jdb. 1940 li Farqîna Diyarbekirê - m. 29 tebax 2026 li Amedê) siyasetmedarekî kurd bû.

Di sala 1963î de dibe endamê TİP (Partiya Karkerên Tirkiyeyê) û him têkoşîna çînên bindest, him jî ya gelê kurd dide. Di sala 1978î de wekî endamekê serbixwe tevlî hilbijartinên şaredariya Amedê dibe û biserdikeve. Heya rûdana destdayîna artêşa tirk a desthilatdariyê di sala 1980î serokatiya şaredariya Amedê dike. Di cûntaya 1980î de tê girtin û zîndanîkirin. Ew zêdetirî 16 salan li zîndanê de dimîne. Di pêvajoya reş a Zîndana Amedê de ew jî li wir e û rastî hemî êşkenceyên hovane û barbarî tê.

Piştî derketina wî ya ji zîndanê derdikeve derveyî welêt û çû Ewropayê. Li ser daxwaza Tirkiyeyê Swêd û Almanya serîlêdana wî ya penaberiyê napejirînin û ew li ser xebatên parêzeran li Fransayê mafê penaberiyê werdigire. Heya sala 2004î li menfîtiyê dimîne. Vegerî Amedê lê carek din ceza lê birin. Mecbûr ma careke din bi paş ve vegerî Swêdê.

Mehdî Zana bi Leyla Zana re zewiciye û bavê du zarokan bû.

Mehdî Zana di 29ê tebaxa 2026an de li Amedê mir[1] û roja bi dû de li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hate veşartin.[2]

  1. Bekle Diyarbakır, 1991
  2. Sevgili Leyla Uzun Bir Sürgündü O Gece, 1995
  3. Çarşîya Silîva, 1999
  4. Ay dayê, roman, 2005
  5. Me helal bikin, 2000
  6. Parastina min, 2004
  7. Evîna dilê min, 1993
  8. La prison no 5 : onze ans dans les geôles turques, 1995
  9. Hölle Nr. 5 : Tagebuch aus einem türkischen Gefängnis, 1992