Mehmet Sait Arzu

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mehmet Sait Arzu, helbestvanekî kurd e ku di sala 1981î de li gundê Xirbizilê ya Xana Axpar (Çinar) a Amedê ji dayik bû.

Dibistan li gundê Xirbizilê û li navçeya Xana Axparê xwend. Di dû re li zanîngeha Cûmhûrîyetê beşa Civaknasiyê kuta kir. Di wan salan de ji ber se­demên polîtîk demeke kin di zindanê de ma. Pişt re li zaningeha Gaziyê lîsansa bilind kuta kir. Ji zarokatiya xwe de bi wêjeyê ve têkildar dibû. Di salên zanîn­gehê de tevlî hevalên xwe di nava karê kovara Kizilirmakê de cih girt û edîtoriya kovarê kir. Di çapameniya azad de di beşa înternetê de çend nivîsên wî hatin weşandin.

Ji salên ciwantiyê û vir ve bêtir li ser zimanê kurdî têkildar dibe. Demek dirêj e di nava hevalên xwe yên wêjehez de xebatên zimanê kurdî dike û bêtir jî li ser helbesta kurdî hûr û kûr dibe.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

* Bir Daha, Helbest, Weşanên J&J, 2016 - Amed

* Çokeşli Evlilik, Lêkolîn, Weşanên J&J, 2016 - Amed

* Banga Bêdengiyê, Helbest, Weşanên J&J, 2019 - Amed

* Bîra Helbestê I Robozik, Helbest, Weşanên J&J, 2019 – Amed

* Bîra Helbestê II Helebçe, Helbest, Weşanên J&J, 2020 – Amed

* Bîra Helbestê III Şingal, Helbest, Weşanên J&J, 2020 – Amed

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]