Mezra Botan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Mezopotamya navê welatê nav çeman Ferat û Dicle ye. Mezopotamya bi zimanê yewnanî tê wateyê nav dû çeman. Navê Mezopotamya bi zimanê farsî Miyanrudan û bi zimanê arami (suryanî) Bethnahrin e. Kurdistan jî di bakûrê Mezopotamya de tê dîtin.

Di dîrokê de li Mezopotamyaya kevn împeratoriyên Sumer, Akad, Babîl, Asûran û Îranan hebûn. Mezopotamya çavkaniya olên herî mezin di cîhanê de ye.

Îro Mezopotamya di nav sinorên dewletên Tirkiye, Sûrî û Îraqê ye.