Mem Ararat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mem Ararat
Jiyan
Jidayikbûn1981
Dêrika Çiyayê Mazî, Mêrdîn
NeteweKurd
Cureyê muzîkêSlow, modern, kevneşopî
PîşeStranbêj, sitrannivîs
Salên çalak2013-Niha
biguhêreBelge

Mehmet Esen yan jî bi navê ku tê zanîn Mem Ararat (jdb. sala 1981 li gundê Girkê Şêxê,[1] Dêrika Çiyayê Mazî, Mêrdîn) sitranbêj û sitrannivîsekî kurd e.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mem Ararat di 17ê îlona sala 1981ê li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî bi ser parêzgeha Mêrdînê ve jidayîk bûye. Ararat ji ber şertên aborî û jiyana koçberiyê piştî xwendina xwe yê dibistana seretayî di temenê zarokatiya xwe de di gelek karên cihêreng de dixebite.[2] Mem Ararat Ji zaroktiya xwe ve bi muzîkê re eleqedar bûye lê ji ber derfetên wî pêk nehatibû dereng dest bi muzîkê kiriye. Di sala 1991ê de vedigere gundê xwe lê vê carê jî ji ber rewşa sîyasi bi malbata xwe re neçar dimîne ku ji gundê xwe koç bibe[3]

Ararat di destpêka sala 2013an de dest bi muzîkê dike û xebatên xwe yên muzîkê li ser platformên civakî diweşîne. Piştê berbelav bûna sitranên wî yê li ser medyayên civakî bi motîvasyona hevalên wî albuma xwe ya yekem a bi navê Quling Ewr Û Baran di dawiya sala 2013an de derdixe. [4]

Mem Ararat di van salên dawî de bi şêwaza xwe yê taybet encamek baş bidestxistiye ku di muzika kurdî de xwedî stîleke taybet e.[5]

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albûm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Single

  • Pîvok (2019)

Klîb[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Payîz(2016)
  • Zozan (2018)
  • Xatirxwestin (2019)
  • Çîçekê (2019)
  • Ji Evareke Amedê (2019)
  • Evîna Du Çîya (2019)
  • Dilo Ez Bimrim (2018)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Mem, Ararat. "Mem Ararat kimdir, ve nerelidir?". Hozan Akpolat (bi tirkî).{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  2. ^ KimNereli. "Mem Ararat Kimdir? Aslen nereli? Kaç yaşında? Müzik Hayatı, Biyografisi" (bi tirkî). Roja gihiştinê 11 adar 2023.
  3. ^ "Mem Ararat Kimdir? Nerelidir? » kurtler.net". www.kurtler.net (bi tirkî). 4 adar 2023. Ji orîjînalê di 11 adar 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 11 adar 2023.
  4. ^ "Mem Ararat Kimdir? Nerelidir? » Kürtler.com". Kürtler.com (bi tirkî). 22 îlon 2019. Ji orîjînalê di 22 adar 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 adar 2020.
  5. ^ "MEM ARARAT KİMDİR". Bernamegeh (bi tirkî). 25 nîsan 2022. Roja gihiştinê 11 adar 2023.