Mesûd Barzanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Mesûd Barzanî
President of Iraqi Kurdistan Masoud Barzani (cropped).jpg
Mesûd Barzanî
Serokkomarê Herêma Kurdistanê
Wezîfedarî
14ê hezîrana 2005an – 1ê çiriya paşîn a 2017an[1]
SerokwezîrNêçîrvan Barzanî
Berhem Salih
Nêçîrvan Barzanî
CîgirserokXusret Resul Elî
BerêMeqam hat sazkirin
PaşêNêçîrvan Barzanî
Jînenîgarî
Jidayikbûn16ê tebaxa 1946an (75 salî)
Mehabad, Komara Kurdistanê (Îrana îroyîn)
HevwelatîHikûmeta Herêma Kurdistanê, Îraq
NeteweKurd
Partiya siyasî(PDK) Partiya Demokrat a Kurdistanê
Zarok5 kur
Dê û bav
PîşePêşmerge, siyasetmedar, serokê PDKê .
biguherîneBelge
سەرۆک کاک مسعوود بارزانی

Mesûd Barzanî (jdb. 16ê tebaxa 1946an, li Mehabadê, Komara Kurdistanê ya Mehabadê) siyasetmedarekî kurd û serokê PDKê ye.

Jînenîgarî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Mesûd Barzanî di 16ê tebaxa 1946an de li bajarê Mehabadê li Komara Kurdistanê ya Mehabadê (Îrana îroyîn) di roja damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ji dayik bûye. Li serdema temena kurt a Komara Kurdistanê ya Mehabadê ku yekemîn giyana serbixwe ya kurdî bûye.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê di sala 1947an de, binemaleya Mesud Barzanî li gel komeke pêşmergeyan û binemala wan naçar bûn vegerin Kurdistana Iraqê û paşê li aliyê rejîma Iraqê ve hemû bo bajarên xwarê Iraq hatin dûrxistin, bi taybetî Bexda û Besre, lê belê Mela Mistefa Barzanî bavê Mesud Barzanî rêberê şoreşa kurd li gel hevalên xwe berev Yêkîtiya Sovyetê bi rê ketin û heta sala 1958an li wir man.

Mesûd Barzanî bi sedema hokara siyasî û peywendiya bi şoreşa îlonê xwendina navendî temam nekir û Bexdayê bi cîh hişt û li temena 16 sal di sala 1962an de çek hilgirtiye û çûye rêzê pêşmergeyê Kurdistanê û roleke berbiçavî hebûye li şoreşa kurd ku di 11a îlona 1961ê de bi rêberiya Mela Mistefa Barzanî dest pê kir û heta sala 1975an berdewam bû. Li jêr rênimayî û piştgîriya bavê xwe têkilî xebata siyasî bûye.

Barzanî jiyana xortaniya xwe terxan kiriye ji bo wan armancên ku Partiya Demokrat a Kurdistanê bilind kiriye, di sala 1961ê de, demokrasî ji bo Iraqê û otonomî û paşê federalîzm ji bo Kurdistanê li çarçêweya Iraqeke demokratîk da, rêzdar xebatekî mezin ji bo vê çareseriya rasteqîne kiriye.

Barzanî li temena bîst salî da bi awayekî rêk û pêk têkilî karûbarê siyasî bûye û di sala 1970î de beşdarî wê tîma kurdî bûye ku gûftûgoyê li gel Hikûmeta Iraqê, li ser rêkeftina otonomî kiriye. Di sala 1971ê de li dema sazkirina kongreya heşta Partiya Demokrat a Kurdistanê bi sîfeta endamê komîteya navendî ya partiyê hatiye hilbijartin û paşê bûye endamê yedegê mekteba siyasî û erkê berpirsiya dezgeha emnî girtiye stûyê xwe.

Piştî ruxandina şoreşa îlonê li encama rêkkeftinnameya Cezayirê li navbera Şahê Îranê û Hikûmeta Iraqê li sala (1975), bi rênimayiya cenabê Mela Mistefayê bavê, Mesûd Barzanî li gel Îdrîs Barzanî birayê wî û jimareyek li hevalên xwe pêkve helsan bi rêxistina rêzên pêşmerge û damezrandina serkirdayetiya demkî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo dakokîkirina li kurd û Kurdistan û di 26ê gulana 1976an şoreşa gulan dest pê kiriye.

Di sala 1976an heta 1979an de Mesûd Barzanî li gel bavê xwe li Amerîkayê jiyaye û piştî rûxana rejîma Şahê Îranê, vegeriyaye Îran û heta tertîbata hatina bavê xwe, bo Îran bike lê belê wê roja ku Barzanî 1ê adara 1979an gihişte Îran, bavê wî li Washington koça dawî kir. Li meha çiriya paşîn a 1979an, li kongreya nehem a Partiya Demokrat a Kurdistanê bi awayekî demokrasiyane Barzanî Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Rola her yek li Mesûd Barzanî û Îdrîs Barzanî yê birayê wî, gelek berbiçav bûye di salên 1980î heta wekî 1987an de li damezrandina çendîn bereyên siyasî li Iraq û bi taybetî ku bereyên kurdistanî li çendîn rêxistin û hizbên kurdistanî damezrand.

Barzanî û ji malbata xwe gelek qurbanî li ser kêşeya kurd daye û li dawiya li dayik bûnê heta 12 sal bavê xwe nedîtiye, ku ew li dûrî welat li Yekêtiya Sovyetê dijiya. Sîxurên rejîm sê birayê Barzanî teror kirine 32 kes le endamên malbata wî li gel wan 8000 barzanî bûn ku ji aliyê rejîma Bees ve di sala 1983an de hatin enfalkirin. Mesûd Barzanî xwedî çendîn hewldanên terorê bûye bi taybetî hewlên terorkirina li Viyana paytexta Nemsayê di 8ê çileya 1979an. Rejîmê Iraq yek li dawiya yekê (16) çar gundê barzaniyan xera kiriye ku gundê birêze, Barzanî pirtûkekî li ser rola dîroka Mistefa Barzanî bavê xwe li Tevgera Neteweya Kurd li jêr navê Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd ku li sê bergan pêk hatiye nivîsandiye, li gel çendîn gotar û babetên siyasî ku li rojname û kovarên Kurdistanê hatine belav kirin.

Piştî şerê hevpeymaniyan dijî bi Iraq, Barzanî hem ahengî bereya kurdistanî kir û serkirdayetiya raperîna adara 1991ê kurdan kir ku bûye hoya azad kirina beşekî mezinê Kurdistana Iraqê ji deste rejîma Bexdayê.

Di meha nîsana 1991ê de gûftûgo li gel Bexdayê dest pê kir û Barzanî ji bo çendîn mehan serokayetiya şanda kurdî kir ku li hemû hizbên bereya kurdistanî pêk hatibûn. Li gûftugoyan bi hîç encamek negihiştin bi sedema redkirina daxwaziyên kurd ku birîtî bûn li otonomî herêmayetî û demokratîzekirina ji aliyên Iraqê ve.

Her wiha li kongreya 12ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê di sala 1999an de Mesûd Barzanî serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê careke din hatiye hilbijartin.

Mesûd Barzanî li salên nohtan û heta weku ji navçûna rejîma Bees, beşdarî çendîn kongre û civînên navdewletî kiriye. Wekî civînên Washington li sala 1992an û paşê li 1993an û li kongreya Selahedîn a 1992an û kongreya Londonê ya îlona 2002an û kongreya Selahedîn a şubata 2003.

Barzanî roleke xwe yê serekî li sercem pêşhatiyên siyasiyê Iraqa nû da hebûye, paşê li damezrandina Encûmena hukimrana Iraqê di 31ê tîrmeha 2003an, ku têda bûye endam û dawiyê jî bûye serokê encûmenê.

Di 12ê hezîrana 2005an de Mesûd Barzanî wekî yekemîn serokê herêma Kurdistanê ji aliyê Encûmena Nîştimanî ya Kurdistana Iraqê ve hate hilbijartin.

Mesûd Barzanî li hilbijartinên roja 25ê tîrmaha 2009an bi rêjeya 70% ê dengan bi destxist û bi awayekî raste rast ji aliyê gelê Kurdistanê ve duyemîn car wekî serokê herêma Kurdistanê hate hilbijartin û li roja 20ê tebaxa 2009an li beramber Parlemena Kurdistanê sonda yasayî xwar.

Wekî serokê herêmê, li çendîn welatan bi seredanên fermî kiriye û çendîn serokê welat û serokwezîrê van welatan dîtiye, li encama van hevdîtinan de li gel serok George W. Bush serokê Amerîkayê di 25ê çiriya pêşîn a 2005an de û Tony Blair serokwezîrê Britanya di 31ê çiriya pêşîn a 2005an de û papayê Vatîkanê di 14ê çiriya paşîn a 2005an de û Silvio Berlusconi serokwezîrê Îtalyayê di 13ê çiriya paşîn a 2005an de û Abdullah keyê Erebistana Siyûdî di 13ê adara 2007an de û Abdullah keyê Urdunê di 19ê adara 2007an de.

Wekî serokê herêmê ji bo geşkirina hevpeymanî li nav hêzên siyasiyên Kurdistanê çend organekî damezrandiye û li herêmê proseya biryardanê baştir kiriye:

A- Li roja 22ê kanûna 2007an Encûmena Serokayetiya Kurdistanê hate damezrandin ku têda serokê herêmê serpereştiya civînan dike, û cîgirê serokê herêmê Kosret Resul li gel serokê Parlemena Kurdistanê û serokê Hikûmeta Kurdistanê û cîgirên wan û serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê.

B - Encûmena bilinda Partiyên siyasiyan, ku kesayetiya yekem a partiyên siyasiyan têda endam in, ku ji van hizbên xwarê ve pêk dihêt: Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê, Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê.

Serok Barzanî şeydayê xwêndinêye bi taybetî jî hez bi xwêndina pirtûkên dîrokî û siyasî û serbazî dike û her wiha gelek hez ji werzîşê dike.

Mesûd Barzanî sala 1965an dest bi jiyana hevjîniyê kiriye û xwedî heşt zarokan e.

Barzanî şarezayî bi temamiya zimanê kurdî û erebî û farisî ye, her wiha şarezayî zimanê îngilîzî ye û dikare pê biaxive.

Mijarên têkildar[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. "The path to resignation of Masoud Barzani". TRT World. Ji orîjînalê di 20 nîsan 2019 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 2 çiriya paşîn 2017.

Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]