Meryem

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Meryem
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Tzippori (en) ou OrşelîmLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Mirin
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Cih nayê zanînLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Cihê goristanê
Tomb of the Virgin Mary (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê rastî
ܡܪܝܡ û מריםLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
InconnuLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Cîwar
Nisret (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bav
Joachim (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Saint Anne (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwişk û bira
Salome (en)
Mary of Clopas (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Joseph (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Îsa
Jude (en)
Simon, brother of Jesus (en)
James the Just (en)
Joses (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Étape de canonisation
Saint (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Festîval
Wêneyekî Meryem (sedsala 17'an)
Meryem û kurê wê Îsa, li gorî wêneyekî kevn î farisî

Meryem, (bi erebî: مريم‎, îbranî: מרים, latînî: Maria, yewnanî: Μαρία) li gorî baweriya xiristiyan û misilmanan navê dayîka Îsa Mesîh e. Bi taybetî, di ayîna katolîk de rojên bibîranîna Meryemê gelek in.

Meryem, li gorî Încîlê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mîryam û Meryem: Di Tewratê de li ser xwişka Mûsa pêxember tê gotin, navê wê Mîryam e. Di Încîlê de li ser diya Îsa Mesîh tê gotin, navê wê Meryem e. Di gelek zimanên Ewropayî de ew herdu nav bi awayekî zelal ji hev cihê ne. Diya Îsa Mesîh Meryem kêm û zêde 1500 salan piştî xwişka Mûsa pêxember Mîryam hat dinê, loma divê ew neyên tevlihev kirin.

Meryem: Li gor Încîlê Meryem li gundekî herêma Celîlê, li Nisretê mezin bû. Beriya ku bizewice ji hêza Ruhê Xwedê bi zaro ma, loma bavê Îsa Mesîh li ser vê dinyayê tune. Dergistiyê Meryemê Ûsiv bû, zilamekî rast bû. Milyaketekî Xwedê jê re xuya bûbû û ji wî re da fêmkirin ku Meryemê tiştekî xerab nekiribû û jê re got ku wê ji xwe re bîne. Ûsiv jî tam li gor gotina Xwedê kir û piştî demeke kin Îsa Mesîh li Bêtlehmê (gundekî nêzîkî Orşelîmê (Qudsê)) hat dinê (Lûqa 2; Metta 1:18-2:23). Piştî bûyîna Îsa Mesîh Meryemê çend zarok anîn mêrê xwe Ûsiv. Di nav wan de Aqûb, Cihûda û Şimûn û çend keç bûn (Marqos 6:3).

Strana Meryemê di Încîlê de nasdar e (Lûqa 1:46-55). Meryem tevî Îsa Mesîh û şagirtên wî li daweta Qenayê bû û li wir kerameta Îsa Mesîh a pêşî dît (Yûhenna 2). Wê her gav karbidestiya Îsa Mesîh fêm nekir (Lûqa 2:41-52), lê hin bi hîn baweriya wê zêde dibû (Yûhenna 2:5; Lûqa 1:38+45) û piştî rabûna Mesîh ew di nav bawermendan de dima (Karên Şandiyan 1:14).

Li gor Încîlê Meryemê bi çavê xwe dît ku Îsa Mesîh çawa tê xaçkirin (Yûhenna 19:25). Piştî rabûna Mesîh a ji nav miriyan ew tevî şagirtên Îsa Mesîh li Orşelîmê (Qudsê) ma û dema Xwedê di roja Pentîkostê de Ruhê xwe yê pîroz şand, bi çend jinên din re bi şagirtên Mesîh re ji bo duakirinê civiyabû (Karên Şandiyan 1:14). Piştî vê yekê Încîl êdî li ser jiyana wê tiştekî din nabêje.

Meryem, li gorî îslamê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Qur'anê jî sûreyeke bi navê "Meryem" heye. Li Meryem (sûre) binihêre.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]