Michael Adams

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Firokevanê amerîkî Michael Adams bi firokeya xwe ya bi navê X-15. Ev wêne di sala 1967'an de hate kişandin.

Michael James Adams (* 5'ê gulanê 1930 li Sacramento, California; † 15'ê sermawezê 1967) testpîlotekî DYAyî yê firokeyên X-15 bû.

Piştî bidawîkirina dibistanê di sala 1950'î de Michael Adams dikeve artêşa hewayî ya DYA'yê. Ew li Texasê perwerdeya pîlotî dibîne û wekî firokevanê şer tevlî Şerê Koreyê dibe.

Ew bi tevlîbûna NASAyê di ceribandina dagirkirina heyvê de cihdigire. Yekemîn firîna wî ya bi firokeya herî bilez, X-15, di 6'ê kewçêrê 1966'î de pêk tê. Ji ber ku ew di bilindahiyeke bi qasî 80 km de firiye, wekî astronot jî tê binavkirin.

Adams di ceribandinekê de jiyana xwe jidestdide.