Melevanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Melevanîkirin li melevangehekê.

Melevanî, ajnî an jî avjenî, corek e ji corên werzişê ku di avê de tê kirin, mirov dest û lingê xwe bikar tînin ji bo encamdana vî corê werzişê.

  • Ji kesê ku melevaniyê zanî re dibêjine melevan.
  • Dibêjine cihê ku melevaniya lê dikin, melevangeh an jî mesbeh.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka melevaniyê li Kurdistanê vedigere beriya çendîn salan, li dema ku pirraniya xelkê li gundan dijiyan. Xelkê, li wan serdeman, di ava kanî, rûbar û birikan de melevanî dikirin. Herwisa beriya ku kanî, rûbar û birik ji bo melevanan bên bikaranîn, xelkê wan deveran ji bo mebestên serşûştin û balavkirinê (cil şûştin) bi kar dianîn. Lê piştî ku hin xelkê gundên xwe bi cih hêlan û hatin li bajaran jiyana xwe bibin ser, melevaniyê û melevangehan jî pêşkeftin. Û niha em dikarin bibînin ku bi sedeha cihên melevanan li Kurdistanê hene, ji bilî avên vekirî (avên di nava siriştî de) û kanî û rûbaran.

Kerestên ku di melevaniyê de tê bikaranîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Cilên melevanan. (Ji bo kiç û koran)
  • Çavkên melevanan.
  • Kulavê melevanan.
  • Pêlavên melevanan.
  • Çupên parastina jiyanê (nehêlan mirov niqûm bûn/bin av bûn). Ji bo wan kesên ku melevaniyê nizanin.

Corên Melevaniyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Golden retriever swimming the doggy paddle
  • (Doggy Paddle/Dog Paddle) melevaniya seyan: bo destpêkeran
  • (Butterfly Stroke) Pelatînk
  • (Backstroke) Li ser piştê
  • (Breaststroke) Beq
  • (Crawl or Freestyle) Bask

Astên melevaniyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Pişemasî (Jellyfish): Ew kesên ji nû xwe fêr dikin melevaniyan. Astê ekê ji wane wergirtinê derbareyî melevaniyan gelek yê giring e ji bo wan kesên çi serbor digel melevaniyan nînin. Zarrok fêr dibin çêwa henasa xwe bikêşin û çewa serê xwe bikin di bin ave ve. Herwisa wêrekî li cem wan peyda dibe.
  2. Şînik (Tadpole): Di vî astî de, ku zarrok bi xwe dizane henasa xwe bikêşe û çewa serê bikin di bin avê ve, fêr dibe çewa bimîne sera û çewa karin biçin binav ji bo anîna yariyan an her çi be. Herwisa fêrî melevaniyên adî dibin (Baz).
  3. Zitke (Minnow): Da ku zarrok ji astê Şînik derbaz be astê Zitke, ew fêr dibin bê alîkarî xwe li ser av bigirn pitir ji 5 çirkan. Herwisa fêr dibin çewa xwe li ser piştê bigirin, û melevaniyên wan jî pêşdikevin.
  4. Noqar (Guppy): Li vêrê zarrok fêrî corek din yê melevaniyan dibin ew jî melevaniyên li ser piştê. Herwisa fêr dibin çewa neksan li avê biden.
  5. Masiya Pterois (Lionfish): Ew fêrbûyên tên vî astî dikarin bi sanahî û bê alîkarî hemî astên dî baş bikin. Li vir ew fêr dibin çewa melevaniyên beqê bikin û astê neksên wan jî baştir dibe.
  6. Dulfîn/Delfîn (Dolphin): Di vî astî de fêrbûyî dikare hemî amujgariyên astên din encam bidin. Di astê dumahiyê de ew dikarin xwe li ser qefazê pavêjin di avê de û neksa lê din.

Paqijiya melevangehê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

paqijkerê melevangehan yê otomatîkî-rêyên paqijiyê

Hin rê hene ji bo paqijkirina melevangehê

Rêyên paqijkirinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew rêyên dikarin ava melevangehan bihêlin paqij evene: Fîlterên avê da ku pisatiyan ji avê biderêxe, dijemîkrob da ku mîkroban bikoje, hayjînê melevanan da ku bergiriyê ji nexweşiyan bike, herwisa taqîkirina ava melevangehê û zêde kirina kilorî û rêja pHî.

Çewa melevangeh pîs dibe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hin eger hene ku ava melevangeh pîs dibe, mîkrob yên ku ji leşê melevanên nexweş û zeytên (maddên) leşî mîna xwêdan (areq, xuh), bênxweş û mikiyaj, dest ava (Mîz) mirovî, tifa mirovî û pîsatiya mirovî (dest nivêja stûr). Ji aliyê lêkoleran ve hatiye beralî kirin ku, bi rêja, 30 bo 80 mL, yên dest avê (Mîz)yên melevanên ku melevangehan bikar tînin, di nava ava melevangehan de ye.

Xizmetgozarî û hayjîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şûştina pêyan dibe harîkarek ji bo kêmkirina pîsatiyan. Piştî ku av gelek tê bikaranîn, kalisyom ku pirraniya xwê bi dîwarên û herwisa fîlteran, pempan. Gelek caran tê pêşbînî kirin ku baştir e ava melevangehê hemiyê hişk bikin û dubare pirr bikin an jî ew ava ku di melevangehê de paqij bikin (Recycle) ji pisatiyan bi bikaranîna "Reverse Osmosis" û başîya vê rêyê ewe ku mirov dikare bi rêja 90% ji vê avê bikarbîne ve.

Nehêlan û rêgirtina nexweşiyan di melevangehan de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Da ku bikarîn nexweşiyan ji melevangehan dûr bikîn divê pHê wê di nav bera 7.2-7.8 be. Rewştê saxlem û tendirustî li melevangehan gelek yê giring e ji bo nehêlana metirsiyên saxlemiya mirovî. Serşûştin ji berî biçî di melevangehê de dişê metirsiyan kêm bike, herwisa serşûştin piştî ji melevangehê hatin der jî gelek giring e ji bo nehêlana metirsiyên saxlemiyê. Ew kesên ku zikçûn heye an her nexweşiyeka girêdayî pêve nabe melevaniyan bike û biçe melevangehan bo mawê 2 heftiyan, bi taybetî zarrok.

Rêja standerd ya pHî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ya here giring e ku rêja pHî di nava melevangehê de di nav bera 7.2-7.8 be li dû Langerlier Saturatio Index, an jî 7.8-8.2 li dû Hamilton Index. Demê rêja pHî ya kêm be dibe eger ku melevan nerehet be û bi taybetî çavên melevanan.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wîkîferheng Wîkîferheng: melevanî – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir