Mehmet Şerif Fırat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Mehmet Şerif Fırat (*1894 li gundê Qasiman, Gimgim, Mûş - †1'ê tîrmehê 1949 li heman derê) yek ji endamê sîxuriya dewleta Tirk e. Di asîmîlekirina Kurdan de kar kiriye. Bi xwe hîç perwerde nedîtiye, tenê dikaribûye bixwîne û binivîsîne.

Ji gundê Qasiman (bi tirkî: Köprücük) a Gimgim a Mûşê ye. Wekî malbat ji wan re "Mala Ferê" jî tê gotin. Dixwaze Kurdan assîmîle bike û ji bo wê têdikoşe. Tê zanîn di Serhildana Şêx Seîd de, hin eşîrên Gimgimê li aliyê dewletê cih digirin. Yek ji vana jî malbata Firat e. Ew pişta xwe didin dewletê û li herêmê zordariyê dikin. Piştî şikestina serhildanê gundan talan dikin û gorî berjewendiyên xwe pêkutiyê li mirovan dikin. Gundê Qeremêş, Dadînan, Anêr, Xelefan (hin xaniyan), Kêranlix (hin xaniyan), Rindalyan, Hecîbega Jêr, Ziring, Keçan û hwd gelekan dişewitînin û dest didin ser pez-dewar û hemî dewlemendiyên wan.

Li dijî wan gelek nerazîbûn û berxwedan jî tên kirin. Mehmet Şerif Firat îdîa dike ku Kurd (çi Kurmanc, çi Dimilî) bi eslê xwe Tirk in û zimanê wan hinekê ketiye bin bandora Farisî û Erebî lê divê êdî li xwe mikur werin û tenê Tirkî biaxivin.

Li herêmê dilê wî kîjan kar û meqamê dewletê bixwasta lê dixebitî. Herçendî kesekî xwendî nebû jî, di dibistana Qasiman de mamostetî, li Kanîreşa Çewlîgê gerinendeyê giştî yê karê nivîsên fermî, seroktiya hêzên çekdar ên mîlîs hwd kiriye. Carekê dixwaze ku qaymeqamiya Vartoyê bidine wî lê dewlet qebûl nake. Li ser vê biryara dewletê bi hêzên eşîreta xwe davêje ser mala qaymeqam û qesta kuştina wî dike. Di vê bûyerê de bûrayê qaymeqam û 6 jî xortên eşîra wî tên kuştin. Firat çendekê dibe fîrar û paşê teslîm dibe. Dewlet wî sirgûnê bajarê Ispartayê dike lê paşê dîsa efû dike.

Li gundê Qasiman alaya Tirkan diçikîne û axavtina Kurdî qedexe dike. Gund bi gund digere û bi tevî leşkerên dewletê propagandaya zimanê Tirkî dike. Li gelek gundan kursên mecbûrî yên Tirkî lidardixe û gelek kesan êşkence dike. Tê gotin li gundekî Zazakîaxêvan ji ber ku jinekê nedikariye bi Tirkî bêje "bi xêr hatine", kêra xwe derxistiye û zimanê wê jêkiriye. Di malbata wî de jî gelek kes ji wî aciz in lê tirsa dewletê newêrin tiştekê bikin. Dawiyê de ew bi destê apê wî tê kuştin. Apê wî Halil Kanmaz (Xelo) di 1'ê tîrmehê 1949'î de wî dikuje. Tê gotin ku sedemê kuştina wî meseleya namûsê bûye lê hin jî dibêjin meseleya erazî bûye.

Pirtûka wî ya navdar li hemî pirtûkxaneyên girtîgehan û dibistanan hene û ehyaniha di çapxaneyên dewletê de gelek caran hatiye çapkirin.

Pirtûk[biguherîne]

  • Doğu illeri ve Varto Tarihi - Parêzgehên rojhilatê û dîroka Vartoyê, 1948
  • Hayat ve Hatiratim - Jiyan û bîranînên min, 1949
  • Bingöllerin Sesi - Dengê Bîngolan, 1949