Here naverokê

Mihemed El Beşîr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mihemed El Beşîr
Qada xebatêElectronic engineering, power engineering û Şerîet Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Peywendî
  • Syrian Salvation Government Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mihemed El Beşîr (bi erebî: محمد البشير, jdb. 1983) endezyar û siyasetmedareke sûrî ye ku niha 70emîn serokwezîrê Sûriyê ye. Berî tayînkirina wî, ew endamê "Hikûmeta Rizgariyê" ya Heyeta Tehrîr Şam (HTŞ) bû ku di nav lîsteya terorê ya gelek welatan de ye.[1] El Beşîr ku xwedî nêrînên îslamîst û tundraw e ku ji 10ê kanûna pêşîn a sala 2024an ve serokatiya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê dike.[2] Her wiha ji 13ê kanûna pêşîn a 2024an ve serokwezîrê Hikûmeta Rizgariya Sûriyê ye.[3]

Perwerdehiya wî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

El-Beşîr di sala 1983ê de li gundê Meşûnê yê girêdayî herêma Cebel Zawiya ya parêzgeha Idlibê ji dayik bûye. Wî di sala 2007ê de bawernameya endezyariya kehrebê li Zanîngeha Helebê stendiye. Di sala 2011ê de el-Beşîr bûye serokê Beşa Amûrên Deqîq li kargeha gazê ya Şirketa Gazê ya Sûriyê. Piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê dibe rêvebirê Enstîtuya Perwerdeyê ya El-Amalê ku perwerdeyê dide zarokên ku ji şer bandor bûne.[4] Di sala 2021ê de, wî bawernameyek di warê Şerîet û dadmendiyê de ji Zanîngeha Idlibê wergirt, ligel sertîfîkayên di rêxistina îdarî û rêveberiya projeyê de.[5][6]

Mihemed El-Beşîr beriya ku bibe serokwezîrê hikûmeta demkî ya Sûriyê, di Wezareta Ewqafê ya Hikûmeta Rizgariyê de Midûrê Perwerdeya Îslamî bû û 2 sal û nîv li wir wezîfe kiriye. Piştre wek cîgirê rêvebir û paşê jî wek birêvebirê karûbarên komeleyên li Wezareta Pêşketin û Karûbarên Mirovî kar kiriye. Di navbera salên 2022 û 2023an de di kabîneya Alî Keda de wekê wezîrê pêşketin û karûbarên mirovî hatiye wezîfedarkirin.[6]

Di dawiya mijdara 2024ê de, HTŞ û komên din ên opozîsyonê dest bi êrîşa li ser bakur rojavayê Sûriyê kirin, Helebê girtin û bi awayekî berçav herêma hikûmeta rizgarkirî berfireh kirin. Di 4ê kanûna Pêşîn a 2024ê de, ew çû Helebê ji bo çavdêriya vekirina ofîsên hikûmeta demkî bike.[7]

Di 9ê kanûna pêşîn a sala 2024an de, piştî rûxandina rêjîma Esed, el-Beşîr ji bo avakirina hikûmeteke demkî hat erkdarkirin. Rojek piştî ku bi serokê HTŞ Ebû Muhammed el-Cûlanî û serokwezîrê berê yê Sûriyê Mihemed Xazî El-Celalî re hevdîtin pêk anî, ew bi fermî wek serokê hikûmeta demkî heta 1ê Adara 2025an hat binav tayînkirin.[8][9][10]

  1. ^ Um 11:32, 10 12 2024 (10 kanûna pêşîn 2024). "Der Islamist im Anzug: Wer ist der syrische Übergangspremier..." Die Presse (bi almanî). Roja gihiştinê 10 kanûna pêşîn 2024. {{cite web}}: |pêşnav= sernavekî bi reqaman bi kar tîne (alîkarî)CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  2. ^ "Mohammed al-Bashir appointed caretaker Syrian PM for transitional government until March". Al Arabiya English (bi îngilîzî). 10 kanûna pêşîn 2024. Roja gihiştinê 10 kanûna pêşîn 2024.
  3. ^ "Al-Jolani: The one-man rule - Enab Baladi". web.archive.org. 26 îlon 2024. Roja gihiştinê 10 kanûna pêşîn 2024.
  4. ^ "محمد البشير: ماذا نعرف عن المرشح لرئاسة الحكومة السورية الجديدة؟". BBC News عربي (bi erebî). 10 kanûna pêşîn 2024. Roja gihiştinê 10 kanûna pêşîn 2024.
  5. ^ "إدلب.. محمد البشير رئيس جديد لحكومة "الإنقاذ" - عنب بلدي". web.archive.org. 27 sibat 2024. Roja gihiştinê 10 kanûna pêşîn 2024.
  6. ^ a b "رئيس مجلس الوزراء في حكومة الإنقاذ السورية - حكومة الإنقاذ السورية". web.archive.org. 8 kanûna pêşîn 2024. Roja gihiştinê 10 kanûna pêşîn 2024.
  7. ^ Sh (5 kanûna pêşîn 2024). "Up to Double: Commodity Prices Rise in Aleppo - The Syrian Observer" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 10 kanûna pêşîn 2024.
  8. ^ "المعارضة السورية تكلف محمد البشير بتشكيل حكومة انتقالية". الجزيرة نت (bi erebî). Roja gihiştinê 10 kanûna pêşîn 2024.
  9. ^ "Syria Rebel Group Political Chief to Form Temporary Government". Bloomberg.com (bi îngilîzî). 9 kanûna pêşîn 2024. Roja gihiştinê 10 kanûna pêşîn 2024.
  10. ^ "أميركا تحث على دعم عملية سياسية "جامعة" في سوريا". اندبندنت عربية (bi erebî). 10 kanûna pêşîn 2024. Roja gihiştinê 10 kanûna pêşîn 2024.