Mehmet Özhaseki
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Kayseri (en) | |
---|---|
dp. | |
Minister of the Environment, Urbanisation, and Climate Change (d) | |
Ministry of Environment, Urbanization and Climate (en) |
Jidayikbûn | |
---|---|
Navê jidayikbûnê |
Mehmet Karakebap |
Hevwelatî | |
Perwerde |
Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stembolê (d) |
Pîşe | |
Partiyên siyasî |
Mehmet Özhaseki (jdb. 25 Gulan 1957) siyasetmedarekî tirk ê Partiya Dad û Geşedanê (AKP) û Wezîrê berê yê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ye.[1] Ew Şaredarê berê yê Qeyserî ye.
Jiyana berê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mehmet Özhaseki di 25ê gulana 1957an de li Qeyseriyê ji dayik bû. Özhaseki perwerdehiya xwe li Qeyseriyê dest pê kir û piştre li Zanîngeha Hacettepe beşa endezyariya elektronîkê xwend. Wî perwerdehiya xwe li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stembolê qedand.
Kariyera siyasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şaredarê Qeyseriyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di hilbijartinên adara 1994an de ji bo Şaredariya Melikgaziyê hate hilbijartin. Di hilbijartinên 2004an de bi %72ê dengan wekî Şaredarê Qeyseriyê hate hilbijartin. Di hilbijartinên adara 2009an de dîsa namzet bû û ji nû ve wekî Şaredarê Qeyseriyê hate hilbijartin.
Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Özhasekî di hilbijartinên giştî yên hezîrana 2015an de wek parlamenterê Partiya Dad û Geşedanê (AKP) ji bo Qeyseriya Enqereyê hat hilbijartin. Di mijdara 2015an de ji nû ve hat hilbijartin. Di 24ê mijdara 2015an de ji aliyê serokwezîra ve demê Binali Yıldırım ve di kabîneya 65emîn a Tirkiyeyê de wek Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê hat tayînkirin.[2] Piştre Murat Kurum li şûna wî hat tayînkirin lê dûv re ji nû ve hat tayînkirin. Di 2024an de careke din Murat Kurum li şûna wî hat tayînkirin.[1]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b "Yeni Çevre, Şehircilik ve İklim Değişikliği Bakanı Mehmet Özhaseki kimdir, hangi görevlerde bulundu?". www.ntv.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 2 hezîran 2025.
- ^ "Binali Yıldırım 65. Hükümet'i açıkladı". Al Jazeera Turk - Ortadoğu, Kafkasya, Balkanlar, Türkiye ve çevresindeki bölgeden son dakika haberleri ve analizler (bi tirkî). 3 gulan 2017. Roja gihiştinê 2 hezîran 2025.
- Endamên Hikûmeta 65an a Tirkiyeyê
- Endamên Hikûmeta 67an a Tirkiyeyê
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 27an
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 28an
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 25an
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 26an
- Jidayikbûn 1957
- Mirovên zindî
- Siyasetmedarên Partiya Dadwerî û Werarê (Tirkiye)
- Siyasetmedarên Tirkiyeyê