Here naverokê

Mele Mensûrê Girgaşî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mele Mensûrê Girgaşî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mele Mensûrê Girgaşî (sedsala 17an û 18an) alim û helbestvanekî kurdan e.

Jînenîgariya Mensûr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mensur şairekî kevn ê kurd e. Xelkê gundê Girgaşê ye. Girgaş, gundekî biçûk ê navça Behdînan e û dikeve rojhilatê bajarê Amêdî ye. Di bin rêze-çiyayekî ji Çiyayê Garê de ye. Navbera herdukan nezîkî sê saet rê ye. Mamoste Elaeddîn Secadî, di Mejûyî Edebî Kurdî, rûpela 536'an de bi kurtî behsa Mensûr kiriye. Dibêje "Mensur ji xelkê Botan e û hevçaxê Melayê Bateyî ye." Min nameyek ji Şeyda Şêx Memduhê Birîfkanî re şand û hinek pirsiyar jê kirin, ji ber ku şarezayiya wî li ser şair û helbestên Kurdî heye. Di nama xwe ya ji min re şandî de dibêje: "Mensûr xelkê Girgaşê bûye û hevçaxê Melayê Bateyî ye. Di navbera herdukan de munazereyeka bi şi'r heye." Em ji derveyî ve tiştekî din li ser jiyana vî şairî nizanin. Em nizanin di kîjan salê de ji diya xwe bûye, kengî miriye û jiyana vî çawan bûye. Em eva han tenê dizanin ku 209 sal berî niha bûye. Ji ber ku helbesta wî ya "Subhan ji Şah e bê çûn " di nav wê keşkula destnivîs de heye. Ev helbesta han li ser biharê hatiye, gelek xweş û rewan e.

Gotinên kurdî yên gelek giranbiha tê de ne û heta niha kêm helbestên wiha xweş li ser bihare hatine nivîsîn. Ev helbesta han di navça Behdînan de bi navê Beyta Biharê bi nav û deng e û gelek kes dibêjin ku ev helbesta han a Bekir Begê Erzî ye. Lê eva han ne rast e.Ji ber ku navê Mensûr di reza dawiye de heye û her wîha di wê destnivîsê de bi navê Mensur hatiye nivîsîn.Wextê di nav wê helbestê de hatiye nivîsîn (1181'e hicrî) temenê (umrê) Bekir Beg du sal bûye. Bekir Beg di sala 1179'e hicrî de ji diya xwe bûye. Lê helbestekî Bekir Beg jî li ser biharê heye.Gelek nezîkî ve helbesta Mensûr e: Ger mirov herdukan bixwîne, mirov dikare bibîne ku Bekir Beg ve helbesta xwe li ber a Mensûr nivîsiye, lê negihîştiye sewiya wî, her çiqas şairekî mezin jî bûye. Helbesta wî Medîna xweştirîn helbest e.[1]

Helbestekî Mensûr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Subhan ji Şahê bê çun çi biharek keskûn e
Qadir "kun feyekûn" ji erdan derbûn 'iyûne
Kuhsarê di mehzûn bi îzna wî vebûne
Kuhsara vederkeftin hilalan ser hilîne
Di nêv kevran verestin beyan bû erdê şîne
Tevrî ji bin derkeftin kêrî bibûn rengîne
Muneqeş bû cîbale ji palal û beybûnan
Ji dengê re'dê biharê wê hilat kêrestûne
Wê nazil bûyî xelatê biyaban tezyin bûne
Tezyîn bûn koh û sehra bi lutfa zulcelalî
Ehmer bûn dest û çiya bi kulîlkên biharî
Yeqîn xelatî îlah ji bû dinyayê hinarî
Xel'eti sor û zer bûn hinarî ji bo gelûke
Kuhsara munewwer bûn murxan li ser çîk çîk e
Li mêrxuzare di rengin 'endelî like like
Sipehî bibûn mêrxuzar bi kevî yû kaniyêt biharê
Muneqqeş bûn cûybar têtin dengê 'endelî
Bi sosin û binevşan bi nêrgizêt xumarî
Temam kemilîn dunya bi zîyneta biharê
Kebkê(kew) d'muvvetten çiya wêt jor da hatin xarê
Dş xeberdim ji hemiyan hind bû medhê adarê
Nîsan bi lutafet e bi kevî yû kaniyan
Kêrî bûne cinnete bi qudreta rebbaniye
Çi xelkî bê îbret e dana be nêv şahiyan
Şahî û sefa û sirûr ew sabitin d'biharê
Çiya girîyan di me'mûr di nevşêt cûybarê
Zahir bû cumle mestur d'meha paşî Adarê
Cobar û bax û bistan kamil bibûn tevav e
Şehlûl û 'endelî bûn meşyane hatin nav e
Cevvab bibine reqîban wal' nêrgiza xunav e
Nêrgiza bişkoj daye sosin hem xûrûş e
Lale pur cefa ye sunbul bi qeba poş e
Biharekî i'ila ye sosin zêrîn girş e
Sosin di nav baxan zan zor digrin xunavê
Nêrgizê ser çiqande qedeh pur bû ji avê
Sîmen wereq nîşan da 'eksî li neqşê avê
Neqşî kirin cûybar bela çû werda exder
Sinober û gulbihar kulîlkêt mu'enber
Gulşilêl û lalezar nîsanokên di ehmer
Ehmerî sorî tarî daxa li ruyê lale
Zervişan bû xumarî şebnem lê bûye jale
Irqçîn bûn biharê bi qurmiz şîn û ale
Qurmiz û şîn û sefîd mulebbes bûn kuhsar
Keskî seraser demîd teyyibe bûn cûybar
Fezleke pake se'îd muferreh bûn mêrxuzar
Muffereh bûne zînî turazînî dibin xweş
Pak xemilîn bi şînî kesk û zer û al û reş
Pîvazî yû yasemîn girik gêran muneqqeş
Neqqaşî gêra qelem resand şebrîza şîne
Gerdena vvekû 'elem ji bin befrê hilîne
Beybûn bibûn der qedem lazimêt êk dimîne
Beybûnokêt nihala jê têt bêna mu'enber
Gerden ji reng piyalan dirrêj in miskê ezfer
Nezer da ev cîbalan mukemmel bûn sor û zer
Sor û zerê semawî çiya kirin 'eyane
Bi narincî yû mawî kulîlk kirin beyane
Du meh d'çûne musavvî xelas bibû Nîsane
Di vê meha Nîsanê bûne selatîn cebel
Dahat meha Gulanê roj hate j'burca h'emel
Xoş bû weqtê seyranê dunya bûbû mukemmel
Dunya bûbû bişrûne turazîn bû dila ra
Bi emrê "Kaf" û "Nûn"ê werandin 'enber sara
Bi 'etrî şah bûne çîmen li wan nizara
Nizar ku bûne xara beroj ku bûne etles
Reşandin 'enber sara ji zer camî museddes
Di mexrib û sehara ve ezman hate exres
Exres ku 'endelî bûn kebkê di kuhsaran
Di subha evvvvelî bûn êvaran car û baran
Şehlûl û 'endelîb û bilakutka beyaran
Bilakutk û 'endelî pur ji neqşî selîm in
Dixûnin subha ewwelî di zikrê şahê 'elîm in
Şebî gulî bilbilî e aşiqê nesîm in
Nesîm bi weqtê seher dixşêt li teyibatan
Sik li dîmaxê esfer êk e ji mu'cîzatan
Bi keskî nivîsî mexder tuxra sirrî beratan
Tuxra ku zer nîşan kir dav bilbilê malxirab
Seba 'enber vişan kir mînayî reng da civvab
Gulê xunçe 'eyan kir bi hal û xef da civvab
Ez sorgula bi naz im me mesken sehen bax e
Sed car ku ez mecaz im dilê te vetnim dax e
Keşfa cemî' razim meftûh her dîmax e
Dîmax sote bilbil ji bihna min dinalin
Çîçek û terh û sinbil hindî zehr li bal in
Av û hevva di daxil di bezma lîsanê hal in
Bi lîsan halê tiyûr in seyrangeha nexmesaz
Lale kevî di hûr in zînet li baxê mecaz
Enber û 'ud û kafur tawûs û zax û şehbaz
Şehbazê emrê ehed felek kirin neylîgun
Daniya ferşê zumerred reqem kirin "Kaf" û "Nûn"
Nuqteyê ma la 'eded bi nexme ma yeştehûn
Bi nexmeyê tesbîhan ve ezman tên tuyûre
Ji exres û fesîhan pakî dibit zuhûre
Ji Musa yû Mesîhe da'î bi xo Mensûre[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b Abdûlreqîp Yusuf , Şairên Klasîkên Kurd , rp. 67-73 ,Wêşanên Jîna Nû , Sweden , 1988.