Mistefa Hisên
Di vê gotarê de agahiyên bingehîn ên li ser mijarê kêm in an jî nîn in. (çiriya pêşîn 2025) |
Mistefa Hisên di tîrmeha 1956an de li gundê Tirkija, devera Silêvane ya ku bi Zaxoyê ve girêdayî ye hate dinyayê.
Ew di sala 1962an de li dibistana seretayî ya Sanye li Zaxo dest bi xwendinê kir. Di temenê heft saliyê de ji xwendinê hate veqetandin bo dema sê salan ji ber nexweşîya dil. Ji ber ku bav, mam û pismamên wî pêşmerge bûn û hin ji wan di zîndanên rejîma wê serdemê de bûn, ew li nexweşxaneyên Mûsil û Bextê bi tinê maye. Piştî nîştegerîya dil, careke din vegeriya Zaxoyê û xwendina xwe domand. Di sala 1970an de dibistana seretayî bi dawî îna. Di sala 1971an de çû dibistana navîn a Bedirxan li Zaxoyê.
Mistefa Hisên di sala 1973an de dest bi nivîsîna helbestan kir. Her di sala 1973an de hate rêxistinkirin û bû endamê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê di rêzên Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) de û bû endamekî çalak. Di salên 1974-1975an de beşdarî awerakirina gelê kurdî bû û her weha li dibistana kurdî dû sal xwend, lê rejîm vê yekê ne pejirand. Di sala 1974an de helbestên wî hatin weşandin di "Êzgê dengê kurdî" de bi riya Komîteya Navçeya Zaxoyê bi destê Kadir (Taha Mela Ebdulcelîl) û ew helbest bi qeheremanîya pêşmergan hatin gutin li dijî dagîrkeran. Mînak :
Dê pêşmerge bim
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dê pêşmerge bim heta hetayê Dê xebatker bim çend giyan maye Çend gule topan bêxinn sîngê min Benkên qinarê bavên qirika min Dê pêşmerge bim da biçim pêş Hindî Barzanî evroke serkêş
Her di sala 1974an de beşdarî werzîşeke leşkerî kir li ser medfeyê 106mm li nêzîkî rayat bi çend hevalan re ji bo parastina axa Kurdistanê.
Careke din vegeriya Zaxoyê û di sala 1976an de dibistana navîn a Bedirxan dawî îna. Di sala 1976an de çû malê Mamosteyan li Duhokê û di sala 1979an de bi dawî îna.Di sala 1978an de bû endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Duhokê.
Di sala 1979an de jêyana hevjînîyê pêk anî ,Di 19ê îlona 1979an de hate damezrandin li Dibistana Zêwk sindî, paşan bû bersivê dibistanên seretayî, navîn, amadeyî û xwendina bilez ya mezina li Zaxoyê. Di salên 1980î de nivîsên wî hatin weşandin di Govarên "Pajguy Êraq", "Hewkarî" û "Karwan" de, lê di dema koçberiya milyonî ya miletî de ev nivîsîn nemabûn. Di salên 1982, 1988, 1989 û 1990an de li Zaxoyê ji wî re hat gotin ku helbestan bi bîranîna jidayikbûn û pehlewanî yên serokê rejîma Be'sê yê faşîst bêje û hatin şandin bo Duhokê, Hewlêrê û Mûsilê, lê her car bi bahanepekê xwe ji vê yekê xelas dikir. Di sala 1984an de li Bexdayê di konfera bîranînê ya Miqdad Medhet Bedirxan de bi konferanseke neteweyî beşdarî kir bi navê "Li Welatê mişextbûnê". Di sala 1984an de nivîsarek li ser jiyana Hesenê Cizîrî di govara Rojî Kurdistan, jimara 66 de belav kir. · Helbestelek bi navê "Komkrin" di govara Bizav, jimara 30, 20ê sibata 1990an de hate weşandin. Helbestelek bi navê "Bizavim" di govara Bizav, jimara 24, 20ê adara 1990an de hate weşandin. Di serhildana Zaxoyê ya 1991ê de rolek giring lîst di raxistina gel de bi çend helbestan, ji wan yek jî "Birê Min Rabe" bû. Di 28ê tîrmeha 1992an de pila Kadirî li sinûrê Zaxoyê wergirt. · Herweha beşdarî çendîn festivalên helbestxwendî bûye û çendîn xelatên rêzgirtinê wergirtine li sinûrê Zaxoyê û Kurdistanê bi giştî. Herweha pişkek rêzdarî ji aliyê Kak Mesrûr Barzanî ve wergirt. Di 14ê çiriya pêşîn a 2019an de hate xanenişîn kirin.
Pirtûkên çapbûyî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Pêtên mişextî (helbest) - sala 1994, Çapxana Hawar
- Pesn û Rexne (helbest) - sala 2001, Çapxana Hawar.
- Dîlok (stranên dirîn û dîlanan) - sala 2005, Çapxana Wezareta Perwerdeyê.
- Mêrga Xûyanê (helbest) - sala 2008, Çapxana Azadî.
- Digel Çirkan (helbest) - sala 2012, Çapxana Hawar.
- Gul dibe Kul (helbest) - sala 2013, Çapxana Hawar.
- Lê Lê Me Dîtin Lo Lo (helbest) - sala 2017, Çapxana Hawar.
- Ka Ew Perre (helbest) - sala 2019, Çapxana Hawar.
- Qeyrana Zewqî (helbest) - sala 2020, Çapxana Hawar.
- Ronîa Gelan (helbest) - sala 2021, Çapxana Tehran (li Îranê hate çapkirin).
- Mija Gur Yaran (helbest) - sala 2023, Çapxana Hawar.
- Xabîrê zelal (helbest) - sala 2023
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Azad Mistefa Hisen