Mihemed Afşîn Qadirzade

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mihemed Afşîn Qadirzade
Jidayikbûn13 tîrmeh 2002 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
EsilKurd
HevwelatîÎran Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema navdarbûnêMirovê herî kurt ê cîhanê (2022)
Bejn65 santîmetre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mihemed Afşîn Qadirzade (jdb. 22ê tîrmeha 2001ê li Bokan, Rojhilata Kurdistanê) weke mirovê herî kurt ê cîhanê hatiye bijartin ku rekora kesê herî kurt a sala 2022an a Guinnessê şikandiye.[1]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mihemed Afşîn Qadirzade[2], ciwanek 20 salî ye û ji bajarê Bokanê ye. Jiber ku bejna wê 65 santîm dirêj e di jiyana wî de dibe sedema hinek sinoran. Mehrûmbûna ji xwendinê û nekarîna hinek karên rojane yên girêdayî jiyana gundewarî yek ji pirsgirêkên wî yên herî girîng e.[3] Ev xort jî mîna hevsalên xwe hez dike ku here dibistanê û guh bide axaftinên mamosteyan û bixwîne, lê bi gotina bavê wî, ew ji ber pirsgirêkên laşî û berdewamkirina dermankirinên pizîşkî, dest ji dibistanê berdaye. Tevî ku Afşîn 20 salî ye, mîna zarokên 4-5 salî xuya dike. Ev yek bûye sedem ku di vê qonaxa jiyana xwe de rastî gelek pirsgirêkan were. Ev ciwanê piçûk, jibo ku xwedî fikrên baş û xûyek başe e di nav gundiyan de pir bi nav û deng e û her kes bi navê wî yê duyem Mihemed nas dike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "20-year-old Iranian confirmed as world's shortest man". Guinness World Records (bi îngilîziya brîtanî). 14 kanûna pêşîn 2022. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2022.
  2. ^ "Iran's Afshin Ghaderzadeh wins Guinness World Records". Mehr News Agency (bi îngilîzî). 16 kanûna pêşîn 2022. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2022.
  3. ^ "Watch: Iran's Afshin Ghaderzadeh Is Crowned The World's Shortest Man". NDTV.com. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2022.