Meredanê

Meredanê
Ji Meredanê golên Cêwî

Meredanê (bi tirkî: Merdan), gundekî Bismilê ye. Ji Şeqiltîzê zêde bûye. Nêzî rêya Bismil û Batmanê ye. Gund li kêleka çemekî biçûk, ji çar pênc malên merivan hatiye avakirin. Li derdora wê Çoltepe, Gultepe, Şeqiltîz û Qonit he ye.

Debara gund li ser çandiniya avî (genim, ce, nîsk, pembo, garis) û xwedîkirina heywanan e.

Çar golên gund he ne. Her du golên ku navê wan Gola Hespê û Gola Porê ye navdar in.