Mistefa Paşayê Yamûlkî
Mistefa Paşayê Yamûlkî | |
---|---|
![]() | |
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 25 kanûna paşîn 1886 ![]() |
Mirin | 25 gulan 1936 ![]() Silêmanî ![]() |
Hevwelatî | Împeratoriya Osmanî ![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Mistefa Paşayê Yamûlkî (25ê kanûna paşîn 1866 li Silêmanî, Împeratoriya Osmanî – m. 25ê gulan 1936, Silêmanî, Mandateriya Iraqê) leşkerekê pîlebilind yê kurd bû di artêşa Osmanîyan de. Di Keyaniya Kurdistanê de wek wezîrê perwerdehiyê xebat dikir.[1]
Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Mistefa di malbateke xwedî erd û pîr a Silêmaniyê de ji dayik bûye. Mistefa beşdarî Akademiya Leşkerî ya Osmanî ya li Konstantînopolîs (Stembola îroyîn) bû. Ew ji eşîra kurdên Bilbaz bi hêz bû.[2]
Piştî têkçûna Împeratoriya Osmanî di Şerê Cîhanî yê Yekem de, di 18ê Nîsana 1920an de bû serokê Dadgeha Leşkerî ya Tirk.[3] Wek serokê Dadgehê, ku jê re "dadgeha şer a Nemrût Mistefa" jî dihat binavkirin[çavkanî hewce ye], wî tevî hevalên xwe yên din, Mustafa Kemal bi awayekî negirtî mehkûmî îdamê kir.[4] Ev ferman ji aliyê Alî Kemal, Damad Ferîd û Sultan ve jî hatiye îmzekirin. Mistefa jî bi hinceta ku alîkariya neteweperestên tirk kiriye, cezayê Wezîrê Navxweyî Ebubekir Hazim (Tepeyran) da. Di meha Hezîranê de ji vê wezîfeyê hatibû dûrxistin.[5]
Gotinê Mistefa:
„Hevwelatiyên me bi serî li her cure despotîzmê, sirgûn û qetlîamên birêxistinkirî, şewitandina dayikên bi benzînê bi saxî şewitandin, tecawiz li jin û keçan kirin... Wan ermenî xistine bin şert û mercên bê tehemmul, wek ku di dîrokê de tu gelên din nedîtine.“[6]
Piştre Mistefa hat girtin û 7 meh zîndan hat mehkûm kirin. Lê belê di Sibata 1921ê de ji aliyê Sultan Mehmed VI de hat efûkirin. Di Hezîrana 1921ê de ji Tirkiye derket û çû Sûrîyê, jê şindo ji Iraqê.[7] Birayê wî Îzzet Bey waliyê berê yê Wîlayeta Wanê û wezîrê weqfên dîndar ên di kabîneya Tevfîq Paşa de bû. Kurê Mistefa Ebdulezîz Yamulkî bû, plansazê sereke yê derbeya li dijî hikûmeta Bakir Sidqî.[8]
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ The Kurdish national movement: its origins and development, Wadie Jwaideh
- ↑ Touraj Atabaki, Erik Jan Zürcher, Men of Order: Authoritarian Modernization under Atatürk and Reza Shah,
- ↑ Derogy, Jacques (1990). Resistance and Revenge: Armenian Assassination of Turkish Leaders Responsible for the 1915 Massacres and Deportations. Routledge. p. 57. ISBN 978-1-351-49327-7.
- ↑ Özoğlu, Hakan (2011). From Caliphate to Secular State: Power Struggle in the Early Turkish Republic. ABC-CLIO. p. 56. ISBN 978-0-313-37956-7.
- ↑ Hans-Lukas Kieser, Dominik J. Schaller, Der Völkermord an den Armeniern und die Shoah (The Armenian genocide and the Shoah), ^ Jump up to: a b c
- ↑ Kévorkian, Raymond (2011-03-30). The Armenian Genocide: A Complete History. Bloomsbury Publishing. p. 797. ISBN 978-0-85771-930-0.
- ↑ Review of Armenian studies, Volume 5, Issues 13-16, ASAM Institute for Armenian Research, 2007
- ↑ Eliezer Beeri, Army officers in Arab politics and society,