Mehmûd Şebisterî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Seidedîn Mehmûd kurê Emînedîn Ebdulkerîm kurê Yehyayê Şebisterî naskirî wekî Şêx Mehmûdê Şebisterî (bi farisî: شیخ محمود شبستری) yek ji arif û sofî yên navdar yên îranî ye ko li sedsala 8ê yê mişextî jiyaye. Ew ji bo pirtûka xwe ya bi sernavê Gulşena Razan (bi farisî Gulşenê Raz: گلشن راز) navdar e. Gelek şirove an şerh ji bo vê pirtûkê hatine nivîsîn û yek ji wan jî ya sofî û zanayê kurd Hisamedînê Bedlîsî ye. Ew di sofîtîyê da alîgirê bawerîyên arif û feylesofê navdar Îbn Erebî bû.

Jînenîgar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sala ji dayikbûna wî bi gelek rengan hatîye gotin, lê dibe ko sala 487ê mişextî ji hemiyan zêdetir nêzîkî rastîyê be. Ew li gundê Şebisterê ya nêzîkî bajarê Tevrêzê hat dinyayê. WÎ êrîşa Mexolan û wêrankirina Tevrêzê bi çavê xwe dîtîye. Ew paşî çû bajarê Kirmanê û li wêderê zewicî.

Ew şehrezayekê Irfana teorîk anko ramanî bû û gelek hogirê pirtûkên Fitûhat Mekkîye û Fisûs el Hikem yên Şêx Mihyedîn Ibn Erebî bû. Ew jî li pey şêxê xwe gerriya û bû mirîdê Şêx Emînedînî. Her wekî ko di pirtûka xwe da dibêje: شیخ و استاد من امین الدّین --- داد الحق جواب‌های چنین / من ندیدم دگر استاد چنین --- کآفرین بر روان پاکش باد

Anko, Şêx û ustadê min, Emînedîn, bi rastî bersivên weha da. Min ustadekê dî mîna wî nedîtîye, aferîn li riha wî ya pakij bin.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berhemên wî yên pexşankî û helestkî hene[çavkanî hewce ye].

Berhemên Helbestkî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Gulşena Razan (Gulşenê Raz, گلشن راز)
  • Seadetname (Bextewerîname, سعادتنامه)
  • Xizîneya Rastiyan (Kenz el Heqayiq, کنز الحقایق)

Berhemên Pexşankî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Rastîya bêguman (Heq el Yeqîn, حقّ‌الیقین)
  • Neynika Lêkolînvanan (Miraat el Muheqqiqîn, مرآةالمحقّقین)
  • Gevah (Şahid, an Şahidname, شاهد یا شاهدنامه)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]