Metroya Mîlanoyê
Metroya Mîlanoyê, (bi îtalî: Metropolitana di Milano) pergalake metroyê ye ku ji aliyê Azienda Trasporti Milanesi ve li bajarê Mîlano ya Îtalyayê tê xebitandin. Metroya Mîlanoyê, ji 101 kîlomêtre dirêjahî, 4 xetên cuda yên ku bi hejmar û rengên cuda hatine diyarkirin û xwedî 113 rawestgehan e. Piraniya rawestgehên xetê di binê erdê de ne û xet rojane bi navînî 1.5 mîlyon rêwî dadigire.[1]
Xeta yekem a metroya Milanoyê, xeta sor, di sala 1964an de, piştî 5 salan xeta kesk di sala 1969an de, xeta zer di sala 1990an de û xeta mor di sala 2013an de hatine vekirin.
Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li pêy mînakên torên veguheztina binerd li bajarên din ên Ewropî yên mîna London û Parîsê yekem projeyên ji bo xeta metroyê li bajarê Mîlano di sala 1914an û di sala 1925an de hatin çêkirin. Proje di sala 1938an de ji bo avakirina sîstemeke ku ji 7 xetan pêk dihatin hate sewirandin.
Piştre ev proje piştî destpêkirina Şerê Cîhanê yê Duyemîn û ji ber kêmbûna diravî hate rawestin.[2] Di 3yê tîrmeha 1952an de rêveberiya bajêr ji bo projeyek pergala metroyê deng da û di 6ê cotmeha 1955an de pargîdaniyek nû jibo ku avakirina binesaziya birêve bibe pargîdaniya Metropolitana Milanese, hate damezrandin. Proje bi 500 milyon ₤ ji şaredariyê û yên mayî jî bi deyn hat fînansekirin. Cihê avakirina xeta yekem di 4 gulana 1957an de li viale Monte Rosa hate vekirin.
Xetên metroyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Xet | Rê | Dîroka despêkirinê | Dirêjkirina xetê | Dirêjahiya xetê | Rawestgehên xetan | Navbera rawestgehên xetê | ||
---|---|---|---|---|---|---|---|---|
km | ||||||||
![]() |
Rho Fiera / Bisceglie | Sesto 1º Maggio | 1964 | 2005 | 26.9 km | 38 | 0.727 km | |
![]() |
Assago Milanofiori Forum / Abbiategrasso | Cologno Nord / Gessate | 1969 | 2011 | 9.4 km | 35 | 1.159 km | |
![]() |
Comasina | San Donato | 1990 | 2011 | 16.7 km | 21 | 0.835 km | |
![]() |
San Siro Stadio | Bignami | 2013 | 2015 | 12.9 km | 19 | 0.763 km |
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ "Metropolitane a Milano - Metropolitana Milanese". web.archive.org. 3 kanûna paşîn 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 3 kanûna paşîn 2016. Roja wergirtinê: 28 kanûna pêşîn 2021.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) - ↑ Ogliari, Francesco (2006). Milano in tram : storia del trasporto pubblico milanese. Lavis, tipografo trentino Legoprint. Milano: Hoepli. ISBN 978-88-203-3719-3. OCLC 799609413.