Mikaîl Aslan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mikaîl Aslan
Mikaîl Aslan (2016)
Jiyan
Jidayikbûn1972
Tawûx, Xozat, Dêrsim
NeteweKurd (kirmanc)
Cureyê muzîkêstranên gelerî
Pîşestranbêj, dengbêj
AmûrGîtar û tembûr
Salên çalak2000- heta niha
Etîketa qeydêKalan Muzîk
Çalakiyên têkildarAhmet Aslan
biguhêreBelge

Mikaîl Aslan, (jdb. sala 1972 li Tawûx, Xozat, Parêzgeha Dêrsimê) hunermendekî kurd e.

Jiyanname[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew li Dêrsim-Xozatê, li gundê Tawûxê hatî ye dinê. Di temenê deh-salîyê da, digel malbata xwe çû Qeyserîyê. Li sala 1991ê li Zanîngeha Meletîyê dest bi xwandina xwe li pişka matematîkê kir, lê ji ber çalakîyên sîyasî xwandina xwe neqedand. Wî digel hindek ji hunermendên dî yên kurd koma muzîkê ya Munzurê ava kir û CDîyeka stranan tomar kir. Ew li sala 1994ê mişextî welatê Almanyayê bû. Ew li bajarên Maynzê û Franfurtê dijî. Ew li Almanyayê jî li ser hunerê xwe berdewam bû, û li destpêkê digel hunermendê tirk Kemalê Dinç kar kir. Lê paştir, li sala 1999ê albûma xwe ya pêşîn, Agerayîs, bi kirmackî weşand. Paşî ew bû maraqdarê muzîka caz, û digel Dieter Schmalzried û Michael Weil Koma Mikail Aslan ava kir. Wî li sala 2001ê, li Konserwatura Peter Cornelius ya Maynzê dest bi xwandina gîtar û saksofonê kir, û li sala 2005ê xwandina xwe qedand. Wî li sala 2003ê, albûma xwe ya bi giranî di kevneşopa Elewîtîyê da, ya bi navê Kîlitê Kuo, bi zarê kirmanckî weşand. Hunermendê kurd Ehmed Aslan jî di wê albûmê da digel wî ye. Bi ser mijûlbûna bi strana kurdî ra, wî ji bo du belgefilmên li ser Anadolê ji bo televizyoyên Almanyayê jî muzîk çê kir. Wî li 2005ê albûma Mirazê weşand.

Ew stranên xwe pirranî bi zarê kirmanckî dibêje, lê stranên wî yên bi Kurmancî û tirkî jî hene.

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]