Mekanîka kuantûmê

Mekanîka kuantûmê ku wekî fizîka kuantûmê jî tê zanin, teoriyeke fizîkî a bingehîn ye ku behsa tevgera made û ronahiyê dike; ew tevgerên ku ew model dike, bi gelemperî di asta atoman an jî di astên hûrtir ji wan de pêk tên û wekî tiştên ecêb û razdar hatine pênasekirin.[1] Têgeh û rêbazên wê di gelek warên zanistî de hatine bikaranîn, di nav de kîmyaya kuantûmê, biyolojiya kuantûmê, teoriya qada kuantûmê, teknolojiya kuantûmê û zanista agahdariya kuantûmê.
Mekanîka kuantûmê dikare gelek sîstemên ku fizîka klasîk nikare wan rave bike, rave bike. Fizîka klasîk dikare gelek aliyên xwezayê di pîvaneke asayî de (makroskopî û mîkroskopiya optîkî) rave bike; lêbelê ji bo ravekirina wan di pîvanên pir biçûk ên bin-mîkroskopî (atomî û keriyê atomê) de têrê nake. Mekanîka klasîk dikare wekî nêzîkatiyeke ku di pîvanên asayî de derbasdar e, ji mekanîka kuantûmê were derxistin.[2]
Sîstemên kuantûmê xwedî rewşên girêdayî ne ku li gorî nirxên ferq (ne berdewam) ên enerjî, momentûm, momentûma goşeyî û pîvanên din hatine kuantûmkirin; ew yek berevajiyê sîstemên klasîk e ku tê de ew pîvan dikarin bi awayekî berdewam werin pîvandin. Pîvandinên li ser sîstemên kuantûmî taybetmendiyên hem parçikan û hem jî pêlên (dualîteya pêl-parçik) nîşan didin; herwiha tevî hebûna komeke temam a şertên destpêkê jî, sinorên diyarkirî hene ji bo ka nirxekî fizîkî berî pîvandina xwe bi çi qas rastbûnê dikare were pêşbînîkirin (prensîba nediyariyê).
Mekanîka kûantûmê yavaş ji teoriyan derketa holê da ku çavdêriyên ku bi fizîka klasîk re li hev nedikirin rave bike, wekî çareseriya Max Planck di sala 1900ê de ji bo pirsgirêka radyasyona laşê reş û hevahengiya di navbeya enerjî û frekansê de di nivîsa Albert Einstein a sala 1905an de ku tesîra fotoelektrîkê rave dikir. Ew hewldanên destpêkê yên ji bo fêmkirina diyardeyên mîkroskopîk ku niha wekî "teoriya kuantûmê ya kevin" têne zanin, di nîvê salên 1920î de ji hêla Niels Bohr, Erwin Schrödinger, Werner Heisenberg, Max Born, Paul Dirac û yên din ve bûn sebeba pêşkeftina tevahî ya mekanîka kuantûmê. Teoriya nûjen di gelek formalîzmên matematîkî yên bi taybetî pêşkeftî de tê formulekirin. Di yek ji wan de, hebûnek matematîkî ya bi navê fonksiyona pêlan agahdariyê, bi şiklê amplîtûdên îhtîmalê, di derbarê pîvandina enerjî, momentûm û taybetmendiyên din ên fizîkî yên perçeyekê de peyda dike.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ "The Feynman Lectures on Physics Vol. III Ch. 1: Quantum Behavior". www.feynmanlectures.caltech.edu. Roja gihiştinê 16 tebax 2026.
- ↑ Jaeger, Gregg (1 îlon 2014). "What in the (quantum) world is macroscopic?". American Journal of Physics. 82 (9): 896–905. doi:10.1119/1.4878358. ISSN 0002-9505.