Mehmet Şükrü Sekban

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mehmet Şükrü Sekban
Jidayikbûn1881 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin1960 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Stembol Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Gülhane Training and Research Hospital Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mehmet Şükrü Sekban (Kurdî: Muhemmed Şukrî ( z. 1881 li Erxenî, bakurê Kurdistanê; m. 1960 li Stenbol, Tirkiye) zana û siyasetmedarekî kurd bû. Di avakirina gelek komele û rêxistinên kurd de keda wî hebû.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurê serbaz Muhemmed Axa bû. Dibistana seretayî li Amed û Xozatê, ya amadeyî jî li Amed û Stenbolê bidawî dike. Li akademiya bijîşkiyê ya leşkerî GATA´yê perwerdeya bijîşkiyê dibîne, sala 1903'yê bidawî dike.

1905-1907 li Adrianopolisê (Edirne) bijîşkiyê dike. Vedigere Stenbolê û ji 2'ê kewçêrê 1908'ê ve dibe endamê Cemiyeta Teawun û Teraqiya Kurdê. Sala 1909'ê ev komele tê qedexekirin. Sekban alîkariyê dide komeleya xwendekarên kurd Hêvîyê.

Bi têkçûna dewleta Osmanî di şerê cîhanê yê I. de dikeve xebata dewletekê bo kurdan. Dibe Cemiyeta Tealiya Kurd (1918). Bi navê Kürt Teşkilat-i İçtimaîye (ku: komeleya kurd a civakî) partiyekê dadimezirînin. Ev partî sekûlar bû.

Sala 1919'yê ji ber pêkutiyên contirkan diçe Bexdayê. Bi avabûna komara Tirkiyeyê re dibe fîrar. Li Bêrûtê ji gelek serokwezîrên welatan re nameyan dinivîsîne, mafê kurdan dixe bîra wan. Bi tundî li dijî politîkayên asîmîlasyona kurdan derdikeve.

1927 tevlî damezirandina rêxistina Xoybûnê dibe, alîkariyê dide serhildana Agiriyê. Sala 1932 ji Îraqê diçe Ewropayê. Li Almanya bi giranî nexweş dikeve. Heya 1938'î li Parîsê dimîne. Vedigere Kurdistan û Tirkiyeyê, wekî doktor dixebite.

Sala 1940'î ew û hinekan Türkiye İşçi ve Çiftçi Partisi (ku: Partiya karker û cotyarên Tirkiyeyê) dadimezirînin. Bi xanimeke çerkez re marî dibe (dizewice) û sala 1960'î li Stenbolê jiyana xwe jidest dide.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Martin Strohmeier in Beiträge des Zentrums für Asiatische und Afrikanische Studien (ZAAS) Band 8, 2004, Christian-Albrechts-Universität zu Kiel. Hrsg. Stephan Conermann, Geoffrey Haig (almanî)
  • Martin Strohmeier: Crucial Images in the Presentation of a Kurdish National Identity: Heroes and Patriots, Traitors and Foes, Leiden-Boston: Brill 2003 (Social, Economic and Political Studies of the Middle East and Asia, 86). (îngilîzî)
  • Kurdistan Time: Doktor Şükrü Sekban Doğdu (tirkî)