Mewlana Xalidê Kurdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mewlana Xalid
Navê rastî
Ebu’l-Beha Ziyauddîn Xalid bin Ehmed bin Husên eş-Şehrezûrî el-Kurdî
Jidayikbûn1773
Mirin1826
Şam / Iraq
EsilKurd
HevwelatîÎmperatoriya Osmanî (kurdê osmanî)
PerwerdeMedreseyên Kurdistanê
Medreseyên Sûriyê
PîşeWêjeya kurdî, Tesewuf, Fiqih
SerdemSedsala 18an û 19an (Serdema Nû)
BandorbarEbdulxaliq Xujdewanî
BandorkerQanatê Kurdo, Merûfê Nûdhî, Şêx Seîd, Şêx Ebdurehmanê Taxî
DînÎslam
biguhêreBelge

Mewlana Xalid yan jî Mewlana Xalidê Kurdî (jdb. 1773, Şehrezûr - m. 1826, Şam) helbestvanekî kurd û alimekî zana yê Îslamê bû.

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xalidê Kurdî yê Şarezûrî murşidekî kamil, xwenasekî bêlef, xweşpeyvekî zanayê hazicewab, mirovekî kûrgerm, zatekî xwedanbereket, herweha bi bîr, bi hiş û aqildar, bi peyvnas, ciwanekî xwînşêrîn, pisporekî hunermend, tevdezanekî bîrewer, herweha helbestvanekî Lahûtî bûye. Her wiha hîmdar û Şêxê duyem ê rêçika Nexşebendî jî bû. Gelek mirîd û peyrewên Mewlana li Kurdistanê, xasma li bajarê Şehrezûr û Silêmaniyê, herweha li Tirkiyê, li Îraq û Îranê hebûne. Ji ber hindê nasnavê Diyaudîn (Ruhniya dîn) û Qutb-ul Arifîn (Mezinê zaneyan) jê re rewa hatibûne dîtin. Lê zêdetir ew li Kurdistanê bi şahê Neqişbend î tê binavkirin.

Mewlana Xalid di 1773an (1193) de li gundê Qeredaxa grêdayê bi Cafê ve hatiye dinyayê û di 1826an (1242) de, 16ê Zilqe´ideyê şeva înê di navabera mexrib û 'eşayê de li şamê, li Taxa Salihiyeyê, ji nexweşîna Ta´ûnê çavên xwe ji jiyanê girtine

Di 1842an de bi fermana Siltan Ebdulhemîd kumbeteke cuwan li ser gora wî hatiye çêkirin. Ew Kumbet ji Kurd, Ereb û piraniya misilmanan re, herweha ji hemû peyrewên Rêçika Nexşebendî re devereke pîroz, giranbiha û qedirşinas e. Mewlana Xalid, pêşî li cem bavê xwe xwendiye. Piştre li ba Seyîd Ebdulkerîmê Berzencî, li ba Mele Salih Termarî û li ba zanatirê Kurdistanê Xerîkî xwendina zanistî, zanyarî û zanîna îslamî, îlmê Hîkmet û Kelam xwendine. Piştre çûye bajarê Sineyê di zanistiya Îctîhad, şerîet, Usûla îmamê şafiî de ji serokê zaneyan Şêx Muhemmed Qesîm şadetnameyeke payedar wergirtiye. Mewlana piştre çûye bajarê Silêmaniyeyê ders daye feqiyan, herweha bi têgihandina kurdperweriyê jî kamil bûye.

Profesor Qanatê Kurdo, li ser Mewlana Xalid nivîsiye, ku: Kamûran Bedirxanê rehmetî di pirtûka xwe ya bi navê "Fêrbûna Zimanê Kurdî" de gotiye: Mewlana Xalid di Terîqeta Nexşebendî de şibha Xalidî daniye. Ji Kurdê Silêmaniyê ye. Di 1242-ên hicrî de li şamê miriye û li Çiyayê Çilyaran hatiye veşartin. Wî, dîwanek bi Kurdî nivîsiye. Kamûran Bedirxan helbesteke wî di pirtûka xwe de daye çapkirin. Profesor Kurdo jî, wê helbesta Mewlan ku ji 41 malikan hatiye holê, di pirtûka xwe de çap kiriye.

Çi tedbîr, ey musulmanan

Kî men xudra nemîdanem

Ne tersa me, yahûdîyan

Ne gebr û ne misilman im

Ne berrî yem, ne behrî yem

Ne şerqî yem, ne xerbî yem

Ne ez erkanê tebhî yem

Ne ez eflaqê gerdan im

Ne ez †în im, ne ez Hind im

Ne Bulxar û Maçîn im

Ne ez milkê Îraqê me

Ne ez xakê Xurustan im

Ne ez av im, ne ez ba me

Ne ez xak im, ne ez ateş

Ne ez dinya, ne ez ´iqba

Ne ez Fîrdewsê Ridwan im

Nîşan im, bê nîşan başed

Mekan in, Lamekan başed

Ne ten başed, ne can başed

Ne men ez canî canan im

Ne baba me, ne dada me

Ne ´ ema me, ne xala me

Li ser wechê çiraya me

Dikim îro di efxan im.


Basili Nikitin, di pirtûka xwe ya bi sernavê "Kürtler" de behsa hin navên Şêxan kiriye, ku çiqas tîna wan li Kurdistanê hebûye. Di rada yekemîn de navê Mewlana Xalid aniye zimên û domandiye: Bê ku li nav derwêşên Neşebendî roleke siyasî hebe, Mewlana Xalid tîneke giran daxistibû ser mirîdan. Ew, kurdekî ji rêzê yê li herêma Şarezorê bû. Piştî xwendina medresê, bû mele û li Silêmaniyê dersdarî kir. şevekê di xewa xwe de dibîne ku, Şêx Ebdullahê Dehlewî dibêje: Ya Xalid, here Hecê. Tu yê li Ke`beyê derwêşekî di şûfê min de bibînî, ku ji xwe sipiyan seh dike. Tu, ji wê rewşa wî zêvir nebî, tenê bi guşekî ebaya wî bigre û bihejîne. Ew, bo tiştên ku tu dixwazî dê ji te re bibe alîkar." Lê Mewlana hîç guh nade wê xewnê û jibîr dike. Di 1220î (1804), de Mewlana çaxê di riya Mûsilê re çûye Hecê, pêşî çûye Şamê ba Şêx Mistefayê kurê Mihemed Kurdî û Şêx Muhemmed Kezberî, hindî mebest di ´Ilmê Hedîs û ´Ilmê Qur´anê de pirs ji wan pirsîne, hêj çûye Medîneyê.

Mewlana Xalid li ber Ke´beyê derwêşekî dibîne, ku ji ebaya xwe sipiya digire û dikuje. Îcar ji ber ku navekî Ke´beyê "Beyt-ul Heram" e, yanî li wir kirina hin tiştên helal jî heram e weke kuştina sipiya û gwd. jê hêrs dibe û wî haydar dike. Lê Derwêş dibêje: Ya Xalid. Ma te wê xewna ku dîtibû, jibîr kiriye? Haniha eger tu neçî Dehlê, bo te riya felatê dirêj dibe.

Mewlana Xalid dema li Hecê bûye, vê helbesta li jêrê bi zimanê xwe yê netewî li ser Muhmemed Pêxember ristiye:

Ha miseran neseb, ha miseran neseb

Mehbûbim, henşayê ´alîneseb.

Îsmeş Muhemmed, Qureyşî û Ereb

Edaş namîne kenaçeyê Weheb

Temamî ´umruş şeşsed û sê salen

Bab û bapîriş bê terz û halen:

Ebdullah, Ebdulmutelib, Haşim

Ebdulmenafen, bizaneş lazim

Ne tûta û ne berz, sipî û gendimgûn

Ne kewten sayeş, ne rûyî dinya dûn

Be weledî biyen ce Mekkeyî enwer

Çil sal çagemend bî be peyxember

We sêzdeyî henî ew xworcemîne

Rahî bî, koç kerdeşî we Medîne

Ço ge muqîm bî ta mudeyî deh sal

Mergişpeyî amace alayî bêzewal

Berşîce dinyayî fanî bê binyad

Ebleh kesê wen dil pêş kerr û şad

Sed û bîst û çar hezar pêxember e

Sêsed û sêzdeh resûlên rehber e:

Îbrahîm û Nûh, Mûsa ûlul´ezm

Îsa û Muhemmed bizaneş we cezm

Seyîdulkewneyn,xetmulmurseln

Ce masîwa heq bihter cegerdîn.


Ev helbesta Mewlana Xalid a li jêrê jî, li ser evînê hatiye nivîsandin:

Dîsa diyarê dilberê wek meş´elîstan da diyar

Nûr bûn le ser Kûyê Uhud, tomar be tomar aşîkar

Xweş xweş nesîmê ´enberîn, bênxweş dekatin ser zemîn

Ema nebûyî ´enberîn, ya nafe yî mişkî Tetar

Bêwade îmşew roj helat, ya nûrî canan sat be sat

Rewşen dekatin ser bîsat (fîlleylî yûlîcun`nehar)

Pir bû le nûr deştî feqa, go ya hebîbî xweş lîqa

(Leylen ´elessel´î irteqa, mîn nûrîhî ilqa´û îstîna).


Mewlana Xalid di Heca xwe de gava çûye bajarê Medîneyê jî, vê helbesta li jêrê nivîsiye:

We ewdal nekem, we ewdal nekem

Ta key xwem çun Qeys we ewdal nekem

Bazuwê derwêş im pir xerxal nekem

Poşakê ce lonik şa desmal nekem

Çenî deyriyan mal be çol nekem

Tehsîlî rûzî be keşkol nekem

Fenayim be xak sehrayî ber nekem

Bew kanî û sêlaw dîdem ter nekem

Bêx rêşey nexl zewqim pey nekem

Çargoşey cîhan mesken tey nekem

Perê bext wêm xak we ser nekem

Ya men ho pey sed Skender nekem

Ce qewm û eşîret xwom bêzar nekem

´Ezm we ey Kabil û Qendehar nekem

Xalid, bê refîq roj we şew nekem

Çûn tav awan terkî xew nekem


Piştî vegera Mewlana ji Hecê, Mîrze Rehîm Ellahî digel Derwêş Muhemmed têne Silêmaniyê. Mewlana ew herdu dihinêre Hindistanê ba Şêx Ebdullah Dehlewî. Piştre çûna herduyan, riya Hindistanê ketiye ber Mewlana jî. Pêşî ew çûye bajarê Sine, ji wir çûye Hemedanê û çûye Tehranê. Li Tehranê Mewlana bi Şêx Îsmaîlê Kaşî re dîdar bûye û pê re munazereyeke zanistî kiriye. Di encama niqaşê de, Şêx Îsmaîl xwe ji Mewlana kêmtir dîtiye û ew ji xwe zêde mezintir zaniye. Mewlana ji Tehranê di Xerqan, Bestam, Semnan, Neyşapûr û Tûsayê re çûye Meşhedê, ji wir çûye Gelko ba Hezretî Îmam Reza. Li wir helbesteke cuwan bi zimanê farisî di pesnê Îmam Reza de honaye. Mewlana ji wir gava çûye Qendehar û Xezneynê, êdî ketiye bîr û baweriya niştîmanî û helbesteke nazenîn li ser Kurdistanê nivîsiye:

Xalida! Ger nîstî dîwane û sehra nûred

Tu kuca û kabil û ´eznîn û xak Qendehar?

Le paşan erwa taegate Dehlî

Cîhan abad, lew maweyî wa!


Mewlana li Hindistana Ebdullahê Dehlewî bûye, dîroka bîr û rayê Ciya Ciyayan nivîsiye. Mewlana li wir pir maye û di rêçika Nexşebendî de şixuliye, ta ku xelîfetî ji Şêxê xwe Dehlewî stendiye. Û di 1808an de şûnde vegeriyaye hatiye Kurdistanê. Li bajarê Sineyê maye heta dersdarê wî Şêx Muhemmed Qesîm jî ketiye Rêçika Nexşebendî. Piştî demekê Mewlana ji Sineyê çûye Silêmaniyê û li wirê rûniştiye.

Mewlana Xalid di demekê de ji Silêmaniyê çûye Bexdadê û pênc salan di Tekya Qadirî de maye, dîsa şûnde vegeriyaye Silêmaniyê. Her wiha di Îrşadê de pir xebitiye. Pir kes bûne peyrewê wî û xişmeteke giran ji mirîdan bi ser ve hatiye. Ji wir Mewlana dîsanê vegeriyaye Bexdadê û li Fêrgeya Îhsaniyeyê rûniştiye.

Mewlana çaxê Tekya Xalidî li Bexdadê vekiriye, gelek kesên zana, menşûrên Ereb, maqûlên Kurd lê kom bûne, Rêçika Nexşebendî pejirandine û bûne peyrew û mirîdên wî. Di wî çaxî de du mîrên Mîrektiya Baban Mehmûd Paşa û Ebdurehman Paşa çûne Bexdadê û hêvî ji Mewlana kirine ku ew dîsa vegere Silêmaniyê. Lê ew çax li herêma Silêmaniyê Rêçika Qadirî pir xurt bûye û destûr nedaye ku Mewlana here li wir Tekya xwe veke û rêçika Nexşebendî berfireh bike. Îcar Mewlana xelîfê xwe Seyîd Taha Şemdîzî hinartiye bakûrê Kurdistanê û xelîfê xwe Şêx Ehmedê Hewlêrî jî hinartiye Şamê. Li Şamê di demeke kurt de Rêçika Nexşebendî xurt bûye û Mewlana jî çûye wire, dest bi xebatê kiriye, ta ku lçûye ber dilovaniya Xwedê.

Mewlana Xalidê Kurdî di şan û nîşana xwe de navûdeng dabû û li serê pir hatiye nivîsandin. Hin ji wan kesên menşûr ku li ser Mewlana nivîsîne ev in:

Berkûlî di Dîwana helbestan a bi nave Mîssbahud`dîwan de nivîsiye ku: Helbestên xarîqul ´ade yên Mewlana, wek dîwan li Îranê çap kiriye. ´Ellame Dawid di pirtûka El T´erîf de nivîsîye ku ´Ellame Mela Mihemed Qizilcî yê mezintirîn miftiyê Bexdadê gotiye: Mewlana Xalid bi zimanê kurdî, farisî û erebî dîwaneke helbestan nivîsiye. Û li Astanê bi fermana padîşahê wextê çap bûye. Mewlana Xalid ji Se´îdê Larî û ji Hafizê Şêrazî mezintir û zanatir bûye. Kovara Gilawêj di 1943an û Mêjûyî Xulasey Kurd û Kurdistan Cildê Yekem di rûpela 365an de nivîsîne ku: Zanayê navdar M. Emîn Zekî Beg wiha gotiye: Mewlana Xalid di 1197-ê hicrî, 1783-ê Mîladî de li gundê Qeredax ji diya xwe re çêbûye, ji eşîra Pîr Mikaîl e. Ew li Cafê bûye navdarê bi Mikaîliyan.

Mamoste Şepûl nivîsiye ku wî ji bavê xwe weha bihîztiye: Mewlana Xalid gelekî li nav eşîrên Rojhilata Kurdistanê geriyaye, li gundê Tîkantepe mizgefta Mewlana heye, ku niha jî xelk ew der cihê wî dizane. Ew mizgeft Ellame Mela Seîd saz kiriye. Ew´Ellame bapîrê Şepûl bû û di 1269an de li wirê dersdarî kiriye, di 1290î de jî miriye.

Gelek pirtûk û keşkol li ser keşf û keramet, payedarî û zanyariya Mewlana Xalid bi zimanê erebî û yê farisî hatine nivîsandin. Herwiha pir kesan jî li serê lêkolînên hêja kirine. Hin ji wan kesan ev in li jêrê:

´Ellame Seyîd ´Ubeydulah Heyderî. Şêx Ehmedê Tirablusî. Şêx Smayîlê Kûrî. Elî Dûrekî. Hacî Şukrî Romî. Smayîl Nubhanî. Usiv kurê Smaîl Binhanî. Xêredîn Zereklî Kurdî. Şemsedîn Samî. Seyîd Mehmûd Alûsî. Evdilmecîdê kurê Mihemed Xanî. Mihemed Mezher Me´sûmî. Mehmûd ´Itte. Corc Zeydan. Smayîl Paşayê Baban. Yûsuf Elyan Serkîs. Ehmed Hilmî. Doktor Mihemed Es´ed Telsî. Şêx Osmanê kurê Sened. Emîn kurê Hewkîrî. Ehmed Şewket. Şêx Mihemed Ebdulmun´em. Mestûre Xanima jina Xesrew Xanê Waliyê Erdelanê. Mela Mihemed Qizilcî. Mihemed Emîn Zekî. Mihemed Cemîl Bendî. Mamoste Mihemed Xal. Şêx Me´rûf Nûdî. Şêx Şahîn ´Etar. Mihemed kurê Ebdullah Xanî. Mûsa Seba´î. Mihemed Cumleyî Henefî û gwd. Mamosteyê nemir, zimannas û rênasê nijadî û dersdarê navdar ê bi ilm û zanînê Seyda Hejar li ser Mewlana Xalid ev çend malik gotine:

Ke serdestî hemû mestan e Xalid

Nemamê baxê Kurdistan e Xalid

Feydatê bim niştîman bo Şarezor

Ronak e Şam û Estenbul be nûrit


Pirtûkên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mewlana Xalidê Kurdî, ji hîmdariya Rêçika Nexşebendî û murşidtiyê zêdetir, nivîskar û helbestvanekî menşûr bû jî. Wî gelek pirtûk nivîsîne, gelek helbest ristine û broşîrên di derbareya Rêçikê de ji bo kiryar û rêveçûna mirîd û peyrewên xwe belav kirine. Hin pirtûkên ku Mewlana nivîsîne ev in li jêrê:

1- Te´lîqatî Mudewene, li ser Xeyalî û li ser Ebdulhekîm Xeyalî, 1889, Astane.

2- ´Eqd-ul Cewherî Fî Ferqî Beyne Kesb-îl Matûrîdî, Ebdulhemîd Xerpûtî şerh kiriye.

3- Şerhek bi Farisî li ser Ezzehb.

4- Şerhek li ser meqamatê Elî Herîrî Kurdî. Destxeta Mewlana bi xwe hetye.

5- Haşiye li ser kitêba Cem-´ul Fuad.

6- Nîhayeyî Remelî, behsa înê, du cild.

7- Şerha ´Eqayida ´Eddûdî.

8- Peraweyek di Îbadatê bo mirîdên Henefû ku çûne ser rêçika şafi´î.

9- Seyalekûtî, Haşiya ´Ebdulxefûrê Larî li ser kitêba Camî şerha Kafiye (Berî çûna Hindistanê nivîsiye).

10- Dîwan helebestên bi kurdî û Farisî (Di 1844an de li Stembolê çap bûye).

11- Xalîbet-îl Ekrad Fî Teqelubat-îl Emssar.

12- Feraîl-il Fewaid.

13- Cela-ul Ekdar we Seyf-il Bîtarî we Selewat.

14- Rîsala Adabên Şêx û Mirîdan.

15- Rîsala Zikrkirina di Tefrîqa Nexşebendî de.

16- Îsbata Rabîte.

17- Mektûbatê Erebî.

18- Mektûbatê Farisî.

Peyrewên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bêguman gelek xelîfe, salik û peyrewên Mewlana Xalid hebûne. Eger li ser vê babetê lêkolîn bêne kirin, ez bawer im dê hîn zêdetir tişt derkevin holê. Wek nimûne, li gorî gotina kurdnasê Holendî, Martin van Bruinessen; ew sîstema îslamî ya di layê rêçikan de ku gihaye Endonezyayê, ji aliyê Kurdan ve çûye. Herweha li Afrîka û gelek welatên dinyayê jî her ew tişt çêbûne. Hin ji wan xelîfe û salikên Mewlana yên menşûr ev in:

1- Şêx Seyîd Elî Sebtî Efendî Diyarbekîrî summe Palevî [1]

2- Şêx Ebdullah şemzînî Nehrî, di 1814an de li Bexdadê bûye Xelîfe.

3- Seyîd Tahayê Nehrî

4- Şêx Ebdulah Erzencanî Mekkî, li bajarê Mekkeyê rûdinişt.

5- Şêx Xalid Kurdî, li bajarê Medîneyê rûdinişt.

6- Mela Mistefa kurê ´Ellame Celaledîn Gulenberî.

7- şex Ebdulfettah Akireyî, di sala 1869an de miriye.

8- Seyid Ehmed Serdar Berzencî.

9- Mela Ehmed Kurdî Hekarî.

10- Şêx Ebdurehman Kurdî, li bajarê şamê rûdinişt.

11- Şêx Mehmûd ´Umer Sûsî, li Imareyê rûdinişt.

12- Şêx Ebdullah Qerdî, li Qudsê rûdinişt.

13- Şêx Ebdulqadirê Berzencî, li bajarê Medîneyê rûdinişt.

14- Şêx Ehmed Qestemûnî.

15- Şêx Smayîl Enaranî. Piştî wefata Mewlana, ketiye şûna wî û Tekya Nexşebendî îdare kiriye.

16- Şêx Ebdulah Hirewî, duyemîn serwesiyê Mewlana Xalid.

17- Şêx Mihemed Nasih, duyemîn wesiyê Mewlana Xalid.

18- Şêx Mihemed Salih, pêşewayê şafiiyan, li Beytê û Mekkeyê rûdinişt.

19- Şêx Mehmûd Efendî Geylanî.

20- Mele Resûl Sablaxî.

21- Hacî Huseyn Efendî, li bajarê Meletiya rûdinişt.

22- Şêx Ehmed kurê Slêman Terablusî.

23- Şêx Smayilê Berzencî.

24- Şêx Mihemed Hafiz Erqelî Zehawî.

25- Şêx Smayîl şêrwanî, di 1865an de mirye.

26- Şêx Ehmed Exrîbûrî, li bajarê Izmirê rûdinişt.

27- Şêx ´Ubeydilah Heyderî.

28- Şêx Ebdulxefûr El Muşahidî.

29- Şêx Mihemed Xeczûb ´Imarî.

30- Şêx Xalid Cezerî, li Diyarbekir rûdinişt.

31- Şêx Smayîl Besrî.

32- Şêx Osman Sîracedîn, di 1866an de miriye.

34- Mela Ebdulxefûr Kerkûkî.

35- Şêx Mihemedê kurê Slêman, xwediyê pirtûka El Hedîqetun`nediye.

36- Şêx Mehmûd Sahêwu.

37- Mele Mûsa Cebûrî.

38- Mele Ebûbekir Bexdadî.

39- Mele Hîdayetulah Hewlêrî.

40- Şêx Tahir Erqanî.

41- Şêx Mela Ebûbekr Kurdî, li şamê rûdinişt.

42- Xêweyî.

43- Şêx Mes´ûd Amêdî.

44- Şêx Ehmed Hewlêrî.

45- Şêx Ebdulqadir Deymelanî.

46- Şêx Mihemed ´Aşiq.

47- Şêx Mihemed Qeremeşkî, li Diyarbekir rûdinişt.

48- Şêx Mele Xalid Kurdî, îmamê Mizgefta Sewîqe bû.

49- Şêx Hesen Qazanî.

50- Şêx Ehmed Semîn, dersdarê E´zemiyeyê bû.

51- Şêx Elî Balolê.

52- Mela Mihemed Qezlerî.

53- Şêx Hebas Kerkûkî.

54- Şêx Mihemed Herayî, li Ulebê rûdinişt.

55- Xwace Mehmûd Rasim Efendî.

56- Mele Ebdulahê kurê Mele Ebdurehman Celî, di 1817an de li Bexdadê bûye Xelîfe.

Secereya Neqşîbendiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî beyana pirtûka Tenwîr-ul Qulûbê, "Silsile" ya Rêçika Nexşebendî ku di "Xitme" ya zikran de tê xwendin, ji Mewlana Xalidê Kurdî heta ku digîhîje Muhemmed Pêxember navên van şexsiyet dibihure:

1- Mewlana Şêx Xalid.

2- Şêx Ebdullah Dehlewî.

3- Şex şemsedîn Hebîbullah Canîcanan Mezher.

4- Şêx Nûr Muhemed el-Bedwanî.

5- Şêx Muhemed Seyfudîn.

6- Şêx Muhemed Me´sûm.

7- Şêx Ehmed-ul Farûq-îl Serhendî.

8- Şêx Muhemed Baqî Bîllah.

9- Şêx Muhemed Xwacekî.

10- Şêx Derwêş Muhemed el-Semerqendî.

11- Şêx Nasirudîn Ubeydullah.

12- Şêx Y´eqûb el-Cerxî.

13- Şêx Mela Elaedîn ´Ettar el-Buxarî el-Xwarzemî.

14- Şêx el-Seyîd Emîr Kulal.

15- Şêx Muhemed Baba Semasî.

16- Şêx Elî el-Ramîtenî el-Meşhûrî bîl Ezîzan.

17- Şêx Mehmûd-il Incîlfexnewî.

18- Şêx Arif-il Ribukerî.

19- Şêx Ebdulxaliq Xucduwanî.

20- Şêx Ebî Yaqûb Yûsif Hemedanî.

21- Şêx Ebî Elî.

22- Şêx Ebî Hesen Elî Binu Ebî Ce´fer.

23- Şêx Ebî Yezîd Teyfûr.

24- El Îmam Ce´fer-ul Sadiq.

25- Qasim Binu Muhemed Binu Ebîbekir el-Sidîq.

26- Selmanê Farisî

27- Ebûbekir

28- Muhemmed Pêxember

Hîmdarê yekemîn ê Rêçika Nexşebendî, Behaedîn Muhemmed Buxarî di 1318an de li gundê Qesr-ul Arifîna (Qesra Hinduwan) li nizî Buxarayê hatiye dinê û di sisiyê Rebîulewela 791 (2ê adara 1389an) ê de jî dawî li jiyana wî hatiye.

Behaedîn Neqşbendî mirovekî nefspiçûk, xeberxweş, xerîbdost û zanayekî dagirtiyê ji ilm û zanînê bû. Wî pir ji mêvanan hes dikir, kesê ku diyariyek jê re dibir, wî jî diyariyek lê vedigerand. Gava mêvanekî wî dihat, eger ew bi rojî bûna, pê re xwarin dixwar û gelek ji heywanan jî hes dikir. Behaedîn Nexşebendî hêj zarûkekî sêsalî bûye, Xoce Muhemed Baba Semmasî ew ji xwe re kiriye ewlad û biriye cem xwe. Piştre Semmasî Behaedîn daye Seyîd Amir Kulal, da wî di xwendin û tewra Tesewufê de bigehîne. Behaedîn heft salan li cem wî maye, dema 18 salên xwe kuta kiriye, di Tesewufê de tam gihaye û ji cem wî çûye, ji xwe re zewiciye û dest bi jiyaneke nû kiriye. Herweha Behaedîn piştre çûye ba Ebdulxaliq Xujduwanî û di Tesewufê de şixuliye. Behaedîn xwe di Tesewufê de, ji Amir Kulal zêdetir edabteyê livak û tewra Xujduwanî kiriye. Tewa ku bi devê xwe jî gotiye: Ez di Rêçikê de deyndarê Ebdulxaliq Xujduwanî me. Behaedîn ji bo bipêşxistina xwe di Tesewufê de heft salan li cem Mewlana Arif Dîkgiranî maye. Piştre çûye ba Şêxên Rêçika YASEWÎ, li cem Şêx Kuşam û Xelîl Ata (Di 1347an de miriye) maye û di Tesewufê de danûstendin kiriye. Piştî mirina Xelîl Ata, Behaedîn pir hiziniye û ji karûbarên dinyayê bêzî kiriye, ji wir çûye gundê Zivartûnayê (Buxara) û bi temamî cîwar bûye. Bêjeya Nexşebend çewa û bo çi bûye nasnavê Behaedîn, ne diyar e. Lê li gorî gotina hinek dîroknasan; dibe ku ji paldana bingeh a Rêçika wî hatibe girtin. (Lewra çewa ku di kurdî de jî her wisan e) bêjeya "nexş" û "bend" bi mana çêkirina nexşan e (Niha "qûnderz" jî tê gotin) û ji kirina zikr û perestiniya di Rêçikê de hatine girtin, herdu bûne xeysetê Behaedîn. Yan jî ev xeyset grêdayê bi rabîtteya mirîd û peyrewan ve ye ku Şêxê xwe tînin ber çavan û li ser giyana pakî Pêxember selewat didin û ji Qurana pîroz ayetên xweşik dixwînin, hatibe meydanê. Behaedîn Nexşebendî di Tesewufê de gelekî berepêş çûye, tiştên nûjen derxistine holê û navûdengê wî li Hindistanê belav bûye. Herweha ew şaxên rêçika xwe ber bi Asyaya Navîn, Rojhilata Navîn û Rojhilatê ve jî hinartiye. Ji ber wê yekê gelek Şêx û rêçikên herêmê li pêşberî rêçika wî cebhe girtine û şerê wî kirine. Li ser wê yekê navbera Amir Kulal û Behaedîn jî xirab bûye. Lê dîsa jî têkiliyên wan ên dostanî domandine. Îcar Amir Kulal çend rojan berî mirina xwe ya di 1370 yî de gotiye mirîd û peyrewên xwe: Piştî mirina min, bibin peyrew û mirîdên Behaedîn Nexşebendî. Behsa vî hîmdarê Rêçika Nexşebendî her çiqasî di çavkaniyên mêjû de bi awayekî fireh zelal nebûye, lê di pirtûka Enîsuttalibîn we ´Uddat-ul Salihîna Selahedîn Mubarek de ku wî ew bi çavên xwe dîtibû, bi dirêjî behsa jiyana wî kiriye. Û gotiye ku: Her çiqasî dibêjin ku azbata Behaedîn digîje Caferê Sadiq, lê mêjû vê yekê sererast nabîne. Xasma pirtûka ´Hîdayet-ul Ewliya` gotiye: ´Rastiya wê azbatê bi belgeyên dîrokî nehatiye tesbîtkirin ku digîje Caferê Sadiq. Lê behs heye ku digîje Uweysiyan. Piştî mirina Amir Kulal, mirîd û peyrewên wî tev li dora Behaedîn Nexşebendî kom bûne. Bi wê yekê êdî rêçika Behaedîn bûye ya herî xurt û li piraniya welatên Asyayî belav bûye. Behaedîn Nexşebendî di dema kamebûna rêçika xwe de du caran çûye Hecê. Di vegerê de çûye Bexdadê, ji wir çûye Merwe û li wir deme ke dirêj maye hêj çûye Buxarayê. Carek Hukumdarê Heratê digel jina xwe, Behaedîn Nexşebendî vexwendine ziyafetê û gelek diyariyên bihadar dane wî. Lê Behaedîn ji ber zordestiya wî li xelkê, ne xwarina wî xwariye û ne jî diyariyên wî girtine. Li ser wê yekê navûdengê Behaedîn Nexşebendî zêdetir belav bûye, di nava xelkê de menşûrtir bûye û xwîngermiya her kesî jê re çêbûye. Belam di mêjû de ne zelal e ku Behaedîn Nexşebendî kengê dest bi rêçika xwe ya serbixwe kiriye. Lê Rêçika wî li gelek welatên Asyayî tîneke mezin kiribû û piraniya kesên şê´î kirine Sunnî. Xasma li Xurasaniyan tîneke mezin kiriye û piraniya wan ji şê´îtiyê vegerandine Sunnîtiyê. Behaedîn Nexşebendî rojek berî wefata xwe, ferman daye mirîd û peyrewan ku piştî mirina wî li dora xelîfeyê wî Muhemed Parsayî bicivin û wî ji xwe re Şêx bipejirînin. Rêçika Nexşebendî bi alîkariya Şêx Ebdullah Îlahî Sîmawî (Di 1490/91 de miriye) hatiye Kurdistanê û ji wir jî derbasî Anatoliyayê bûye. Ew Rêçik piştî mirina Sîmawî, li Hindistanê bi destên Baqî Bîllah Kabûlî (Di 1605an de miriye) hatiye meşandin, lê navê wê bi Mûceddîdiye guhartiye û ji berê zêdetir berfireh kiriye. Ji wir şaxên xwe bera Îraq, Hîcaz û Sûriyeyê dane. Lê gava Mewlana Xalidê Kurdî bûye hîmdarê duyem û li şamê merkez vekiriye, navê "Muceddîdiye" ji ser Rêçikê hildaye, dîsa navê wê yê kevn "Nexşebendî" lê daniye.

Pirtûkên ku li ser Mewlana Xalid hatine nivîsandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

1- Şêx Merûfê Nûdhî, bi zimanê erebî.

2- Miftî Zehawî, bi zimanê kurdî.

3- Esf-el Mewarid, Fî Silsali Ehwali Îmam Xalid, Şêx Osman Kûrî.

4- El Feyz-il Warid ´Ela Mersiyetî Mewlana Xalid, Ebû Sena Seyîd Mehmûd Alûsî.

5- El Meced El Talid Fî Menaqibî Mewlana Xalid, îbrahîm Fesîh Heyderî.

6- Hisam-ul Hindî Lî Nesretî Mewlana Xalidê Nexşebendî, Mihemed Emîn ´Abidîn.

7- El Esawir-ul Mescîdîye Fî Masiri-il Xalidîye, Şêx Hesenê kurê Ehmed Besrî.

8- El Heqîqetun´nediyet wel Behcet-ul Xalidîye, Mihemedê kurê Silêman Henefî.

9- En´neşr-ul Werdî bî Îxbarî Mewlana Xalidî Nexşebendî yî Kurdî, Ebûbekir Mihemed Henefî Ehsanî.

10- El Qewlîs´sewab Bî Reddî Ma Summîye Bî Tehrîr-îl Xîtab, Mihemed Emîn Nûqî

11- Essehmussaîbû Lî Men Sumiyessalihu Bîl Mubtede´î-l Kazib, Mihemed Emîn Siwedî.

12- Husûl-îl Însî Fî Întîqal, Seyîd Smayîl Xerewî ´Amirî muftiyê şafi´î, şam.

13- Riyad-ul Muştaqîn Fî Munaqîbî Mewlana Xalid Diyaeddîn, ´Ellame Mela Hamid şarezorî.

14- Mesl-il Wacid we Mesîrînnewacid Fî Teştîrî Mersiyetî Mewlana Xalid, Şêx Dawudê kurê Silêman Kûrê.

15- Beqîyet-ul Wacid, Mihemed Es´ed, 1924, şam.

16- Cem´û-l Qelaîd we Mecme ´ûşşewarid Fî Qîraetî Hezzretî Mewlana Xalid, Mihemed Es´ed Sahibzade.

17- El Rehmet-ul Habitte Fî Zikrî Îsmî Zat Wel Rabîte, Şêx Huseynê kurê Ehmed.

18- Hedaîqî Werdiye, Mecîd Xan Xalidî Nexşebendî.

19- El Enwar-il Qudsiye Fî MunaqîbîSadatî-il Neqşebendiye Mihemed Sexawî, 1925, Misir.

20- Nûr-ul Hîdaye wel ´Îrfanu Fî Murabîte Wel Tewecuh, Xwace, 1894, Qahîre.

21- Fuyûdat-ul Xalidiye, Mihemed Es´ed Sahiwzade.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

1-Tarîxa Edebiyata Kurdî-1, Profesor Qanadê Kurdo, 1983, Stockholm, rûel: 137-138, weşanên Roja Nû.

2- Jînawerî Zanayanî Kurd Le Cîhanî Îslametî, Mihemed Salih Îbrahîm Mihemedî şepûl. Rûpel: 29-75, 1364, Tehran, Çapxana Meharet.

3- Kürtler, Basili Nikitin, Ozgurlukyolu, Rûpel: 372-384.

4- Ansiklopediya Îslamê, Cild: 9, rûpel: 52-54, çapa wergera bi tirkî.

5- Kîtabû Tenwîr-ul Qulûb, El şeyx Muhemed Emîn El Kurdî El Erbîlî, rûpel: 500-520.

6- Aga, Şeyh ve Devlet. Martin van Bruinessen.

7- Kovara Nûdem, lêkolîna Zeynelabidîn Zinar 1993 09 11