Mirin (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mirin navê pirtûkeka nivîskar Evdile Koçer e. Weşanxaneya ku ev pirtûk çapkiriye "Weşanên Aram" e.

Mirin ji deh kurteçîrokên nûjen ên kurdî pêk tê. Her deh kurteçîrok jî temaya wan li ser mirinê ye. Mirina ku van 30 salên dawî xwe wekî siyekî berdaye nav jiyana civaka Kurdan, di nav kurteçîrokên Evdile Koçer de xwe bi awayeke din dide der.

Serîyên jêkirî, gundên şewitî, kuştinên nediyar, cendekên ku li ber çeman dikevin, êş û hesreta xerîbiyê û mirinên ku li ber serê civaka me digerin di nava tevna çîrokên Evdile Koçer de bi rengekî nû diherikin.

Zimanê herîkbar, vegotineka sivik û nazik, hevokên sade û dîmenên sînematografîk xwendevanan zeft dike û vedikişîne nava dilê çîrokan.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]