Metîna, Efrîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Metîna (bi erebî: ماتنلي) gundek ji gundên herêma Efrînê li başûr rojavayî Kurdistanê ye, û li başûr rojhilatî herêmê dikeve. Li wir nêzîkî 1900 kes dijîn[1]. Li gorî dabeşkirinên rêvebirî ew bi ser piyê navçeya Şera ve diçe ango ji aliyê gerînendeyî ve girêdayî bajaroka Şera ye, û dora sê kîlometran ji wê û deh kîlometran ji navenda herêmê, bajarê Efrînê, dûr e. Navê Metîna ji navê çiyayekî Kurdistanê î pir navdar tê ew jî çiyayê Metîna ye. Ji aliyê xaknîgarî ve Metîna li ser girekî, ku dora 150 metran ji ser rûyê derya bilind e, hatiye avakirin. Gund ji bakur û rojhilat ve bi qiracan û newalekî kûr dorpêçkirî ye û ji başûr û rojava ve jî deşta Metîna li pêş gund mîna keçikeke nazenîn û bedew ketiye xewê. Hemû qiracên derdora Metîna bi darên zeytûnê, mişmiş, behîv, simaq, kewzan û gûzan çandî ne û pesarên newala wê jî çêrgeha sewalan e, lûtkeya qiracan û rûberên herî asê jî bi darên merx û sewliyê xemlandî ne… Deşta Metîna jî bi piranî darên zeytûnê û rez in, li gel rûberek biçûk ku ji çandina genim, nîsk û nokan re terxankiriye û çend baxçeyên henaran jî hene.

Tevî ku tu belgeyên fermî ên ku dîroka Metîna tekûz dikin û heyama avabûna wê nîn in jî, lê li gorî salixên bav û bapîrên xelkê Metîna, dîroka avabûna vî gundî vedigere bêtirî dused sal. Ev salix her wisa xuya dikin ku yekemîn malbata li Metîna niştecî bûye, malabat Selmo ye, lewre mirov dikare bêje ku mala Selmo damezrînerên gundê Metîna ne. Piştî malbata Selmo bi cih bûye hin malbatên din jî hêdî hêdî li gund niştecî bûne û mewda gund û hejmara xelkê jî zêde bûye, û niha bêtirî sed lib xanî li gund hene. Li rex malbata Selmo hin malbatên din jî hene, wek: Malbata Nebê, Ebo Elo, kuruk, Cebûlî, Evdile, koleme, Xelo û Hec Ebdo...

Li gorî amarên (serhejmarên) sala 2005’an hejmara nişteciyên Metîna 1934(hezar û nehsid û sih û çar) kes in. Ev akincî jî di navbera Metîna, bajarê Efrînê, bajarê Helebê û mişextiyê li Ewropa û Amerîka de belav bûne. Ew kesên ku ji Metîna koçî Efrînê û Helebê bûne di her malbatekê de hene, lê ew kesên li mişextiyê ne piraniya wan ji malbata Cebûlî, Nebê û Selmo ne û di navbera Amerîka, Kanada, Fransa, Almaniya û Yewnanê de belav bûne.

Ji aliyê rajeyên giştî (public amenities) ve Metîna li nîvê rê ye, ango elektirîk heye lê ew qas ne saz e, av lê heye lê tim nayê û heke bû ew hat jî her roj dora katekê dirêj dike û carik din ziwa dibe, ji ber hindê xelkê gund xwe dispêre bîrên avzê û barekî diravî û ezyatê xwe zêde dibe. Li vê dawiyê çêşme jî hatine kolandin lê di havînê de pir giriftan ji nişteciyan re derdixin holê, ji bîna pîs bigire heya pirsgirêkên tenduristî… Rê û kolanên gund giş ne qîr û ziftkirî ne, tenanet rêya sereke ya gund ziftkirî ye û rêyên duwane jî hê jî ax in û di havînê de tozê derdixin û di zivistanê de jî dibin mîl û herî û jiyana nişteciyan dikin dojeh… Di van pênc salên dawî de bihêstok jî hate Metîna lê mixabin ku li hemû malên gund belav nebûye, bahane jî ku têlên pêdivî nîn in ku tore fireh bibe!!

Der barê perwerde û zanînê de jî, hejmara xwendevan û pisporan li gorî hejmara xelkê gund ne guncav e, xwendin di astekî nizim de ye, tenê çar bijîşk li gund hene û yek ji wan li derve li mişextiyê ye, mamoste û endezyar jî tev bîst kes dernakevin. Tenê dibistaneke sereteyî li gund heye, lê mixabin ji pêncî kesî an jî kêmtir kes naçe wê dibistanê û ên ku diçin jî pir newaz e ku derkevin qonaxa navîn û lîseyê! Xwedîgirav zagona xwendinê li Sûriyê heya kutakirina pola nehan bi kotekî ye, lê dewlet û wezareta perwerdeyê pir guh nadin rêjeya ew kesên ku qaçax ji dibistanan têper dibin. Sedema sereke ji têperbûna zarokan re ew e ku rêjeya xizanî bilind e û dibistana navîn jî li gund nîn e, lewre ew kesê dê biçe qonaxa navîn divê biçe gundê Xirêbe û li wir xwendina xwe berdewan bike, ew jî di piraniya dema dibistanê de, nexasme meha çile, pir zehmet e, hem rê dûr e, Xirêbe sê kîlometran ji Metîna dûr e, û hem jî serma nahêle ku zarok di mehên seqema zivistanê de û di serê sibeyê de bi asanî biçin wir… Ew kesên ku bi ziman û çanda kurdî re bi şêweyekê rêkûpêk didin û distînin jî pir kêm in, lê niha hişyariyeke balkêş di nav ciwanên rewşenbîr de peyda dibe û bi coşeke mezin berve çand û zimanê xwe ve diçin. Ew jî geşbînî û hêviyeke mezin ji pêşerojê re derdixe holê, sipas ji ew kesên ku erk û delameta fêrkirina Kurdî ji xortên gund re raxistine ser milên xwe û ez bejna xwe li ber wan ditewînin û rêz û hûrmetê ji wan re dikim…

Jiyana civakî li Metîna heya radeyekê aram e, ango tu pevçûn û pirsgirêkên jidil nîn in ku aramiya civakî bihermînin, tevî ku hin caran pevçûn û şerên biçûk derdikevin jî, lê ew bi giştî biçûk û bisînor in. Têkiliyên kurdewarî û danûstandinên gundiyan hêj taybetmendiyeke Kurdî ragirtine û heya radeyekê xelk têkildarî folklora xwe ye jî, lê roj ji rojê kêmtir dibe…

Rewşa aborî jî li gund ne ew qas baş e, ango halê xelkê tenik e û aboriya wan lawaz e, ev rewş sedema sereke a koçberiya xelkê Metîna ye. Li rex çandin û berhemên xwezayî ên mirov dahateya xwe jê werdigirn, hejmareke mezin ji nişteciyên Metîna karker in û di dezgehên taybet û ên hukûmetê de dixebitin û debara xwe pê dikin. Lê heya ev kar jî tim ne pêkan e, mirov divê pir têbikoşe û bertîlan bide ku karekî ji xwe re peyda bike!!

Xelkê Metîna wek hemû xelkê herêma Efrînê têklidarî rewşa siyasî ye jî, li Metîna ji ajan û sîxûrên ku xwe firotine bigire heya welatparêzên hêjayî bejintewînê mirov hene, têgînên cur be cur jî hene. Xelkê Metîna xwe di tevna siyaseta Kurdî de ristiye û endametiya partiyên cihêreng kiriye, ji hemû partiyên ku li kurdistanê bi giştî û başûr rojava bi taybetî bigire endam hene heya Partiya Bees a fermî jî endamên wî li Metîna hene. Hin jidil endam in, hin jî berjewendîperest in!! Xelkê Metîna wek hemû miletê Efrînê bi taybetî û Kurdistaniyan bi giştî berdêlên pir biha ji ber welaparêziya xwe ve dane, ji girtin, sirgûn û îşkenceyê heya kuştin û şehîdbûnê…

Îro Xelkê Metîna wek hemû xelkê Efrîn, Kurdistan û Rojhilata Navîn li ber pêlên bicîhanbûnê rû bi rû maye. Belê pisgirêkên daliqandî jî zehf in û pêşeroja siyasî, civakî û aborî jî ne ew qas ewle ye. Çemk û têgîn zû tên guhertin, nifşên nû, nemaze ew kesên nexwende zû dimezixin û ji nirx, dab û kevneşopiyên xwe bidûr dikevin. Roj ji rojê televizyon û sêlik xelkê ji têkilyên civakî û danûstandinê bidûr dixin û wan berve tenatiyê dehf dikin, ev sarbûna civakî jî biveke pir mezin e hem ji bo civaka Kurdî û hem jî ji bo ziman, fêr û dabên Kurdî. Bi hêviya ku em qasî çiyayê Metîna nav û hebûna gundê xwe di landikeke kurdewarî de biparêzin û ji zarokên xwe re radestî pêşerojê bikin…

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ salê 2004 (Çavkanî: efrîn.net Girêdana arşîvê 2007-09-28 li ser Wayback Machine)